Sêşem , Sermawez 13 2018
Home / Felsefe / Di Derbarê Mîtolojiyê De Çend Gotin-Cihan Kaynar

Di Derbarê Mîtolojiyê De Çend Gotin-Cihan Kaynar

Cihan KAYNAR[1]

 

Mîtolojî herî kêm qasê dîroka mirovahiyê dirêj e. Dema ku mirov xwest di derbarê hawirdora xwe de bibe xwedî agahiyan mîtolojî jî peyda bû, fikirîn û şîrove kirin vegotinê bi xwe re anî. Bawerî û raman di mîtolojiyê de hatine sembolîze kirin an jî qayîm kirin. Di mîtolojiyê de taybetiya girîng awartebûn û derasayîbûn e, lehengên efsaneyan ji rêzê nînin. Di mîtolojiyan de bûyer li ser bingeha dînê ava dibe, leheng li gor bawerî û rîtuelan tevdigerin. Mît an jî çîrok li gor rewşa civakî an jî beşerî şêwe digire her wiha bi hêzên xwezayî û bi bertekên mirovan yên psîkolojîk re jî eleqedar in. Hema hema di mîtolojiya hemû çandan de hêmanên wek asîman, çiya, tav, stêrk, av, dar, serzemîn cih digirin. Hêmanên xwezayî yên ku bi awayekî derasayî tên teswîr kirin, her wiha têkiliyên xwedayan di navbera hev de û bi mirovan re jî di avabûna mîtolojiyan de girîng e.

Mît heta demên mirovahiyê yên ewil diçe herwiha heta xewnên çîrokbêjên wê serdemê jî diçe. Ev çîrokbêjên ewil piştê wextekî wek şair û fîlozof hatin bi nav kirin. Vegotinên qehremanî/lehengî wek ruh û canê mîtolojiyê tê qebûl kirin. Carna ku miletekî rastê xetereyeke kolektîv hat an jî xwest xwe ji vê biparêze wek hişmendiya qewmî/netewî hinek kesên civakê berê xwe didin mîtolojiya kûr û ji wir mînakên lehengiyê dibijêrin û bi vê yekê dixwazin her tim hiş û mêjûyê miletê xwe zindî bigirin. Mîtolojiya her çandê di derbarê gerdûn, afirandin, mirov, xwedayan de ye, herwiha mirin û piştê mirinê jî bo xwe wek mijar hildibijêrin. Hinek milet lehengên mîtolojîk yan jî efsanewî bo xwe wek rêber dibijêrin. Di mîtolojiya zerdûştî de wusa tê vegotin ku mirov ji çêreyekî bi navê “rîvas” derketiye, di mîtolojiya Yewnanî de jî lehengê bi navê Prometheus elementê agirê ji asîman didize û tîne serzemînê û ji ber vê guneha xwe ji aliyê Zeus ve tê ceza kirin, bi zinaran ve tê zincîr kirin û di dawiyê de qijik cîgera wî dixwin.

Di mîtolojiyan de ayineyên mirovan cihekî mezin digrin. Ji ber vê yekê hinek taybetî, bawerî û ayînên dînî dikevin nav mîtolojiyê. Mîtolojî bi awayê gelemperî ji diyardeyên razber pêk tên, di mîtolojiyê de du motîf hene yek ê tirsê ya din jî ê hezkirinê ye. Însan li gor qabiliyet an afirîneriya xwe  dikare xeyalên bêsînor ava bike. Mînak, di mîtolojiya yewnanî de bedewbûyina jinê û hezkirina wê bi awayekî mubalexe hatiye teswîr kirin û ev yek xwe bi sembolekî daye der. Navê vê sembolê Aphrodite/afrodit e. Di rastiyê de yêzdaneke weha tune belam mirov bi mubalexekirina xwe li gor sembolan çîrok û efsane diafirîne, yanê ku xeyalê mirov serbest ma bê ser û ber hereket kir, heta asta yêzdaniyê xeyal çê dibe. Mîtolojî di dîn û baweriyên kevnar de bi awayekî xurt dixuyê. Sedemê vê yekê jî ew e ku di çavkaniya wan dînên kevnar û mîtolojiyê de diyardeyên kozmîk hene. Hevpariya mît û dînê ew e ku herdu jî xeyalî û sembolîk in.

Mît amûrên dînê ne, dîn carna ji bo ku hinek wezîfeyan pêk bîne serî li mîtan didin. Ji mîtolojiyê derbasbûna ber bi çîrokan ve bi saya niştecihbûnê mimkun bûye. Saziyên dewletê ên herî pêş di vir de rolekî girîng lîstine. Hikumdarên dewletan wan taybetiyên mîtolojîk yên xwedayî hildane ser xwe. Li gor Meletinskiy mît an jî mîtolojî bi van rêyan bi ser çîrokan ve wergeriyan:  Kêmbûn an jî ji holêrabûna ayînan, baweriya bi taybetiyên dînî û mîtolojiyê de qelsbûn, tevlêhevkirina lehengên mîtolojîk bi lehengên ji rêzê ve.

Cudahiya di navbera mît û efsane an çîrokan de ew e ku mîtolojî her wext di derbarê jiyan û heqîqetê de lêgerîneke dike lê çîrok bo xweşbihorandina demê tê saz kirin. Mît bi van awayan tesîr li çîrokan dike: motîfên mîtan yên arkaîk bi motîfên dewra nûjen re tehlêhev dibin û ev yek dibe sedem ku lehengên fantastîk derkevin holê. Yek ji cudatiyên herî giring jî ew e ku di destpêka çîrokan de formên destpêkirinê hene: “hebû tunebû, ji wextan wextekî, wextekî, rojekî û hew.” Ew awayê destpêkê ê guhdarvan bo cîhanekî efsûnî amade dike. Yanê vebêjer dibêje tişta ku tu niha dê guhdar bikî xeyalî ye, ha jixwe hebe. Di dawiya çîrokê de jî formê qedandinê dixuyê ev yek jî ê guhdarvan piştê wan bûyerên efsûnî dîsa vedigerîne dinyaya rastî. Ev taybetî ê mît û çîrokan ji hev vediqetîne. Lehengên mîtolojîk her wext bo şer amade ne lê carna ew jî dikevin tegasiyê di wan wextan de yan xweda tê alîkariya wan yan jî ew bixwe di wesfê xwedayan de ne. Lê di çîrokan de ji xwedayan lehengên qelstir dixuyên ê lehengên çîrokan exleb hêzê wan ê bi sihêr hene.

Lehengên mîtolojîk major in û yên çîrokan jî mînor in. Di mîtan de exleb di encama şer de xweza, malbat, qewm tên bi dest xistin lê di çîrokan de jî jin hesp, xwarin û eşyayên bi sihêr. Lehengên çîrokan lawê padişahan in lê yên mîtan xwedayî ne. Di çîrokan de peyama dawî her tim di derbarê exlaq û nirxan de ye û îbret heye. Ji ber vê yekê taybetiyekî çîrokan yê etnolojîk tuneye lê mît xwedî taybetiyên etnolojîk in, her tim dixwaze xweza û afirandinê rave bike. Mît di derbarê ewilîn de agahî dide. Di mîtan de ûnsûra gerdûn, cîhan xwezaya dir/hov serdest e lê di çîrokan de civak û beşeriyat girîng e.

Cureyên mîtolojîyê ji aliyê teorîsyenan ve exleb bi pênc şaxan tên terîf kirin:

1- Mîtên Teogonî: Ev cure mîtolojî exleb di ferhenga wan miletên ku zû bi zû ji wextên mîtolojîk dûr dikevin û li ser wextên tarîxî ve tên dixuyê. Di van de behsa xwedayan tê kirin. Mînaka vê cureyê berhema bi navê Theogonî ye ku Hesiodos di beriya mîlatê di sedsala heştemîn de dinivîse. Di vê berhemê de behsa hemû yêzdanan û karên wan dike.

2- Mîtên Etîolojîk: Ev cure mît di derbarê rih û binyada qewman de xwedî sembolan e. Ev cure di nava miletên ku bi mîtolojiyê re di nav hev de ne û hêj neketine ser xêza tarîxê dixuyê.

3- Mîtên Eskatolojîk: Bi xêza tarîxî re mirov li dawiya dunyayê jî fikirîn. Xisusen ew dînên yek yêzdanî di nav xwe de fikra qiyamet û dinyaya din anîne. Tirsên mirovan yên di derbarê mirin û dinyaya din vê cureya mîtolojiyê afirandiye. Di nav qewmên arkaîk de ev cure tuneye lê di cihê vê de cureyekî din ya nêzê qiyametê heye ew jî efsaneya tofanê ye. Teorîsyen balê dikşînin ser ku tofan  di vegotina hemû miletan de heye. Li gor hinekan di çanda Misrê de ev yek normal e lewra çemê Nîl di ser ve diçe û wek nîşaneyên tofanê tê şîrovekirin; gelo di miletên çolî de çima ev mît heye? Li gor van ew jî bi rêya danûstandinên curbecur derketiye holê.

4- Mîtên Totem: Ev cure qewmê mirovan an jî mirovahiyê digihêjîne çêre, nebat, heywan û heyberên mîstîk. Ev yek exleb di qewmên kevnare yên herî ewil de heye. Ku ev qewm aboriya bi çandinî û nêçirvaniyê îdame dikin.

Mîtên lehengî/qehremanî: Ev cureyê mîtê jî di derbarê kesayetên ku ji mileteke re bûne rêber bi taybetiyên derasayî teswîr dike.

Di Mitolojiyê De Dem

Di mîtolojiyê de diyardeya wextê ezelî tune, demên kevnar heye. Vegotin her çendî kevn be jî ezelî nîn e. Mesela di Şahnameyê de wext û bûyer gelek kevnar têne nîşandan. Ev wext heta wextê afirandinê diçe û wek însan û hikumdarê ewil Keyûmers tê xuyan lê ev ezelî nîne. Bêguman ev yek li gor berjewendiya miletê Îraniyan hatiye saz kirin. Du têgeh henin, yek mîtolojî yek jî hamase. Mîtolojî behsa ezelî dike, hamase behsa wextekî kevin dike.

 

Di Mîtolojiyê De Cih

Di vegotina mîtolojîk de cih asîmanî ye û ji asîmanê ber bi erdê ve ye. Lê di mîtolojiyan de mecbûrîyetekî cîhê tune, mîtolojî ji cih û wext cuda tên afirandin, lê ev yek taybetiyeke gelemperî nîne lewra di Gilgamêş de navê cihên çiyayê Zagros derbas dibin. Di mitolojiyan de taybetiyên cihan diguherin. Mesela çiyayekî an jî çolekî ku di mîtolojiya miletekî de derbas dibe mimkun e ku di vegotineke din de bi awayekî din derbas bibe.

 

[1] Xwendekarê lîsansa bilind ya Zanîngeha Mûş Alparslanê Beşa Ziman û Çanda Kurdî.

Çavkanî

Armstrong, Karen, (2006), Mitlerin Kısa Tarihi, Merkez Kitaplar Yayıncılık, İstanbul.

Bayat, F, (2007), Mitolojiye Giriş, Ötüken, İstanbul.

Black, J, & Green, Anthony, (2013), Mezopotamya Mitolojisi Sözlüğü, Aram, İstanbul.

Campbell, J, Moyers, B, (2013), Mitolojinin Gücü, MediaCat, İstanbul.

Eliade, Mircae, (2001), Mitlerin Özellikleri, Om Yayınevi, İstanbul.

Eliade, Mircea, (2005), Dinler Tarihi İnançlar ve İbadetlerin Morfolojisi, Serhat Kitabevi, Konya.

Özkan, Ali, R, (2002), Din-Mitoloji İlişkisi, Ekev Akademi Dergisi, sayı:6.

Yıldırım, N, (2012), İran Mitolojisi, Pinhan, İstanbul.

 

 

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir