Şemî , 4 Tîrmeh 2020

Di Edebiyata Kurdî de RÊZEROMAN

Li bakurê Kurdistanê edebiyata kurdî a nûjen hêj nû ye. Lewre jî hinek şêweyên berhemên edebî yên modern hêj nû di nav edebiyata kurdî de cihên xwe girtine. Kurteçîrokên modern ku ji alî nivîskarên kurd yên niha ve têne nivîsîn û çîrokên gelêrî yên berê newekhev in. Çîrokên ku di edebiyata devkî a kurdî de hene û çîrokên ku niha bi şêweyeke nûjen/modern û postmodern têne nivîsîn bi her awayî ji hevûdu cuda ne.

 

Roman, kurteroman û novelên nûjen yên ku niha ji alî nivîskarên kurd ve hatine afirandin nû ne. Di edebiyata klasîk û ya devkî de tiştên weha tunin. Di edebiyata kurdî a modern de afirandina rêzeromanên kurdî ji afirandina roman û novelên kurdî jî nûhtir e. Rozeromanên kurdî di van salên dawîn de di nav edebiyata kurdî de cihê xwe girt. Nivîskarên kurd yên ku rêzeroman nivîsîne neewqas pir in. Çend nivîskarên kurd rêzeromanên kurdî nivîsîne û bi nivîsîna rêzeromanên xwe edebiyata kurdî û herweha romana kurdî pêş xistine, dewlemend kirine.

 

Di nav edebiyata kurdî ya rojhilatê Kurdistanê de rêzeromanên kurdî hene yan na ez nizanim. Bi qasê ku ez zanim di vê beşa Kurdistanê de romana kurdî pêş neketiye, dewlemend nebûye, qels maye. Li bin xetê – başûrê biçûk ê rojavayê Kurdistanê – hinek nivîskarên kurd çend romanên kurdî nivîsîne, lê di nav wan berhemên edebî de rêzeroman tunin. (Heger hene haya min jê tune.) Li başûrê Kurdistanê bi qasê ku ez zanim nivîskarê kurd ê başûr Nusret Caf rêzeromaneke ku ji heşt cildan pêk hatiye nivîsiye û weşandiye. Dibe ku hinek nivîskarên din yên başûr jî rêzeroman binivîsin, lê haya min jê tune. (Romanên hinek romannivîserên kurd ên başur bi kurmancî li bakurê Kurdistanê hatin weşandin. Herweke romanên Bextiyar Elî, Mardîn Îbrahîm, Ferhad Pîrbal û yd.  Lêbelê romanên Nusret Caf hêj bi kurmancî nehatiye weşandin.)

 

Di edebiyata kurdî de herî pir rêzeroman ji alî kurdê bakurê Kurdistanê ve hatine nivîsîn. Nivîskarên kurd yên ku li bakurê Kurdistanê rêzeromanên kurdî nivîsîne ev in : 1 – Mehmed Uzun, 2 – Laleş Qaso, 3 – Lokman Polat, 4 – Mazhar Bozan, 5 – Yaqob Tîlermenî, 6 – Hesen Huseyin Deniz, 7 – Diyar Botî, 8 – Dîlawer Zeraq, 9 – Mihemed Dehsiwar û hwd, ên ku navên wan nehatin bîra min û min navên wan li jor nenivîsî, bila li min biborin.

 

Li gor agahdariya ku min wergirt, dibêjin di nav nivîskarên kurd yên Kafkasyayê –Sowyeta berê – de hinek nivîskarên kurd rêzeroman nivîsîne. Navê nivîskarê kurd Egîdê Çerkez û Areb Şemo tê gotin. Min bi xwe heta niha tu berhemeke Egîdê Çerkez nexwendiye. Rêzeromanên wî henin yan tunin, ez nizanim. Hinek berhemên Arab Şemo weke rêzeroman dihesibînin, bi min berhemên wî weha nin in. Heta hinek ji berhemên wî romanin yan neromanin, tê minaqeşe kirin, bi min jî, ew jî mijara minaqeşeyê ne.

 

Rêzeroman romanên ku ji du, sê, çar heta heşt, deh pirtûkan pêk tên, yanî weka çend cîldan in û berdewama hevûdune re tê gotin. Bi tirkî ji rêzeromanê re “nehîr roman” dibêjin. Yanî romana çemî. Anku ev şêwe roman weke çem herikbar e, bi hevûdu ve girêdayiye, berdewama hevûdu ye. Rêzeromana Mehmed Uzun “Hawara Dijle” ji du cîldan pêk tê. Rêzeromana Laleş Qaso ji sê cîldan Pêk tê. Rêzeroman Min-Lokman Polat- ji çar cîldan pêk tê. Ya Mezher Bozan ji pênc cîldan pêk tê. Rêzeromanên Yaqob Tîlermenî , Hesen Huseyin Deniz û Diyar Botî her yek ji du cîldan pêk tên.

 

Divê lêkolînvanên edebiyatzan yên kurd li ser şêweya nivîsîn û naveroka rêzeromanên kurdî lêkolîn bikin, rexnegirên edebî bi şêweyeke edebî rêzeromanên kurdî analîz bikin û xwendevanên kurd jî rêzeromanên kurdî bixwînin.

 

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Lokman Polat

Dikarê vê jî bixwênê

Perwerdeya Taybet

Perwerdeya taybet; ew kesên hewcedarê perwerdeyeke ji rêzê cuda, li gor kanîn û kêrdariyê ji …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.