Di Dîrokê de 10 Nexweşîyên Herî Bixeter

1. Nexweshiya grîba Îspanyayî

Ji sala 1918an heya 1919an, di navbera 50 heya 100 mîlyon kes ji ber vê nexweshiyê mirî ne. Ti shofeke (epidemie) din, bi qasî vê shofê nebûbû sebeba mirinê. Tê texmînkirin, nexweshî ji leshkerên ku li Kansasê di sherrê cihanê ya pêshîn de bicîh bûn, bi xwe re anîne Ewropayê. Pishtî qetandina sherrî, dema leshker di vegera rêya malê de ne, rojnameyeke Îspanyayê nûcheyekê di derbarê vê grîbê de diweshîne. Ji ber vê nûcheyê nexweshî weke bi navê grîba Îspanyayî tê nasîn. Ji ber vê nexweshiyê mirov bêxûd dikevin, nikarin xwarinê bixwin, avê vexwin û bi nekarina nefes girtinê dawî lê dihat.

2. Nexweshiya webayê

Hûn dizanin tam 6 serdeman, ji sedsala 14an heta sedsala 19an jî tê de, li Ewropayê bû sebeba mirina mirovan. Hem jî bi milyonan, ku di navbera salên 1347an heya 1351ê weke “Mirina resh’ tê binavkirin, li Ewropayê ji 3 kesan 1 ji ber vê nexweshiyê mir. Nexweshî bi rêya pishkîn û kuxikê û ji buxikan derbasî yên din dibe. Herî zêde webaya pishikê tê dîtin û bubonic (xiyarok) ku gelek mirov ji ber vê mirin e, awayekî din e.

3. Nexweshiya kula heftpenche-shêrpenche

Her chiqas li Hollandayê di lîsteya nexweshiyan yên xeterî de li herî jor be jî, mirinên ji ber vê nexweshiyê herchî diche kêm dibe. Bo mînak: di sala 2013an de 42000 mirov ji ber vê nexweshiyê mirin e. Di sala 2012yan de jimara mirinê ji 100/2,4 zêde bû. Kula heftpenche ya pishikê yê pirr binav û deng e. Di mêran de zêde tê dîtin weke jinan. Di nav yên ji ber vê nexweshiyê mirin e, herî zêde ji ber kula heftpenche ya pishikê û pirraniya miriyan mêr bûne. Zû bi zû tespîtkirina nexweshiyê, tedawîkirina nexweshiyê dikare pêk bîne. Ji kesên ku bi kula heftpenche ya pishikê nexwesh ketine, 100/90 kesên ku têkiliya xwe bi cixareyê hene, ne.

4. Nexweshiya tîfûsê

Di sedsala 18 û 19an de gelek mirov ji ber vê nexweshiyê mirin. Herî zêde li cihê sher û xela (birchîbûn)yê de, xwe rû bi rû dide. Ji ber gemarî/qilêrê, spî peyda dibin û bi rêya spiyan derbasî mirov dibe. Di lashê mirovî de shewata zêde, êsha serî, hundir chûyîn (îshal), vershîn tê dîtin. Ji 100/60 kesên ku bi vê nexweshiyê nexwesh dikevin, dimirin.

5. Nexweshiya vîrûsa HIVê

Dibe ku em bi nexweshiya HIVê hema li AIDSê bifikirin û bi AIDSê jî li mirinê. Belê rast e, eger nexweshiya HIVê bi dermanê neyê rawestin, dibe sedema AIDSê. Gelek mirov ji ber vîrûsa HIVê mirin e. Vîrûs bi rêya hûcreyên xwîna spî dikeve nava lashê mirov ku mirov nikare li ber xwe bide.

6. Nexweshiya-êsha zirav

Li gorî pîvanên ‘world health organization’ li ser rûyê erdê di her saniyekê de kesek bi vê nexweshiyê rû bi rû dimîne. Dermankirina vê nexweshiyê pirr dijwar e û ev jî bi xwe re pirsgirêkeke din tîne. Pisporên ku di sala 2014an de dest pê lêkolîneke nû kiribûn di vê mijarê de pêshketin e. Her chiqas nexweshî tahdeya herî zêde li nav pishikê bide, tahdeyê li mazikê (dara pishtê), gurchikê û mêjiyê jî dike. Bi rêya kuxikê derbasî yên din dibe.

7. Nexweshiya ta girtinê

Nexweshiya ta girtinê ji parazîtekekê tê ku bi rêya kelmêshê derbasî me dibe. Pishtî 14 rojan shewata me zê dibe, grîp rû dide, vershîn dest pê dike û ya dawîn meriv pê dimire. Di 3 rojan de tê tedawî kirin. Herî zêde li Afrîkayê, bashûr û rojhilatê Asyayê, bashûr û navîna Amerîkayê û li rojhilata navîn tê dîtin.

8. Nexweshiya mîrkutokê-sorikê

Em vê nexweshiyê ji ber noqteyên gilover yên li ser lashê xwe dinasin. Nexweshî bi rêya pishkînê û kuxikê derbasî yên din dibe, bi vê rêyê vîrûsa ku di dilopê de ye dikare bihêsanî derbasî yên din bibe. Li Asyayê û Afrîkayê car caran pêdiviya bo dermana vê nexweshiyê serî radike ku bi rêya derzîlêxistinê pêk tê. Her chiqas di zarokan de bê dîtin, di mezinan de dikare rû bide. Ji holê rakirina vê nexweshiyê bi rêya dêrzîlêxistinê dibe lê bi shertê ku zû bi zû bê tespîtkirin.

9. Nexweshiya felchbûnê

Di vê nexweshiyê de tishta pêshîn ku tê bîra me, hejîna mêjiyê ye. Di 100/80 nexweshiya felchbûnê ji ber hejîna mêjiyê ye û di 100/20 ji ber xwînariya mêjiyê ye. Sedema herî mezin ya vê nexweshiyê xerabbûna damaran e ku ji ber pîrbûn, tansiyon û cholestrolê ye.

10. Nexweshiya Xurî

Li ser rûyê erdê gelek mirov ji ber vê nexweshiyê mirin e. Di nav her 3 kesên ku bi vê vîrûsê nexwesh ketine 1 chûye li ser rehma Xwedê û li ser rûyê yên din birînên kûr mane. Nexweshiya xurî weke vîrûsa pêshîn ku ji aliyê pisporan ve hatiye berteref kirin, tê zanîn. Kesê dawîn ku ji ber vê nexweshiyê mirî ye di sala 1978de wênekêshek bûye. Odeya wênekêshê ku di zanîngehê de dixebitibû ye, li jorî odeya laboratoriumê ku tê de lêkolînên li ser nexweshiyê dihate kirin, bûye. Bi rêya ‘kuleka hewayê’ ve nexwesh ketiye.

Chavkanî: Geobeats, http://youtu.be/ou7LQOooD_0
Werger: Ji Hollandî, Metîn Eser

Jêder: felsefevan.org

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply