Pençşem , Berfanbar 14 2017
Malper / Bawerî / Di Dînê Îslamê De Mafên Jinan – 2

Di Dînê Îslamê De Mafên Jinan – 2

Li gor çanda ‘ereban jin gelekî bê qîymet bû. tu heq û mafên wan tune bû. mixabin zilaman jî wê demê ji bo berjewendîya xwe jin bikardianîn. Him ji alîyê cinsî him jî ji alîyê kar û bar de jin dihat bikaranîn.

Lê belê piştî hatina dînê îslamê hêdî hêdî ev çand ji holê rabû. Heq û mafên jinan hate dayîn. Xwedê Te’ala di derbarê jinan de gelekî ayet şand. Resûlê Xwedê (s.x.l) jî zilamên wê demê bi cî anîna mafên jinan de şîyar kirî ye. Birastî Resûlê Xwedê (s.x.l) ji bo ku ev çandên dema nezanîyê ji holê rake weke her mijarê  di vê mijarê de jî  gelekî hewl daye.

Herweha dînê îslamê gelek maf daye jinan ji wan yek. Mafê mîratê ye. Birastî meseleya mîratê gelekî girîng e. Li gor dînê îslamê mafên mîratê wiha parvekirî ye; em bêjin ku di malbatekê de keçikek û lawikek heye. Yanî xwîşk û birayek. Wê demê 2 par ê lawik e parek a keçikê ye. Weke neheqî xûya dike. Lê belê ne weke xûya dike ye. Lewra dînê îslamê di derbarê debara malê de tu berpirsîyarî nedaye jinan. Hemû berpirsîyar zilam in. Him debarê malê him hewcadarîyên jin û zarokan hemû li ser milên zilaman in.

Heta dema ku xwîşk dizewice bi du parên zilamê xwe re dibe sê par. Dema ku lawik dizewice bi pareke xanima xwe re dibe sê par. Herwiha dîsa weke hevdû dibin. yanî dînê îslamê neheqî nekirîye. Ji ber ku tu berpîrsîyarî nedaye ser milê jinan parek daye.

Lê mixabin roja me ya îro de jî hinek civak nivî didin jinê nivî jî didin zilaman. Lê ev gelekî kêm tê dîtin. Hinek jî hemû didin zilaman tiştekî nadin jinan. Heta wiha difikirin dibêjin ma emê mîratê bidin jinê ew ê jî bide xelkê. Yanî nafikirin ku didin keçikên xwe. Em dikarin wiha jî bifikirin dema ku didin zilaman alîyekî wan jî xelk e. Lê belê mixabin wiha nafikirin. Birastî  di dema me ya îro de malbatên wiha difikirin gelekî zêde ne.

Lê ev fikir zarokên keçik gelekî diêşîne. Xwe bê qîymet dibînin. Bawerîya xwe bi xwe nînin.  Ev herdû jî neheq û ne bi ‘edalet in. Li gor dînê îslamê ji bo ku hemû bar daye ser milên zilaman du par daye wan. Ji bo ku ti berpirsîyarî nedaye  parek daye wan. Yanî tam bi ‘edalet parvekirîye.

Li gor dînê îslamê mal û milkên jinan aîdê wan in. Jin malên xwe çawa bixwezin wisa bikin. Ti mafên zilaman tune ye ku qarşê malên jinan bibin. Jin ne mecbûre ku pereyên xwe li mal û li zarokên  xwe xerc bike. Yanî  jin him mafên xwe yê mîratê him jî pereyên xwe yê şixûl ne mecbûre ku bide zilamê xwe. Lê belê eger bi dilê xwe bide jî helbet li hember vê tevgerîyê xwedê te’ala xêrên wan jinan mezin dike. Gelekî sewabê dide wan.

Herweha dînê îslamê jin nexistîye hûndir. Berevajî jin ji hûndir ‘ewilî dînê îslamê derxistîye. Qedr daye, qîymet daye, mafên wan daye û parastîye. Heke kesek mafên jinan nedê li gor dînê îslamê ceza he ye. Herweha dînê îslamê Jin ji bin axê derxistîye û xistîye nava civakê. Dîsa cara yekem dînê îslamê jin azad kirîye. Hinek kes dibêjin ku dînê îslamê ti maf nedaye jinan heta jin xistîye hûndir. Lê belê ev gotina ne rast e.

Eger  zilamek jinekê piçûk bibîne weke bê qîymet bibîne, li gor dînê îslamê ew zilam weke nemert û bê qîymet tê qebûl kirin. Dîsa li vir jî tê dîtin ku dînê îslamê jinan diparêz e. Birastî em weke jinên misilman divê em heq û mafên xwe bizanibin û li gor wê tevbigerin. Her weha divê zilamên misilman jî bizanibin. Mixabin zilamên ku dibêjin em misilmanin zêde mafên jinan nadin wan. Birastî ev jî tiştekî balkêş e. Herwiha zilamên ku dibêjin em misilmanin ya dînê îslamê baş nizanin yan jî li gor berjewendîya xwe tevdigerin.

Weke her mijarê divê mijarê de jî heger em li Qur’ana Pîroz, hedîs û jîyana Resûlê Xwedê (s.x.l) binêrin û li gor wan tevbigerin, ez bawerim ku hemû pirsgirêk wê çareser bibin. Herwiha dîsa mijar tê ser xwendin û nexwendinê ye. Divê em bixwînin û yê ku me xwendî jî di jîyana xwe de bijîn.

Divê em dînê xwe bizanibin. Eger em li gor dînê xwe tevnegerin wê pirsgirêkên mezin derkevin holê. Lewra  piştî Resûlê Xwedê (s.x.l) û sehebeyên wî em weke mînak in. Eger em baş temsil nekin emê çawa heq û mafên Xwedê, Resûlê Xwedê (s.x.l) û sehebeyên wî bidin. Birastî ev barekî gelekî giran e…

Hûn dikarin van nivîsan jî bixwînin.

Seîd Yûsiv û Doktoraya Rûmetê ji Navenda Çanda Almanî ya li Beyrûtê

Berî çend rojan navenda çanda Almanî a navdewletî li Beyrûtê, dîploma Doktoraya rûmet û rêzgirtinê …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir