Çarşem , Kewçêr 18 2017
Malper / Perwerde / Di Dînê Îslamê de Perwerdehiya Zarokan

Di Dînê Îslamê de Perwerdehiya Zarokan

Zarok pêşeroja mirovatîyê ne. Ji ber vê yekê jî perwerdehîya zarokan gelekî girîng e. Her weha ji bo herkesi perwerdehî hewceye. Lê ji ber ku zarok bingeha mirovatîyê ne. Perwerdehîya ‘ewil ji zaroktîyê dest pê dike. Birastî dînê îslamê jî gelekî girîngî daye perwedehîya zarokan. Pêxemberê me (s.x.l) ji zarokan gelekî hezdikir û gelekî jî qîymet dida wan.

Birastî perwerdehîya zarokan hê zarok di zikê dîya xwe de ye dest pê dike. Yanî em dikarin bibêjin ku dema ku jinek bi dûcanî bû, divê li hal û tevgerîya xwe baldar be.

Li vir jîyana bedîûzzeman Seîdê kurdî tê bîra mirov. Dema Bedîûzzeman seîde kurdî zarok bû li medreseye perwedehî didît. Wê demê mamosyetên wî gelekî ji wî hezdikirin. Îca mamosteyên Bedîûzzeman rojekê diçin serdana dê û pavê wî. Diçin bavê ûstad ne li malê bû. Dîya wî tene li malê bû. Ji dayîka wî dibirsin, dibêjin te Seîd çawa perwede kir.? Dayîk wiha bersiv dide; dema ku ez bi xwe hesîyam ku ez dûcanî me, bê destnimêj negerîyam. Dema ku lawê min çêbû jî min bê desnimêj nemêjand. Mamosteyên ûstad gelekî li hember vê bersivê diheyîrin. Piştî demekê bavê bedîûzzeman ji cot tê. Di devê hespê wî de tûrek hebû. Yanî bi wî tûrî deve hespê hatibû girtin. Mamosteyên ûstad bi bavê wî re jî hale hevdû dibirsin û piştre dibêjin gelo we çima deve hespê bi tûr girêdaye? Bavê ûstad wiha bersiv dide; ez cot dikim heta ez diçim nav ‘erdê xwe di nav ‘Erdên xelkê de derbas dibim ez naxwazim ku hespê min ji ‘erdên xelkê tiştekî bixwe, heram e. Îca mamosteyên Ûstad fêhm dikin ku çima ûstad wiha ye. Lewra dê û bavê ûstad hêj ew di zikê dayîka xwe de bû perwede bûbû.

Birastî jî perwedehîya zarokan di zikê dayîkê de dest pê dike. Weke avahîyêke dema ku bingeh saxlem be, tu çiqas bixwazî ewqas dikarî avahîya xwe bilind bikî. Zarok jî wisa dema ku bingeh saxlem be mirov dikare bi hêsanî zarokên xwe perwerde bike, çi bixwazî tu dikarî bidî zarokê xwe.

Dînê îslamê jî gelekî girîngî daye pewerdehîya zarokan. Birastî heke em zarokên xwe li gorî Qur’ana pîroz perwerde bikin, ji bo ku ehlaqê Resûlê Xwedê Qur’ana Pîroz bû, divê em pêşî li jîyana Pêxemberê me (s.x.l) binerin. Wî di perwerdehîya zarokan de kîjan rê û rêbaz şopandîye divê em jî wê rê û rêbazê bişopînin. Dema ku em li jîyana Resûlê Xwedê dinerin, Pexemberê me (s.x.l) bi zarokan re ji nêzve ‘eleqeder bûye. Bi xweşbînî nêzî wan bûye. Bi wan re henek kirîye. Ew weke mirovên mezin gûhdar kirîye. Heta li gor rîvayetekê car caran bi zarokan re bûye zarok.  

Dîsa li gor rîvayetekê rojekê nevîyên Resûlê Xwedê Hesen ji Resûlê Xwedê av xwestîye dema ku wî xwest piştre jî Hûseyîn şîyar bûye û wî jî ji Resûlê Xwedê av xwestîye. Resûlê Xwedê ewilî av daye hesen. Qîza Resûlê Xwedê Fatima ji Resûlê Xwedê re wiha gotîye; Yabo ma tu ji bêtir ji hesen hezdikî ku te av daye wî?  Resûlê Xwedê wiha bersiv dide û kerem dike; “ Na! Ji ber ku Hesen berîya hûseyîn xwest min da wî.’’ Em ji vir fêm dikin ku Resûlê xwedê ne li gorî hezkirinê li gorî heqîyê tevgerîyaye. Bi rastî ev jî him di perwerdehîyê de him jî di pêşbazîya di navbera zarokan de rêbazeke gelekî hîndeker e. 

Resûlê Xwedê tu caran zarok ji hevdû cûza nekirine. Yanî negotîye ku ev keç e û bê qîybet e. Ev kûr e û bi qîymet e. Heta em dikarin bibêjin ku herî zêde qîymet daye zarokên keç. Di dema cahîlîyê de (nezanî) keçik gelekî bê qedr û bê qîymet bûn. Lê belê piştê ku dînê îslamê hat ev çanda ji holê rakir. Heta carna Resûlê Xwedê di civakê de zêdetir qîymet dida keçikan. Rojeke ji sehebeyên xwe re wiha dibêje; ‘Cûdahîyê nexin navbera zarokên xwe. Wan weke hevdû bigrin. Heke min yek ji yê din serdesttir bigirta min yê keçik serdest bigirta.’ Em ji vê mînakê fêm dikin ku di perwerdekirina zarokan de wekhevî gelekî girîng e.

Li gor hedîseke din Resûlê Xwedê rojekê zarokên pêşbazîyê dike dibîne û ew jî diçe tevlî pêşbazîya wan dibe. piştî pêşbazîyê kî qezenc bike wî li hêştira xwe sûwar dike û li kolanên bajarê Mekkeyê dikerînê û bi wî re diaxive. Ev rê û rebaza Resûlê Xwedê jî di perwerdehîyê de cîhê xelatê nîşanê me dide.

Dîsa Rojekê jinek li kolanê gazîyê zarokê xwe dike. Lê belê zarok naçe. Li ser vê dayîk dîsa gazî dike dibêje ka were ezê tiştekî bidim te. Îca vê tevgerîyê Resûlê Xwedê dibîne û ji dayîkê dibirse tu yê çi bidî zarok. Dayîk dibê ezê hinek xûrme bidim wî. Li ser vê Resûlê Xwedê dayîkê şîyar dike û dibêje; baldar be eger zarok were û tu tiştekî nedî wî wê demê şaşe divê tu bidî. Bi rastî ev tevgerîya mixabin di gelek dayîkan de heye. Divê em di vê mijarê de gelekî baldar bin.

Rojekê zarokek melayekî zarve dike. Henekên xwe bi banga şerîf dike. Resûlê Xwedê gazî wî zarokî dike û weke ku heya xwe ji tiştekî tuneye ji wî re wiha dibêje. Ka ji me re banga şerîf bixwîne. Li ser  vê daxwaza Rasûlê Xwedê zarok şerm dike û banga şerîf dixwîne.. Piştre jî Resûlê Xwedê pişta wî zarokî mist da û hinek jî pere xiste berîka wî û got ku ‘Bimbarek be’ li ser vê gotinê zarok matmayî dimîne û diçe. Paşê jî ev zarok mezin dibe û bi salan li bajarê mekkeyê melatî dike.

Bi rastî di jîyanê de ji bo mirovan mînakê herî mezin bê gûman Resûlê Xwedê Pêxemberê me (s.x.l) ye. Heke em weke dê û bav li jîyana Resûlê Xwedê tenê binêrin emê zarokên xwe gelekî baş perwerde bikin. Lewra zarok çiqas baş perwerde bibin, ewqas pirsgirêkên civakê wê çareser bibin. Em hemû di meseleyê de berbirsîyar in. Çareserkirina hemû pirsgirêkan baş perwerdekirina zarokan e. Her weha mirovên qenc ji zarokên li gorî jîyana Resûlê Xwedê perwerde bûyîn wê derkeve…

 

Fatma Güneş Savluk

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Birêz Mamosteyan re Çend Hişyarî

Birêz mamoste, van rastiyan hilde ber çavan û li gorî wê nêzîkî zarokan bibe. 1- …

Leave a Reply

%d bloggers like this: