DI DERBARÊ YEKÎTIYA ZIMANÊ KURDÎ DE ÇEND GOTIN

Celadet Bedir-Xan dibêje :

”Miletên bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qaweta du çekan diparêzin. Ol yek, ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe, hingê çek bi tenê ye û tenê ziman e.”

 

Ola kurdan û neteweyên dewletên dagirker ku hêj jî sê perçeyên Kurdistanê di bin destê xwe de digrin, anku tirk, erebê suriyê û faris û ola kurdan yek e. Di destê kurdan de maye ziman.

 

Serokê berê ê tevgera siyasî û rêxistinî ya kurdên başurê rojava Dr. Nuredîn Zaza jî dibêje :

“Gelî kurdan, Eger hûn naxwazin ji hev taromaro û winda bibin,berê her tiştî zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger hûn dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin naskirin û hezkirin, û bi hevaltî û dostanîya miletên din re bi pêş ve herên, û rûmet û bi rûmet û serbilindî bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.”

 

Şexsîyetekî kurd ê bi rûmet, lêkolînvanê hêja Qanadê Kurdo jî dibêje :

“Ziman bingeh û binaxa yekîtîya endamên milet e, çeka serbestî û serxwebûna wî ye; di jiyîn û afirandina xwe de her milet, mirovên her civakê hevbendîya xwe, pevgirêdana xwe bi hev re dikine yek.”

 

Li jor hersî pêşevayê Kurd, Celadet Bedirxan, Dr. Nuredîn Zaza û Qanadê Kurdo giringîya ziman bi van çend gotinan gelek xweş tînin ziman. Ji bo hemû netewan ziman û yekîtîya ziman gelek girîng e. Netewên din ji bo yekîtîya zimanê xwe kar û xebatên giranbiha kirine. Di nav gelek netewan de cûre cûre devok, lehçe û zaravayên wan hebûne. Wan netewan ji wan lehçe û zaravayên xwe zimanek yekgirtî, zimanek edebî, zimanek nivîsandinê ava kirine. Yekîtîya zimanê xwe pêk anîne. Lê, zaravayên xwe jî parastine, anku zaravayên wan azad bûne. Di heremên cuda de bi zaravayên cure hatine axaftin û hêj jî têne axaftinê.

 

Li Fransayê çend zaravayên Fransî hebûne. Axaftina Fransên li Parîsê û yên başûrê Fransê ji hev cûda bûne. Lê wan ji hemû zaravayên xwe yekîtîya zimanê Fransî pêk anîne. Li Almanyayê jî gelek zarava hebûne. Di wexta împarator Bicmark de rewşenbir û zanayên Almanan dest bi xebatê kirine û yekîtîya zimanên Alman pêk anîne. Di Erebî de gelek lehçe û zarava hene, lê zimanek wan yê nîvîsî heye ku hemû jê fam dikin. Tirkîya tirkek Îstenbolê û tirkek Konyayê ne wek heve, axaftina wan ji hev gelek cûda ye, lê zimanê nivîsê de tirkan yekîtîya zimanê xwe pêk anîne. Mirov dikarê ji gelek neteweyên din jî mînak bide, lê ev çend mînakên jor bes e.

 

Tecrûbeyên netewên cîhanê dide xwîyakirin ku; demêkî dûr û dirêj bajo jî, di dawîyê de ji zaravayên cûre zimanek yekgirtî têt avakirin. Di hêla nivîsandina edebî, zanîstî, rojnameyî û axaftinên fermî de zimanek yekgirtî pêk tê. Di esas û birêvebirina dewletê de ev hewcedarî bi rêk û pêk têt meşandin. Di nav zaravan de kîjan zarava dê pir bi pêşkevê ew jî bi pazarê ve, bi bazirganî û tîcaretê ve girêdayî ye. Di pazarê de, di tîcaretê/bazirganiyê de kîjan zarava bê kar anîn ew zarava pêş dikeve.

 

Avabûna kapîtalîzmê ji dema feodalîzmê pirtir ziman bi pêşve xistîye. Pêşveçûna sanayî û teknolojîyê, îcada tiştên teknîkî, komînîkasîon, data-kompîtor- zimanan dewlemend kirîye, pêşve xistîye. Di nabeyna zimanên di dema feodalîzmê û dema kapîtalîzmê de gelek cûdabûn heye. Zimanê dema kapîtalîzmê di pêşte ye. Her çiqas koka ziman yek be jî pêşveçûn heye. Ziman xwe digehurîne û nû dike. Swêdiya sed sal berê û ya niha, tirkiya berê û ya niha, kurdîya dema Ahmedê Xanî û ya niha ji hevûdu guhertî ye. Zimanên dema niha ji yên berê dewlemendtir in. Ziman pêşve diçin û her diçe berfireh dibin, xwe nû dikin.

 

Hersê zaravayên kurdî dewlemendiya zimanê kurdî ne. Ji xwe kurdî ji van hersê zaravan pêk tê. Zimanê nivîskî ya standart jî dikare ji hersê zaravayan pêk bê. Yanî hemû zaravayên kurdî di zimanê nivîskî de pêk ve bên bikaranîn û bi azadî bijîn. Yekîtiya zimên pêk bê û ji bo nivîsê zimanekî standart bê pêkanîn jî, divê dîsa zaravayên kurdî di halê xweyê azad de bin, bi wan zaran bê axiftin, bê nivîsîn.

 

Heger rojeke Kurdistan bi tevahî rizgar bibe, ku baweriya min heye dê miheqeq welatê me rizgar bibe, divê li gorê sîstema eyaletan bê birêvebirin û di her eyaletê de kîjan zarava bi piranî tê axiftin li wê eyaletê zaravayê yekem ew zarava be.

 

Pirsgirêka axaftina bi devokî di zimanê nivîskî de, bi standartkirina zimên hel dibe. Divê hersê zarava jî di sîstema nivîskî de bêne standartîzekirin. Wek mînak, di kurmancî de gelek peyvên hevmane –synonîm- hene. Di zimanê nivîskî de, divê ji wan yek bingeh bê girtin û di zimanê nivîskî de bê bikaranîn. Herwekî peyva “Wisa” û “Wilo” yan jî “Xelat” û “Perû” . Kîjan peyv li seranserê Kurdistanê herî pir tê bikaranîn, divê ew peyv bibe bingeha zimanê nivîskî.

 

Ji bo zimanek yekgirtî, pêwîstîya Alfabeyek yekgirtî heye. Kurd bi herfên Erebî, Latînî û Kirîlî dinivîsînin. Divê hemû kurd bi yek tewir herf û bi yek Alfabeyek binivîsînin. Ji bo zimanê kurdî Alfabeya herî baş, Alfabeya Latînî-Kurdî ye. Hinek kurdên ku bi zaravayê Soranî diaxifin dibêjin bila bi Alfabeya Erebî-Kurdî bêt nivîsandin. Kurdên bakûr û başûrê piçûk heta niha alfabeya Latînî-Kurdî bi kar anîne. Divê kurdên perçê başûr û rojhilat jî vê Alfabeyê (Latînî-Kurdî) bi kar bînin. Alfabeya Latînî-Kurdî ku hîmê wî Celadet Bedirxan avêtîye, têrê zimanê kurdî dike. Çend tiştên piçûk ne tê de, qet hewcedarîya guherandina vê Alfabeyê nake. Ew guhartinên piçûk ku ez dibêjim guhertina Alfabeyê nîne, bi kar anîna çend herfan ne. Wek mînak; bi karanîna du “rr” yan, yanê em bêjin “pir” û “pirr” , “ker” û “kerr” bi vê tewirî bê nivîsandin. Lê, neyê nivîsandin jî xem nîn e, ji peyv di nav hevokê de diyar dibe ku di kîjan maneyê de ye.

 

Niha hewceyê guhertina alfabeyê nake.  Rêziman û alfabeya ku C. Bedirxan amade kiriye û em bikar tînin bila wek xwe bidome heta ku bakurê Kurdistanê rizgar bibe, dezgehên ziman pêk bên û komîsyonên lêkolîner dest bi xebatê bikin û ew komîsyon pêşniyaz amade bikin û wan pêşniyazên xwe ji bo minaqeşê pêşkêş bikin û di encama minaqeşeyan de, guhertin pêk bên hîn baştir e.

 

Li gor baweriya min divê alfabeya Latînî/Kurdî bêkaranîn. Lê, niha ji ber rewşa herdu perçeyên Kurdistanê, li başur û rojhilatê Kurdistanê alfabeya arebî tê bikaranîn. Di demên pêş de di herdu perçeyan de Alfaba Latînî/Kurdî bê bikaranîn gelek baş dibe.  Gelo ji bo pêşketina zimanê kurdî, dê kîjan alfabe zêdetir bi kêr bê? Bi min alfaba Latînî/Kurdî hîn pirtir bi kêr tê.

 

Bi hersê zaravan jî heger bi Alfaba Latînî / Kurdî bê nivîsîn, divê alfabeya ku C. Bedirxan amade kiriye bingeh bê girtin û nabe ku herfên têde tunin bê bikaranîn. Yên ku di nivîsîna Zazakî de herfên din bi kar tînin şaşî dikin. Wek mînak; di alfabeya Latînî / Kurdî de tîpa “ Ö” , ‘Ğ’ tune. Nabe ku mirov di nivîseke Kurdî de vê tîpî bi kar bîne.

Pirsên rêzimanî divê ji alî zimanzanên kurd û dezgehên zimanê kurdî ve bêne helkirin. Ew jî ne niha, di pêşerojê de dikare hel bibe.

 

Dezgehên zimanê kurdî di pêşerojê de ji sergêjiya di warê zayendan de û mesela tewangê re jî dikarin helek, çareseriyeke bibînin. Heger piraniya kurdan “aş” nakin “êş” û “mar” nakin “mêr”, zimanzan jî dikarin vê weha nekin û li gor axaftina piraniya xelkê kurd tevbigerin.

 

Li ser navê pakî û xwerû kurdî’tiyê hinek peyvên ku ji zimanê din ketine nav peyvên kurdî ji kurdî bê derxistin bi min tişteke nerast e. Hinek peyv ji zimanên din hatine ketine nav kurdî û di kurdî de rûniştine, cih girtine. Piraniya kurdan van peyvan bikar tîne û nabe ku mirov van peyvan ji kurdî derxe. Herwekî peyva “Qal” ji arebî hatiye. “Behs” ji arebî hatiye û kurd van herdu peyvan bikar tînin. Peyva “Azadî” ji Farisî hatiye. Kurd herî pir peyva “Azadî” bi kar tînin. Sînonîma vê peyvê û kurdîya wê, peyva “Serbestî” ye. Serbestî peyveke kurdîye lê herî pir di tirkî de tê bikaranîn.

Li gorê bîrûbaweriya min, peyvên ku ji zimanê din hatine ketine kurdî û di jîyana rojane de ji alî kurdan ve têne bikaranîn divê ji kurdî neyên derxistin. Heger kurd kirasên kurdî li peyvên biyanî bikin, êdî ew dibin peyvên kurdî.

 

Têbinî / Di van dîtinên min de dibe ku hinek şaşî hebin. Kesên ku ji min baştir pirs û pirsgirêkên ziman zanin hene. Bi şêweyeke demokratîk minaqeşeya vê mijarê bê kirin gelek baş dibe.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply