Di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de Bihar û Bihariye

Têgeha biharê bi nêrîneke sethî di çarçoveya sêkoşeya kozmolojî, zeman û mekan de dikare bê pênasekirin. Lewra tevgerên kozmolojîk guherîna zeman bi xwe re tînin, bi guherîna zeman werzên salê derdikevin meydanê û bi guherîna werzên salê jî guherînên siruştî çê dibin. Loma di werzên bihar, havîn, payîz û zivistanê de taybetîyên siruştê ji hev cuda ne.

Di van werzan de flora, fauna û hêmanên siruştê dirûvên nû werdigirin. Lêbelê di nav her çar werzan de ya xwedîyê siruşteke cuda û taybet bihar e. Ev siruşta taybet a biharê ku tê de bedewî, aheng û geşbînî heye bala insanan kişandiye û roleke taybet bexşî wê kiriye ku werzên dî yên salê ji vê yekê bêpar mane. Bihar û siruşta wê çawa ji alîyê disîplînên curbicur ve bûye mijara lêkolînan, ji alîyê bedewîya xwe ve jî bûye mijara edebîyat û hunermendên peyvê.

Çi li şaristanîyên cuda yên dinyayê, çi di şaristanîya şerq-Îslamê de be ferq nake, bihar her dem temayeke girîng a metnên edebî ye. Ev yek çawa diyardeyeke edebîyatên erebî, farisî û tirkî ye, bi heman rengî diyardeyeke edebîyata kurdî ye jî. Di çanda edebîyata klasîk de helbestên bi temaya werzan bi navên taybet hatine binavkirin û “biharîye” jî ji helbestên bi temaya biharê re wek nav hatiye bikaranîn. Temaya biharê ewqasî bala helbestvanan kişandiye ku di encamê de biharîye di nav poetîkaya edebîyata klasîk de bûye yek ji cureyên edebî jî.

Iqlîma Kurdistanê û Bihar

Siruşt bi giştî ji hêmanên wek riwek (flora), heywan (fauna), av, hewa, ax û agir (çar element) pêk tê ku ev hêman bi awayekî pir zindî di siruşta biharê de jî tên dîtin. Ji hewaya paqij û xweş, co û çemên siruştî; baxçe, çiya û deştên hişîn; dar, giya, kulîlk û çîçekên bibîn; teyr û tilûrên dengxweş û kîvroşk û xezalên bedew wêneyekî temsîlî yê hêmanên biharê dikare bê derxistin. Ji ber ku dîmenekî bi vî rengî di biharên welatê kurdan de bê nuqsanî dikare bê temaşekirin, vî dimenî bê nuqsanî rengê xwe daye metnên edebî yên kurdî jî.

Aşkera ye ku heman dîmen li hemû welatan nayê dîtin û loma jî rengvedanê biharê di edebîyatên wan welatan de jî dê cuda be. Bi rehetî dikare bê gotin ku cudabûna iqlîmên welatan, bandorê li temaya siruştê ya edebîyatên wan welatan jî dike. Bo nimûne ji ber ku li welatên nêzî cemsara Bakur (wek Rûsya) iqlîma sar û li welatên nêzî iqlima çolê (wek Erebistanê) iqlîma germ serdest e, van iqlîman rengên xwe dane edebîyatên wan welatan jî. Eger di metnên edebî yên ku li Erebistanê hatine nivîsîn de, germ, havîn û çol serdest be, di metnên edebî yên rûsî de jî serma, zivistan û cemed dê serdest be.

Dema em ji vî alîyî ve li Kurdistanê dinêrin, em dibînin ku li Kurdistanê ne germa Erebistanê, ne jî sermaya Rûsyayê serdest e; çawa ku havîn, payîz û zivistan tên dîtin, bi heman rengî bihar jî li Kurdistanê tê dîtin û bi hemû alîyên wê yên xweş û geş û tê pêşwazîkirin. Loma temaya biharê bi hemû rengên xwe di nav metnên edebî yên kurdî de jî cihê xwe girtiye.

Ewlîya Çelebî dema di sala 1642an de çûye herêma Behdînan, ev diyarde bi çavên xwe dîtiye û tesbît kiriye. Çelebî dibêje ku dema li Behdînan Newroz tê zarok, mezin, zana û helbestvanên wan bi hev re diçin seyrangehan û helbestvanên wan li wan seyrangehan helbestên curbicur dixwînin (Evlîya Çelebî, Günümüz Türkçesiyle Evliya Çelebi Seyahetnamesi, YKY, Istanbul, 2010, b. II, r. 711-713).

Newroz û Bihar

Di edebîyata kurdî ya klasîk de Newroz tu caran ji biharê cuda nehatiye hizirkirin. Ji ber ku bihar bi Newrozê dest pê dike, Newroz ji bo biharê wek sembolekê hatiye qebûlkirin û bikaranîn. Bi rehetî dikare bê gotin ku di tevahîya tarîxa edebîyata kurdî de, bi hemû zaraveyên kurdî wek nîşaneyeke biharê behsa Newrozê hatiye kirin û Newroz wek sembola şadî û kêfxweşîyê hatiye destnîşankirin. Ji ber ku di edebîyata kurdî ya klasîk de komek metnên edebî yên bi temaya Newrozê peyda dibin, ev helbestên bi vê temayê bi navê “Newrozîye”yê cureyeke edebî jî saz dikin.

Fonksiyonên biharîyeyan

Nivîskar û helbestvanên kurd ev hezar sal heye ku hest, hizr û zanyarîyên xwe di nav estetîk û ahengekê de bi kurdî îfade dikin. Mijara siruştê ku temaya biharê jî beşek ji wê ye, digel mijarên dîn, tesewif, felsefe, hikmet û evînê bûye yek ji mijarên karakterîstîk ên edebîyata klasîk. Bawerîya helbestvan temayên dînî-tesewifî, eqlê wî temayên felsefî-hikemî, derûnîya wî temayên evînî û cîhana wî ya derekî jî temayên siruştî encam didin û ev tev bi hev re kesayeta wî ya edebî derdixin meydanê. Li gor doktrîna tesewifa felsefî siruşt bi serê xwe ne xwedîyê hebûnê ye. Hebûn yek e ku ew jî hebûna Xweda ye. Siruşt jî di nav de tiştên ku em hebûnê li wan bar dikin wek siha Xweda ne. Çawa ku hebûna sihê ne heqîqî ye, hebûna siruştê jî ne heqîqî ye. Hemû dîmenên siruşta biharê tecellîya nav û sifetên Xwedê ne. Helbestvanê klasîk ji vî alîyî ve bi nêrîneke ontolojîk siruştê bi Xweda ve girê dide, ji alîyekî ve jî dikeve bin bandora bedewîya siruştê û ji siruştê zewq û heyecaneke derûnî werdigire. Ev zewqa ku helbestvan ji siruştê  werdigire di nav geşbînî û bedbînîyê de bi kêfxweşî û istiraba wî ya evînî re têkel dibe. Lewra bedewîya yara helbestvan dişibe bedewîya bêsînor a biharê, lêbelê çawa ku bedewîya biharê bi sînor e, wusleta bi yarê re jî bi sînor e. Çawa tê dîtin helbestvanê klasîk siruşta biharê di nav têkilîyeke sê alî de dinirxîne ku ew jî Xweda, siruşt û insan in û di vê têkilîyê de cihekî navendî bexşî siruştê dike. Ji bilî vê şîroveya ontolojîk ku li siruşta biharê tê barkirin, divê bê îfadekirin ku heta dereceyekê rengê çanda civakî û siyasî ya serdema wan jî di biharîyeyan dikare bê dîtin. Di sedsala me de digel van fonksiyonên navborî, fonksiyoneke neteweyî jî li biharîyeyan hatiye barkirin û bihar wek sembola rizgarî û azadîyê hatiye dîtin.

Estetîka biharîyeyan

Ji ber taybetîya karakterîstîk a edebîyatê, dema helbestvan bi van perspektîfan behsa siruşta biharê dike, xala ku jê tewîzê nade estetîk û hunera metnê edebî ye. Siruşta biharê ji helbestvan re dibe mecalek ku hunera xwe ya bilind derxe meydanê û hêza xwe ya helbestvanîyê nîşan bide. Helbestvan di vê çarçoveyê de serî li gelek hunerên edebî dide ku teşbîh, mecaz/istî’are, teşxîs û intaq hin ji wan in. Herweha metnên xwe yê edebî bi ahenga melodîk a kêş, serwa, tekrîr, muwazene, cînas û alîterasyonê û bi teşeyên curbicur ên nezmê dixemilîne.

Helbestvanên biharîyenûs

Dikare bê gotin ku hemû helbestvanên kurdan bi awayekî cih dane temaya biharê. Lêbelê hinan ji wan girîngîyeke taybet dane biharîyeyan û bûne nûnerên vê cureya edebî. Di tarîxa edebîyata kurdî de cureya biharîyeyê di serdema mîrektîyên kurmancan de di sedsalên XVII û XVIIIem de gelekî pêş ketiye û gihîştiye asteke bilind a edebî. Di vê serdemê de Feqîyê Teyran, Ehmedê Xanî, Sewadî, Mela Bateyî û Mela Mensûrê Girgaşî wek nûnerên herî girîng ên biharîyeyan derdikevin pêş. Di serdema piştî mîrektîyan û dawîya Osmanîyan de Şêx Ebdurehmanê Aqtepî û lawê wî Şêx Eskerî û di sedsala me de jî Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Mela Ehmedê Nalbend, Mela Ehmedê Zinarexî û Mela Ehmedê Mermerî wek nûnerên girîng ên biharîyeyan derdikevin pêş. Hêjayî gotinê ye ku helbestvanê dawî Mela Ehmedê Mermerî geştnameyek jî nivîsîye ku ew jî cureyeke binbeş a biharîyeyê ye. Di geştnameyan de li ser geştên ku di biharê de tên lidarxistin û kesayetên ku beşdarîya geştê kirine tê rawestan. Di hewzeyên dî yên edebîyatên kurdî de jî nûnerên biharîyeyan hene. Salim û Wefayî ji bo edebîyata kurdîya soranî û Mewlewî jî ji bo edebîyata kurdîya goranî/hewramî wek nimûne dikarin bên dayîn.

 

Metnên nimûne

Li jêrê ji helbestên bi temaya biharê guldesteyek hatiye bijartin:

 

Baba Tahir

Behar amed be sehra û der û deşt
Cewanî hem beharî bud û biguzeşt
Serî qebrî cewanan lale rûye
Demî kî mehweşan ayen be gulgeşt

 

Melayê Cizîrî

Reyhan û sunbul tê hene sed çîçek û gul tê hene

Zerbav û bulbul tê hene ew baxçeya gulzarê xet

Allah li min hubba te çi şekker û nebat e

Ji nû ve dê ciwan bim ger bihn bikim gula geş

Buxçeya sorgul di geş tê çîçek û reyhanê reş tê

Dilrubayan tîne geştê sunbulan ta ta sema ye

 

Ehmedê Xanî

Di fesla Nûbiharê de digel dilber biçin geştê

Ji ew xweştir umur nabit li min ev hal qewî xweş tê

 

Her yek ji newal û kûh û deştan

Reh şubhetê goşeyêd biheştan

 

Xergûş û xezal û gûr û ahû

Ev qaz û quling û kebk û teyhû

 

Kerker diçerîn li koh û deştan

Ref ref difirrîn di nêv biheştan

 

Fesla bigerin li geşt û seyran

Nêçîrê biken ji wehş û teyran

 

Sewadî

Baê seherê ji bêhnê sunbil

Dunya kiribû tijî qerenfîl

 

Dunya wekû cenneta Îrem bû

Sed rengî şibîte bûqelem bû

 

Ew çîçek û sorgul û nebatat

Bûn me’det û zînet û cimadat

 

Dil hey dikirin sedayê bilbil

Şeydayê cemalê alê sorgul

 

Mela Mensûrê Girgaşî

Subhan ji Şahê bêçûn çi biharek keskûn e

Qadirê “kun feyekûn” ji erdan derbûn ‘iyûn e

Kuh(i)sarê di mehzûn bi izna wî vebûne

 

Cûbar û bax û bistan kamil bibûn tevave

Şehlûl û ‘endelî bûn meşyane hatin nave

Cewab bibine reqîban wal’ nergiza xunav e

 

Cegerxwîn

Bihar xweş e çaxê gulan.

Çaxê kulîlk û sinbilan.

Newroz û sersala dilan.

Kengî bi xêr bêtin bihar?

 

Zanim bihar azadî ye.

Serbestî û dilşadî ye.

Doza me cejna madî ye.

Kengî bi xêr bêtin bihar?

BASNEWS.COM

Derbar Çand Name

Check Also

‘Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, Bo Xebaten Kurdewar Wek Jêderkekê ye’

Serê sedsala 20an di nav sînorên osmaniyan û de liv û tevgerên girîng diqewime. Nexasim …

Leave a Reply