Di Dîwanên Kurdî de Pesnê Pêxember (s.)

Di Dîwanên Kurdî de Pesnê Pêxember (s.)

Di edebîyata Îslamî de edetek zahf girîng û bê hemta heye, pêwîste ku em îro li ser baş bifikirin û binêrin  ka li pişta  wê  çi heye  û çima hatîye danîn. Ev edet jî ev e: Wekî ku yek dest bi nivîsandina kitêbekê bike çi mijar be bila bibe, pêşî bi navê Xwedê dest pê dike, dûvre bi pesn û hemdê Wî û dûvre bi selawatdana li ser Pêxemberî û al û eshabên wî didomîne. Vêca evê edetê bi taybetî di dîwanan de cihek girîngtir girtîye. Dîwan baxusus terzê mesnewî, di beşa pêşîn ya jêre tête gotin dîba ce de pêşî bi pesnê Xwedê, medhê pêxemberî, mîracname, sedema nivîsandina kitêbê û bi îthafa bo hakimê wê demê dest pê dike û piştî van tevan diqedîne dûvre dikeve mewzû behsa mijara taybetî de.

Wekî ku em lêkolînek piçûk bikin emê bibînin ku li pişta vê edetê  hedîseka  Pêxemberî  heye ku ew wiha dibêje:

“Çi karê girîngê ku bi pesindana Xwedê dest pê nekiribe ew kar qutbûyî ye, bê bereket e.”

Li  gorî  rîwayeta  ‘Ebdulqadir er-Rehavî ev hedîs wiha didome: “… û bi selawatdana li ser min ew kar qutbûyî ye û ji bereketê mehrûm e.”

Di rîwayeteka dîtir de wîlo ye: “Çi karê girîngê ku bi Bismillahirrahmanirrahim ê dest pê nekiribe ew bê bereket e.”

Zanyarê  ilmê  hedîsê  Eclûnî dibêje  ev hedîs  di dereca  hesen de ye.1

Bi vê hate zanîn ku çavkanîya vê edetê hedîs û sinneta Pêxember e. Yanî bi tebîra dînî ev kar sinnet e. Weke ku mirovê misilman di her kar û barê xwe de dema dest pê dike bi navê Xwedê dest pê dike ye. Dema mirov derê kîjan kitêbekê heta nivîsên piçûk weke nameyan jî veke, mirov yê bibîne waye di serî de Bismillah, pesnê Xwedê û selewata li ser pêxembe rî heye. Wekî em derê Qur’ana Pîroz vekin emê bibînin ku ayeta pêşîn Bismillahirrahmanirrehim  e û sûretê pêşîn el-Fatîha jî bi hemdê Xwedê dest pêkirîye. Belê mixabin ev sinnet îro ji hêla zehf bawermendan ve hatîye windakirin û ji erdê rabûye.

Bi rastî em vê edetê bi şiklê ku di mesnewîyan de heye bi zehftirî di edebîyata îslamî ya neteweyên fars, tirk û kurd de dibînin. Di dîwanên erebî de ev kêm tête dîtin. Vêca yê ku pêşîyê dest bi vê edetê kirî û bi vî şiklî  di mesnewîyan de nivîsandiye li gor zanebûna me Nizamî Genceî ye; ewê ku mesnewîya xwe ya bi nav û deng Leylî û Mecnûn di sala 583ê hicrî de nivîsandîye. Çendî ku Genceî kurd jî be, belê ev xebata xwe bi zimanê farisî nivîsandîye.2

Di vê nivîsê de emê bi taybetî li ser pesindana pêxemberî di dîwan û mesnewîyên kurdî de bisekinin. Me şuxul li yên dîtir nîne. Vêca emê lêkolîna xwe bi ferehtirî li ser Mem û Zin a Ehmedê Xanî, Leyla û Mecnûn a Haris Bitlisî (Sewadî), Yûsûf û Zuleyxa a Selîm Silêmanî bikin. Emê çavnêrînekê li Dîwan a Melayê Cizirî û Melayê Bateyî jî bikin.

Dema em çavê xwe li ser beşa pesindana Pêxemberî di dîwanan de derbas dikin em dibînin ku mesele li ser van mijaran digere:

Zorbûn û mihalbûna wesfê pêxemberî bi şiklek layîqê Wî

Helbet Pêxember (s.) ji bilî beşerîyetê ne di meqamek dîtir de ye. Belê ji ber ku ew çêtirînê mirovan û heyînê ye ji cîhet ku Xwedê ew bijartî ye vêca em mirovên gunehkar xwe layiqê medihkirina wî nabînin. Lewra encaq ew Xwedayê ku bo pêxembertîya dawî ew hinartîye ewî bi layîqîtî medih bike. Ji ber vê yekê nivîskarên dîwaneyan bi temamî vê eczîyeta xwe dîyar dikin. Mesela Ehmedê Xanî wiha dibêje:

  • Ey Padîşahê bilindepaye!
  • Xurşîdê felek nişîn û saye!
  • Ne’tê te bi ilmê min mihale
  • Meddah-i ji bo te Zilcelale
  • Ez dê çi bibêjim ey Şehînşah!
  • Wessafê te ye kelamê Ellah
  • ………
  • Her ev bes e ey Hebîbê Muxtar!
  • Barî ji te ra bi jî te sond xwar.3

Xanî, dibêje: ma piştî ku Xwedê bi heyata pêxemberî sond xwarî, wekî dîtir ezê ji vê mestir çi medhê bo wî bikim. Weke tête zanîn sond, ji bona ku mirov muxatebê xwe îqna bike bi heyînek mezin û pîroz tête xwarin. Ev edetek carî ye li ba hemî gelên dinyayê baxusûs di nav ereban de zahftir  belav  e. Xanî  bi vê, îşareta  bal vê ayeta hanê vedike:

“Ez sond dixwum bi heyata te hindî ewên dê bimînin di serxweşîya xwe de û wê têda bigevizin.”4

Selîm Silêman jî di mesnewîya xwe ya bi navê Yûsûf û Zelîxayê de îşareta bal vê sondxwarinê ve dike û wî dibêje:

  • Sond xwarî bi te Xwedayê Xeffar
  • Muxtar tu kirî cenabê Settar5

Sewadî  jî bi eynî  şiklî  muhalbûna  wesifdana Pêxemberî wisa îfade dike:

  • Tefsîl e li mucmela te ‘alem
  • Şerha te ne mumkînat û Adem6
  • Ha(r)is çi medih ke bo qedîmî
  • Memnûl’i mîsal e bo edimî.7

De’wa Pêxemberî

Bi rastî, yê ku de’wa Pêxemberî  bi kurtî û bi kemalî tarîf kirîye Ehmed Xanî ye. Ew di vî warî de vê gotina ku hêja ye bi zêr were nivîsandin dibêje:

De’wa xwe dikir bi dest û ezman

  • Destê wî bi şûr, û dev bi Qur’an
  • Xweşxilqet e, hem Resûl e hem Mîr
  • Pirhikmet e, hem Kîtab e hem şîr.8

Piştî vê Xanî, berê wan kesên ku şibhe û gumanên wan hene di derheqê de’wa Pêxemberî de dide Qur’an û hedîsên Pêxember, û dîyar dike ku heke hûn li mûcizatan bigerin eve Qur’an û hedîs ew besî we ne.

Xanî halo dibêje:

  • Xelqê heye şibheyek di dînê
  • Behsê bi cedel biket ji dînê
  • Qur’an û xeber çi mi’cîzat in!
  • Ayet û siwer çi beyyînat in!9

Aferandina gerdûnê bo pêxemberî

Bi rastî ev bawerîyek zahf xerib e û li min jî zahf ecêb tê. Lewra ne di Qur’an’a  pîroz,  ne jî di tu hedîsên sehîh de em liqayî cumleyek, kelîmeyek an jî herfeka ku vê manê bide nayên. Wekî din em rabin bêjin naxêr qesda xwudanê van gotinan jî ne ev e û rabin van gotinên weke tavê dîyar bi maneyên dîtir tewîl bikin ew jî wê ne di cihê xwe de be. Vêca ya baş ew e ku weke di her halên wilo de ya pêwîst ewe ku em li gorî Qur’an û hedîsên sehîh herin, weke ku Xanî jî berê me didête wan. Erê,  Pêxember  ne  qasidek  rût  e,  bêguman  ew weke ku Xwedê wesfê wî dayî xwudanê exlaqek pirr mezin e, belê ew ji bilî beşerîyetê ne di meqamek dîtir de ye, Ew bendeî Xwedê ye û Resûlê Wî ye. Vêca ji cîhet fikir ve emê li gorî prensiba  ku dibêje: “Ya zelal bigire û ya şêlû berde.”

Xanî, vê maneyê halo îfade dike:

  • Hêja ne zemîn, ne ev sema bû
  • Ew serwerê cimle enbîyan bû
  • Xelqa felekan ji bo wî rabû
  • Secda melekan ji bo wî rabû
  • Ew rehmetê cimle alemîn bû
  • Adem di meyanê ma û tîn bû
  • Pêxemberê cem’ê cuz’ û kul bû
  • Adem bi xwe hêj-i av û gil bû10

Melayê Batê hima bêje eynî cûmlan bi kar tîne û wiha dibêje:

  • Li erşê nêrgiza pakî
  • Ji bo wî hate kêşanê
  • Ji bo wî çêbû ev alem
  • Nebî bû hêj herî Adem
  • Di exbara weku xatem
  • Çiraxê ehlê îmanê11

Melayê Cizîrî jî nêzîkê vê maneyê wiha dibêje:

  • Îsmê te ye mektûbe di dîwana qidem da
  • Herfek qelemî îlmî bi teqwîmî reqem da
  • Eşkal û xetên daîre ê noqte ê ilmin
  • Ev neqş û mîsalin di xeyalati edem da
  • Mim metle ê şemsa ehed ayîne sifet kir
  • Lami’ ji ereb berqê li fexxarî ecem da.12

Vêca wekî em lêkolînekê dikin ka mesneda vê fikrê çi ye, em dibînin wê wan bi xwe ev mesned dîyar kirine. Ew jî ev hedîsa hanê ye: Li gor rîwayetê Pêxember gotîye: Xweda Teala gotîye: “Heke ne tu bayî min ev feza (gerdûn) nediafirand.”13

Alimên ilmê hedîsê di derbareyê vê gotinê de dibêjin ev hedîs ji cîhet seneda xwe ve û ji cîhet maneyê ve ne durust e. Bi rastî, ya ku ji cîhet senedê ve ne durust e ev têde xîlaf nîne û hemî alim di vê fikrê de yekfikir in. Belê ya ku ji cîhet maneyê ve ne durust, di vê de xîlaf heye. Mesela wekî Eclûnî behsa vê hedîsê dike wiha dibêje: “Sen’anî dibêje ev hedîs mewzu e (yani îftîrayeke li ser devê Pêxemberî) belê çiqas ku ne gotina Pêxemberî be jî mana wê durust e.”14  Lê bi rastî çenda ku Eclûnî mana vê hedîsê durust bibîne jî ev gotin li gorî van ayetê li xwarê bi tu miqamî ne durust e. Xweda di derbareyê sedema aferandina însan û cinan de wiha fermandîye: “Min cin û insan enceq ji bona ku perestîya min bikin aferandine”15

Û  di  derbareyê  sebebê  aferandina  tiştên  di dinyayê de hene jî wiha fermandîye:

  • “Yê ku tiştên di erdê de heyîn tevde ji bona we çêkirin, Ew e (Ellah)”16

Ehmedê Xanî wiha îşaretî bal vê hedîsê dike:

  • Ey Padîşehê serîrê “Lewlak”!
  • Rabe here asîmanê, çalak.17

Bateyî jî wiha dibeje:

  • Xwudanê textê “Lewlakî”
  • Suwarê heft-i eflakî

Sewadî jî wiha gotîye:

  • Mesned ji te ra tîbaqê eflak
  • Huccet ji te ra beratê “Lewlak”18

Selîm Silêman jî wiha dibêje:

  • Paye ji te ra hedîsê “Lewlak”
  • Rutbe ji te ra urucê eflak19

Mesela duqetbûna heyvê

Dema ku Pêxember li Mekkeyê berîya ku hîcretê Medînê bike, mişrîkan ji Pêxember xwestin ku mûcîzeyekê nîşanê wan bide da ku pê bawer bikin. Vêca Pêxember bi tilîya xwe îşaretî bal heyvê ve kir heyv bû du qet. Belê cardî jî ewan mişrîkan gotin, ev sihr e, em bawer nakin. Xweda jî di derbarê vê bûyerê de wiha ferman kirîye: “Qîyamet nêzîk bû û heyv bû du qet.”20  Îbn Kesîr, dema vê ayetê tefsîr dike wiha dibêje: “Ev bûyer di zemanê Pêxember de çêbûye. Ev bi hedîsên sehîh yên di dereca tewaturê de sabit e.” Piştre jî çend mînakan ji van hedîsan pêşkêş dike.21

Xanî dibêje:

  • Şeqqel-qemera te yek îşaret
  • Zaxel-besera te yek îbaret22

Sewadî dibêje:

  • Bê lewh û qelem tilî qelem bû
  • Şeqqa qemerê ji bo reqem bû.23

Selîm Silêman jî wiha dibêje:

  • Ey gulbînê gulşena şefaet
  • Şeqqa qemerê te kir îşaret24

Rakirina hukmê Încîl û Tewratê

Bêguman dîn li cem Xwedê yek e ew jî îslam e. Dînê  pêxemberan  tev  de  yek  bû.  Tewrat,  Încîl, Zebûr tevde kitêbên vî dînî ne. Bo vê yekê Qur’an jî dewama van kitêbên semawî ye û wan tesdîq dike.  Belê  Xweda  (c.c.)  di  zehf  ayetên  Qur’ana pîroz  de behsa  Cihû û Filehan  dike û qiseta  ku çawa  ev  kitêb  guhertine,  pê  leyîstine,  tiştin  jê derêxistine û tiştin lê zêdekirine ji me re dike. Bo vê yekê Xweda Qur’an ji pêxemberê xwe yê dawî re şîyand da ku cihê wan kitêbên dîtir bigire û pê dînî temam bike. Vêca wextê tête gotin Qur’an ê hukmê wan kitêbên dîtir rakirîye mana wê eva me şîrove kirîye ye.

Xanî bo îfadekirina vê bûyerê wiha dibêje:

  • Mensûxî kirin wî dîn û millet
  • Ma’lûlî kirin elîl û îllet
  • Gava ewî dîn kir aşîkara
  • Dawûdî-yû Sibtî-yû Nesara
  • Tewratê ewan ji bîr kir ekser
  • Încîl û Zebûr-i çûn ji ezber
  • Îsayê dema dixwend-i Încîl
  • Behsa wî di kir bi wehy û tenzîl
  • Go: “Mijde didim Resûlê Emced
  • Dê paşê me bê bi navê Ehmed.25

Melayê Bateyî jî wiha dibêje:

  • Xwudanê wehy û tenzîlê
  • Bi eqlamê, bi te’cîlê
  • Qelem da nesxê Încîlê
  • Nema Tewrat û Xeclanî
  • Çi Încîl û çi Tewrat in
  • Di mensûx û di mulxa tin
  • Bi wî navî musemma tin
  • Hukum çû kenzê rehmanî26

Sewadî dibêje:

  • Mensuxî kirî kitêb û dînan
  • Nûra beserê dilê yeqînan.27

Mîrac

Mî’rac ji bûyera hilketîna Pêxemberî ji Mekkê heta gihaştina Sidretû’l-Muntehayê  re tête gotin. Ev bûyer ji mû’cîzatên Pêxemberî tête hesabê û bi hedîsên sehîh sabit e û di çêbûna wê de xilaf nîne. Belê alim di derbareyê şiklê vê seferê de ka bi rih bû, an bi rih û bi bedenê bû de îxtîlaf kirine. Vêca li gorî ku ji dîwanên kurdî hatî fêhmkirin nivîsarên van dîwanan di qenaeta ku ev bûyer hem bi rih û hem bi beden çêbûye de ne.

Xanî dibêje:

  • Ey Padîşehê serîrê “Lewlak”!
  • Rabe here asîmanê, çalak.28
  • Hazir ji te ra Buraq û Refref
  • Şatir bi te ra Ferîşte ref ref
  • Da ref’i bibin ji ber te perde
  • Bê perde digel Xwedê xeber de!29

Bateyî dibêje:

  • Şeva ew çûlye Mî’racê
  • Çi xulxul kefte eywanê
  • Çi xulxul hate ez xebra
  • Sedayê gonbeda xedra
  • Ke “Subhanellezî esra”
  • Ji Qudsê Çûlwîye dîwanê30

Sewadî dibêje:

  • Her zerekî xakê rahê mî’rac
  • Idrîs û Mesîhî kir’ne zertac.31
  • Axir ji evê mu’ensera ferş
  • Barî tu birî temaşeya erş
  • Cibrîl û Bûraq û hulle der dem
  • Hatin ji te ra delîl û muzlem
  • Derhalê gihaye asîmananî
  • Helqe ji mehê di goşî danî
  • Ulwî û melek dibûne Hazir
  • Bilcumle li Şewketa te nazir.32

Selîm Silêman jî dibêje:

  • Barî tu birî semayê e’la
  • Şubhe me nema ji bo te esla
  • Fewca melekan ji bo te sef sef
  • Ew hatine pêşîya te ref ref
  • Evrenge kirin zîyareta te
  • Şadab bûyîn bi re’feta te
  • Hîna tu gihayî erşê alî
  • Cibrîl gerîya ji ba te xalî
  • Cismê xwo te kir cûda ji canî
  • Ruhê te gihaye “Lamekanî”
  • Ey seyyîdê şehsuwarê kewneyn
  • Weqtê tu gihayî “Qabe qewseyn”
  • Dest da ji te ra huzurê sermed
  • Hasil ji te ra cemî’ê meqsed

Wesfên Taybetî

Di dîwanên kurdî de ji bilî van mijarên me şîrove kirin hinek wesfên Pêxemberî yên ku taybetîyên wî ne jî behsa wan tête kirin. Ji van ya ku herî balkêş dîtina wî hem ji pêş û hem ji paş e.

Tiştê ku misilman tevde têde hemfikir in ew e ku Pêxember bi tu miqamî ji beşerîyetê ne bi dere û ji cîhet însanîyetê ve ji tu mirovan ne cûda ye. Qur’an jî vê heqîqetê di zehf deran de dide îlankirin. Bo vê yekê ev îddîa xîlafê Qur’anê ye. Weharenge xilafê waqiê ye jî. Belê ku Xwedê bi wasita wehyê tiştinan pê bide zanîn ew meseleyek dîtir e.

Hem Xanî û hem jî Mele Xelîlê Sêrtî vê fikrê bi bawerî qebûl dikin.

Xanî wiha dibêje:

  • Hindî ku ji pêş ve ba xeber bû
  • Ew çende ji pişt ve ba beser bû
  • Sîhdan nediken ji wî li erdan
  • Vêkra dibihîstî sed xeberdan33

Mele Xelîlê Sêrtî jî eynî me’neyê wiha îfade dike:

  • Bi roj û bi şev hem li pêş û li paş
  • Wekî yek didî, haşe înkarî haş.34

Di dawîya vê xebatê de em karin bêjin şairên kurd û alimên wan girîngîyek zêde dane pesnê Pêxember û wesfê wî dane, ew dane naskirin û dilê xwe bi hezjêkirina wî tije kirine. Bêguman ev, ji gotin û kar û barên wan baş tête zanîn. Wekî ku em gotinên wan bêxine di mîzanê de helbet wê hinek ji hinekan girantir bin. Bo vê yekê lazim  e em wan bêjing  bikin  yê kêr nehat  ji cîhet manayê ve tête avêtin, belê ji cîhet hunerek edebî ve lazim e were parastin, jê feyde were dîtin. Ya ku me di vê xebatê de kirî jî ji bilî vê ne tiştek dîtir e. Xweda rehma xwe li wan tevan bike û wan ji me re bêxe mehder roja Qîyamêtê ew roja wilo giran û me tevan biparêzîne.

  1. Binêre: el-Eclûnî, Îsmaîl, b. Muhammed, Keşfu’l-Xefa, Daru’l- Kutubi’l-Îlmiyye, II, 119, Beyrut, 1988.
  2. Bnr. Genceî, Nîzamî, Leylî ûMecnûn, Matbaai Armağan, Tahran, 1313, s. 43.
  3. Xanî, Ehmed, Mem û Zîn, Weşanên Koral, İst. 1975, rp. 42.
  4. Hicr, 15/72.
  5. Bnr. Silêman, Selim, Yûsûf û Zelîxa, Amedeyîya Ayhan Geverî ya ku li ber çapê ye.
  6. Sewadî, Leyla û Mecnûn, rp. 23.
  7. Sewadî, Leyla û Mecnûn, rp. 19.
  8. Xanî, Ehmed, Mem û Zîn, rp. 38.
  9. Xanî, Ehmed, Mem û Zîn, rp. 42.
  10. Xanî, Ehmed, Mem û Zîn, rp. 36.
  11. Doskî, Melayê Bateyî Jîyan û Berhem, rp.143.
  12. Melayê Cizîrî, Dîwan, berhevkirina Tehsîn İbrahîm Doskî, Wezareta Rewşenbîrî ya Hukumeta Herêma Kurdîstan a İraqe, Dihok, 2000, rp. 26.
  13. el-Eclûnî, Îsmaîl, b. Muhammed, Keşfu’l-Xefa.
  14. Bnr. Eclûnî, Keşfü’l-Xefa, II, 165.
  15. Zarîyat, 51/56.
  16. Beqere, 2/29.
  17. Xanî, Ehmed, Mem û Zîn, rp. 48.
  18. Sewadî, Leyla û Mecnûn, Amedeyîya Selman Dilovan, Weşanên Nûbihar, İst. 1999, rp. 21.
  19. Bnr. Silêman, Yüsüf û Zelîxa, Amedeyîya Ayhan Geverî.
  20. El-Qemer, 54/1.
  21. Bnr. İbn Kesîr, Ebu’l-Fida İsmaîl, Tefsîru’l-Qur’ani’l-Ezîm, Daru Îhyai’t-Turasi’l-Erebî, Beyrut, 1997, IV, 222.
  22. Xanî, Ehmed, Mem û Zîn, rp. 46.
  23. Sewadî, Leyla û Mecnûn, rp. 23.
  24. Bnr. Silêman, Yüsüf û Zelîxa, Amedeyîya Ayhan Geverî.
  25. Xanî, Ehmed, Mem û Zîn, rp. 38.
  26. Doskî, Tehsin İbrahim û Muhsin İbrahim, Melayê Bateyî Jîyan û Berhem, Weşanên Sipîrêz, Dihok, 2005, rp.142.
  27. Sewadî, Leyla û Mecnûn, rp. 23.
  28. Xanî, Ehmed, Mem û Zîn, rp. 48.
  29. Xanî, Ehmed, Mem û Zîn, rp. 48.
  30. Doskî, Melayê Bateyî Jîyan û Berhem, rp.144.
  31. Sewadî, Leyla û Mecnûn, rp. 22.
  32. Sewadî, Leyla û Mecnûn, rp. 25.
  33. Xanî, Ehmed, Mem û Zîn, rp. 40.
  34. Sêrtî, Mele Xelil, Nehcu’l-Enam, Amadeyîya Mele Remezanê Botî, Şam, rp. 5

Ebdulhadî Botî
Kovara Nûbihar
nubihar.com

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply