Folklora me geh pesnê jinê dide û wê derdixînê asta herî bilind û geh wê ji asta jor tînê û li erdê dixîne.
De ka em binêrin yên berê çi gotine.
- Jina paşîn mînapînê berovajî ye.
- Jina xirab ne tê kuştin û ne jî tê berdan.
- Jina şermîn bi milletekî, mêrê şermîn bi kirasekî.
- Jina qenc e, jina xirab seyd e.
- Jina te ji ku derê, tu jî ji wê derê.
- Jina xirab bênamûsîya komê ye.
- Jina xelkê ramûsanek, hespê xelkê meyîdanek.
- Jina wî jin e loma mala wî rengîn e.
- Jina zû radize, mêrê xwe zû kal dike.
- Jinê bira merivan dikin şîva gura.
- Jinê bira nola gura.
- Jinê dil kir, dîwar qul kir.
- Jinê dil kir, mêrê xwe sil kir.
- Jina go: bira ez jina mêrê çê bûma, bira ez rojekê li rûyê dinê bûma.
- Jintîya hevra kire bilebil, bira hevra bûne derd û kul.
- Kebanî timê bê par in.
- Kebanî ya melûn e yan mehrûm e.
- Keç bê hefsar nabe.
- Keça mîran bi qelendê gavanan nayê.
- Keçik wek sêva darê ye, herkes keviran diavêje, kî bêxê wî re ye.
- Keçik zîyaret e.
- Kî hêvîya yarê maye, bê jin maye.
- Kulfet diçe xwîn, xwîn safî dibe.
- Kulfet neynika malê ye.
- Kulfet heta sed mêrî zêde ye.
- Kulfetşûrê du dev e li xwişta mêr.
- Kulfet ku heye parsûyê xwar e.
- Kulfet heye ceh dike genim, kulfet heye genim dike ceh.
- Kulfeta bê esil pêşa xwe diavêje ser serê xwe.
- Kulfeta bî durû ye.
- Kulfeta çê be, mêr jî pêre çê dibe.
- Kulfeta destdirêj timî rûreş e.
- Kulfeta dizî kir, wê bê berdane.
- Kulfeta eslê wê cî, tî be an birçî be, bikujî cîkî de naçî.
- Kulfeta xirab mêran serberjêr dike.
- Kur darê bavê hiltîne, qîz teşîya dayê hiltîne.
- Kur li bavan diçin, qîz li dîyan diçin.
- Kurd jin gişka zeftir jina xwe,hespa xwe û çeka xwe hez dike.
- Li jina xwe hêcetê dibêjît: to çima qûna xwe li ber bêjingeran dihejînî.
- Mal têr e, kebanî şêr e.
- Mala bê jin îna aşê xirabe ye.
- Mala mêrê jinê wekî xezne be jî, dîsa çavên wê li mala bavê ye.
- Mala ku jin nexweş e, deê xwe kilît e.
- Malê de tune arvanok, navê jinê dînanok.
- Memikên qîza zeynet in, kelaxê pîrê robet in.
- Mêrê Kurmanc gava têr xwar yan mêran dikuje, yan jinekê direvîne.
- Merivekî xirab e, ewî çiçikê dîya xwe gestîye.
- Meriv ser xîret û namûsa xwe dimire.
- Mêr jî hemû ne yek in, jin jî hemû ne yek in.
- Mêr-jin hevra rik, xirab dibe ew malik.
- Mêr kanî be, jin lîç e.
- Mêra xwe avêtin kewara, jin şandin hewara.
- Mêrê baş jina wî xurt e.
- Mêrê du jina durû ye.
- Mêrê kurmanc boy namûsê kevçî av de dixeniqe.
- Mêrê du jinik hêsîr e.
- Mêrik li jina xwe menîyan bû, digot gava hevîr dikî qûna xwe dihejînî.
- Mêrikê xirab çiçikê dîya xwe gestîye.
- Mêrkirin jî heye, mêrmirin jî heye.
- Namûsa jinê, çeka mêr e.
- Namûsa mêr jin xweyî dike.
- Ne jina belaş, ne xulamê bê meaş, ne erdê kaş.
- Ne jina kenokî, ne mêrê şermokî.
- Parsûya jinê xwar e, lewma îtîbara wê tune.
- Pîr bi ganekî nabe qehbik.
- Pîrê bawer nedikir mêr bike, ku mêr kir dewa heftek û heştekan kir.
- Qîz ewledê xelkê ye.
- Qîz çira xelkê ye.
- Qîz hene bi heft kura.
- Qîz hene bi heft kura nadin.
- Qîz ku heye dara rez e, hatî-çûyî kewtîyê xwe davêje.
- Qîz mêvanê malê ye.
- Qîz zêbeşê gihîştîye.
- Qîza bê qelend zimandirêj e.
- Qîza filankesî bi xwîna mêrekî ye.
- Qîzek nazand gundek bezand.
- Qîzê kê hene ew padşa ne.
- Qîzê dil kir, tas avêt dîwar kul kir.
- Qîztî çiqasî xweş e, bûktî gula geşe, wexta dikeve ber darê dergûşê, per û baskê wê diweşe.
- Reva jinê edetê dinê.
- Rewşa jinan kofî ye.
- Rewşa jinan kezîn e.
- Ro çû dîsa bû fitara qîza.
- Şêr şêr e, çi jine çi mêr e.
- Şerê kuçikan li ser dêlan in.
- Şêwra jina bêrîya bizin e.
- Wisa milahîm e, mîna qîza kezî.
- Xew nema li biçûkan, fedî nema li bûkan.
- Yekî jina xwe berdabû, digot were bibe yara min.
- Yê jinê berdê li panîya nanêre.
- Wextê dê dimire, destê wê jêkin, pê êtîma bikutin.
- Zar ya dê ye, ne ya bavê e.
- Zarok ji bavê de êtîm namînin, ji dê de êtîm dimînin.
- Zaro li ser milê dê mezin dibe.
- Zilam hertim dixwaze lê hertim nikare; pîrek hertim dikare lê hertim naxwaze.
Mela Mihyedîn