Di Gotinên Pêşîyan de Jin-1

Jin gîyanê jîyanê ye. Çavkanîya hertiştî ye û her tişt bi saya wê çê dibe.

Jin  heval e, jin yar e, jin dayîk e, jin şoreş e, jin çand e, jin kilam e, jin hemû rengê jîyanê ye.

Mixabin benîinsan (min nexwest “benîadem” bikarbînim) ji axê hatine çêkirin û ax herî bi xwe ye. Benîinsan dest biavêjin çi xweşîyê ew xweşî di nav lepên wan de dilewite û diherime. Jin jî para xwe ji vê yekê wergirtine.

Jin bûye nîşangeha folklorê; geh ji alîyekî baş ve û geh jî ji alîyekî xirab ve gotin li ser hatîye kirin.

Folklora me ewçend dewlemend e û li gorî fikrê min ya ku folklorê tînê meydanê jî jin bi xwe ye lê li gel vê yekê derbeyek mezin ji folklorê stendine.

Dema ku ez xwendekar bûm ji alîyê mamoste Bahoz Baranî ve tekstek li ser vê meselê li me hatibû belavkirin. Ev xebat û ev nivîs bi saya wî hatîye nivîsandin.

De ka em lê binêrin yên pêşîyên me çi ji bo jinan gotine.

  • Avaya mala destê jinan.
  • Avaya malê kevanî ye.
  • Axirîya diranê diêşe kişandine, jina xirab berdan e.
  • Bihar e qîzik çi har e.
  • Bav dimire zar nizanin bavê wan mirîye, dê dimire stûyê wan xwar dibe.
  • Bayê gurkirî, jina virkirî, ji wanan tiştek dernaye.
  • Bavê bê qîz çîyayê bê av e.
  • Bavê pak mezelê wî ber derê qîzê ye.
  • Bedew gund tînin li ber çav.
  • Berê texte ya jinan bûye.
  • Berdana jinê edeta dinê.
  • Berê bûkê têkeve mala bavê wê, wê bi serserê xwe jî here.
  • Bextê dê cihêzê qîzê ye.
  • Bi xwezîya dest nagihîje baqê kezîyan.
  • Bila jin çê be, bila nav ordîya esker be.
  • Bila keç be, bila pîr be.
  • Bira kurek bibe, navê qîza lê daynin.
  • Bira li xêra birê bûna, jinê birê mehr nedikir.
  • Bila meriv here ser sêwîya neçe ser hêwîya.
  • Bila meriv zîyaretê xira bike, navê qîzan xira neke.
  • Bila serî hebin kum gellek in.
  • Bila qîza bibin ser xencerê, nebin ser xeberê.
  • Bûk bi dlê zavê ye.
  • Bûk heye, kula xwesîya xwe ye.
  • Bûk heye tifaqa malê xwe dike, bûk jî heye belav dike.
  • Bûk li ser hespê ye, kes nizane nesîbê kê ye.
  • Bûk li me şerm dike, rû digre, zik vedike.
  • Bûk li hespê ye, kes nizane kesîbê kê ye.
  • Bûk sîyarê hespê ye, kes nizane qismetê kê ye.
  • Bûk wisan ji mala bavê xwe hez dike, wekî iznê bidî wê pêxwas jî here.
  • Bûka apê kete kapê, bûka xalê delalîya malê.
  • Bûka malê rewşa malê.
  • Bûka malê raza qîz anî, gotin gunehkarî ya xulam e.
  • Bûka malê şuxil de xwe dixapîne, xortan re kevçî-kodika tîne.
  • Bûka çê ye-xasî dê ye.
  • Bûkek anî leze, da ga û peze, sivika malê dîsa ez e.
  • Bûkê tune zar-ziman, xwesû nîn e dîn-îman.
  • Bûka xala delalîya mala.
  • Bûkê xeniqandîye heft xesû, ji bilqînîya cêr tirsî.
  • Bûme bûk, bûme pepûk.
  • Çavê mela li ser bûka cîrana ye.
  • Çiqa jina rind be, dîsa mêrî tol e.
  • Damarî nabe dê-dak.
  • Dayîk heta derda, xwedê rabû berda.
  • Dê bû lê bû dêmarî.
  • Dayê bibîne, dotê bistîne.
  • Dengê qîza zû diçe mala kura.
  • Dê bibîne û qîzê bihebîne.
  • Dê bû dêmarî, bav bû filê Kavarê.
  • Dê çî ye, dot jî ew e.
  • Dê û dotê şer kir, kêmaqila bawer kir.
  • Dê hejandîye, dê mêjandîye.
  • Dê ji bavê şêrîntir e.
  • Dê û law şer kir, kêmaqila bawer kir.
  • Dê tev bavê weke cotê bask e.
  • Dêlik ne bi ba be, kuçik nare cem.
  • Dilê tirsonek sîngê gewr nabîne.
  • Dilê wî baltûzê girtîye, menîya jîna xwe digire.
  • Dilê dê û dotê ji hev dimîne.
  • Eger ez bibim keç ez zanim ez ê doxîna xwe çend cara girê bidim.
  • Eva dil e ne savar e, parîkî lê dixe û dibihure.
  • Ew pîreka zemanî ye, gellek gilî di binê wê de hene.
  • Ez dibêm: xadim im, ew dibê: ji lawik û qîzikan çi xeber.
  • Ga bide ga mirîya, jin bide jin mirîya.
  • Gerekê bûk bi dilê zava be.
  • Gotin apo: jina te kevir e, got: ji minetê çêtir e.
  • Gula sûretê jinan mêr e.
  • Her kezîsorek simbêlsorek li hembere.
  • Heta dilê dê nekevê qîzê nadê.
  • Heta xanim xemilî def û dawet kemilî.
  • Jin bedewîya emîr e.
  • Jin çav li der e, mêr xwelî li ser e.
  • Jin dara şikestî ye.
  • Jin dîwarê hundir e, mêr dîwarê derve.
  • Jin dibe bila bextê min hebe, bila çevekî min tunebe.
  • Jin dikare jina rê dagerîne, mêr nikare jina rê dagerîne.
  • Jin dikare mêra mîna destmala ser destê xwe bigerîne.
  • Jin dike malavayî.
  • Jin dimire mêr serbirî dibe.
  • Jin dinê de du tiştî dizîva cem xwe xweyî nake, xeynî dilketîyê xwe.
  • Jin gol e, mêr çem e.
  • Jin ew e zarê xwe xweyî ke.
  • Jin hene beranbarî sed mêrî ne.
  • Jin heye gula mêrê xwe ye, jin heye kula mêrê xwe ye.
  • Jin heye, ji mêran zêde ye.
  • Jin heye bira ye, jin heye birabir e.
  • Jin heye zevîya ber gund e.
  • Jin î hene, jan jî hene, merhema dila jî hene.
  • Jin jî heye, jinkok jî heye.
  • Jin jin gotî, mêr mêr gotî.
  • Jin kelha mêra ye.
  • Jin kanîya jiyînê ye.
  • Jin kelhe mêr girtîye.
  • Jin heye ku nola marê nîvkuştî ye.
  • Jin ku hez bike dikare kevir qul bike.
  • Jin mêr rûsipiî dike.
  • Jin mêr takî ne.
  • Jin ji mêra natirse wekî şerma wê tune be.
  • Jin ser jinê re heye.
  • Jin stûna malê ye.
  • Jin şûrê pişta mêrê xwe ye.
  • Jin û mêr, tevr û bêr.
  • Jina baş bê mene, birê mêrê xwe ye.
  • Jin tenê ji xwe şerm dike, ji kesekî şerm nake.
  • Jin û mêr ne fînoyê sor in, herro serê yekî bin.
  • Jina baş ji hezar mêrên xirab çêtir e.
  • Jina baş sebir e.
  • Jina bedew bela serîyan e.
  • Jina bê xwedî har dibe, mêrê bê xwedî jar dibe.
  • Jina bê xweyî şerm nake.
  • Jina bê zar dilê wê naşewitê malê.
  • Jina bî nakeve tu mala.
  • Jina bî zehf jê tê xeberdan.
  • Jina bî mîna meha Adarê ye, geh digirî geh dikene.
  • Jina bî dest ber rû ye.
  • Jina çê mêr radike.
  • Jina çê merivan dike wezîr, jina xirab merivan dike rezîl.
  • Jina du dotan dide xwe du lotan, ne li vir ne jî li Cizîra Botan.
  • Jina kê baş e, malan wan timî dewat e.
  • Jina kudkudo nekeve destê dijiminê min.
  • Jina kotî mêrê baş kotî dike, jina kotî mêrê kotî baş dike.
  • Jina mêr be dibê: dûrî min here hespê min texe.
  • Jina ne delal çavên mirovan diêşîne, jina delal dilê mirovan diêşîne.

Mela Mihyedîn

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply