DI EDEBIYATA KURDÎ DE ROMANTÎZM Û SEMBOLÎZM

Kurd romantîk in. Jiyana Kurdan romantîk e. Jiyana her Kurdekî dikare bibe romanek romantîk. Di berhemên edebiyata Kurdî yên klasîk û modern de romantîzm cihekî girîng digire. Di edebiyata Kurdî de sembolîzm jî cihekî taybetî digire. Gelek berhemên edebiyata Kurdî bi romantîzm û sembolîzmê hatine nexşandin. Her çiqas sembolîzm û romantîzm piştê salên 1800ê li Ewropayê wek herikandinên -ekolên- edebî derketine holê jî, beriya wan de di berhemên Kurdî de, li gor maneya navê xwe romantîzm û sembolîzm hebûne. Di pirtûka Zend Avesta, Mem û Zîn, dîwanên Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran de hem sembol hene û hem jî romantîzm heye. Pirtûka Zend Avesta û Mem û Zîn bi gelek sembolan hatine honandin.

Di hinek berhemên edebî de cure cure heywan wek sembolê têt nîşandan. Wek Mar, Kevok, Zûmrûdê Anka, Çûçik, Tawis -anku Melekê Tawis-. Ahmedê Xanê, hinek însanan wek sembolan nîşan daye. Mem gelê Kurd, Zîn jî Kurdistanê sembolîze dike. Mem û Zîn sembola evînê ne. Sembola evîna welatperweriyê ne. Beko ewan sembola xirabiyê ye. Tajdîn û Arif sembola dostaniyê, hevkariyê, alîkariyê ne. Evîna Mem û Zînê evîneke romantîk e. Ehmedê Xanî di berhema xwe ya nemir de gelek navê sembolîk bi kar aniye. Wek; Tavbanû, Hîvbanû, Stêrbanû. Wî sembola Rojê, Hîvê û Stêrê di navê însanan de daye nîşandan.

Ekolên edebiyatê yên navnetewî di nav Kurdan de hêj nû ne. Yanî edebiyata Kurdî heyamên edebî yên navnetewî -her wekî sembolîzm, romantîzm, naturalîzm, sûrrealîzm û hwd. -hêj nû dijî. Helbet hinek nivîskarên Kurd bi her awayî girêdayî ekolan nîn in. Di berhemên wan de tesîra ekolên cuda hene. Di nav Kurdan de bi xurtî ekola sembolîzmê û romantîzmê bi maneya xwe ya ekolî kêm e. Di berhemên edebî yên Kurdî de bi maneya ekolî ya ekola sembolîzmê û romantîzmê berhem hindik in, gelek kêm in.

Lê bi maneya navê xwe û li gor naveroka navê xwe di berhemên edebî yên Kurdî de sembolîzm û romantîzm hene û xurt e. Di her berhemî de gelek sembol hene. Wek motîf, wek sembol di her berhemên edebî de hene. Di berhemên edebî de, ne hemû lê di hinek beşan de romantîzm heye. Behsa jinek, di hinek ciyan de behsa evînek rengê romantîzmê dide. Di edebiyata Kurdî ya devkî de, di efsane û destanên Kurdî de, di evîna Yusuf û Zuleyxa de, di evîna Siyabend û Xecê de, di destanên lehengên Kurdan, Kerr û Kulik, Rustemê Zal û hwd. de, gelek sembol û bi giranî jî romantîzm heye.

Di berhemên edebiyata Kurdî yên dema me -yên nûjen- de jî sembolîzm û romantîzm hene. Di berhemên Hesenê METÊ de, di hinek ciyan de sembolîzm, di hinek beşan de romantîzm heye. Lê Hesenê Metê wek nivîskarekî Kurd sembolîst jî nîne û romantîk jî nîne. Di berhemên Rahmertî Mehmed UZUN de jî sembolîzm û romantîzm hene. Lê berhemên Mehmed Uzun wek herikandina edebî, wek ekol, girêdayîyê sembolîzmê û romantîzmê nîne. Mehmed UZUN bi ekolên navnetewî ve girêdayî nîne. Mehmed UZUN nivîskarekî sembolîst nîn e. Lê di romanên wî de hin mebestên din jî hene ku ew vekirî nayên gotin. Ev bêtir di romana diduyan û ya sisiyan de hene.Û Di romanên wî de tahm û bîhnên rabirdû û tarîxê xurt in û her mîna romana siyemîn û ya çaremîn, cîh û war, bûyer û pêwendî, leheng û qehremanên romanê bi xwe jî, ji dewr û dewranên bihurî ne. Lê belê, di esasê xwe de, mebest îro ye, hal û hewalê îro ye. Meriv çiqasî dikare vê yekê bi sembolîzm û zimanekî remzî girêbide… Êdî ew şixulê lêgeran e.

Di berhemên Firat Cewerî, yên min (Lokman Polat) û yên Şahînê Bekirê Soreklî de jî cîh bi cîh sembolîzm û romantîzm hene. Di hinek kurteçîrokên me de carna bi giranî sembolîzm û romantîzm xwe didin nîşandan. Kurteçîroka ku Firat Cewerî nivîsîbû û di kovara Nûdemê de hatibû weşandinê -kurteçîroka bi navê “Romanseke Çilmisî” kurteçîrokek romantîk e. Di vê kurteçîrokê de sembolîzm jî heye. Rindiya keçikê sembola bedewiyê ye. Ku mirov yeko yek kurteçîrokan bigirê destê xwe di gelekan de sembolîzm û romantîzm heye.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply