Şemî , 28 Sermawêz 2020

Di Derbarê Cejna Zimanê Kurdî De Daxuyaniya Çapemeniyê Ya Komeleya Nûbiharê

Wekî ku tê zanîn Kovara Hawarê di sala 1932yan de roja 15ê Gulanê li Şamê ji aliyê Celadet Elî Bedirxan ve hatiye weşandin. Ev roj ji bo zimanê Kurdî wekî mîlad tê pejirandin û wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Digel ku zimanê me bi sedsalan hatiye qedexekirin û bi zordestiyê re rû bi rû hatiye hiştin, lê dîsa jî axaftina me ya em îro dikin jî hêjayî teqdîrê ye. Lê divê bê zanîn ku ji bo zimanek hebûna xwe bidomîne divê li her derê bê axaftin; pêşiyê mirov ji xwe dest pê bike, piştre  mala xwe bike xwendingeh û zimanê xwe li derdorê belav bike da ku di kûrahiya hişê nifşên nû de kok vede.

Wekî her gelî Kurd jî divê zimanê xwe ne bi awayekî zimanê bijarte, berevajî vê ji dibistana destpêkê heya zanîngehê wekî zimanê perwerdeyê dersan bibîne û bi zimanê zikmakî perwerde bibe. Ev daxwazên sirûştî jî divê bi rêya makezagonê bê parastin.

Em bi vê mebestê û van daxwazan 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin.

 

Nûbihar Komele

15.05.2017

www.komanubihar.org

About ziman

Avatar

Check Also

Sînemxan, dê li ser rojnamegeriya zayendparêzî biaxive

Keça Mîr Celadet Elî Bedrixan, prenses Sînemxan dê di Semînerên Rojnamegeriya Zayendparêzî a Kurdî de, biaxive. …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.