Di Çapemeniya Kurdan De Tecrûbeya Newepelê

Merheba beşdarên hêja,[1]

Gava ku em dibêjin “çapemenî (bi tirkî: basın), ji hêla dîrokî ve bi kurtî, tê maneya weşana peryodîk ya çapkirî (metbû) anku rojname û kovarên ku cih didin nûçe û nivîsên fikrî. Lê niha radyo, televîzyon û Înternet jî tevî vê kategoriyê bûne.

Ji ber ku tesîra çapemeniyê li ser civatan anku gel pir zêde ye, vêca her milet, her hêz; desthilat an dijbere, heta her kes, pir pûte û giringiyê dide çapemeniyê. Mirov dişê (dikare) bibêje ku wateya nûjen ya fikra neteweyî, piştî îcadkirina çapxaneyê bi çapemeniyê şikil wergirt û pêşve çû.

Gava ku em behsa “çapemeniya kurdan” dikin, ji ber ku em miletekî bêdewlet in û welatê me bûye çar-pênc parçe, herwiha ji ber ku çend zaravayên me hene, ji ber van sebeban ne hêsan e ku mirov behsa çapemeniyeke birêkûpêk ya hevşêwe û homojen ya kurdan bike. Loma ez dixwazim bi kurtî tenê behsa “çapemeniya kirdkî” (zazakî) bikim. Di vê çarçeveyê de, ez ê hîn zêdetir behsa tecrûbeya rojnameya Newepelê bikim.

Eger ez bi kurtî bibêjim, rojnameya Kurdistan (22 nîsan 1898) ne tê de, hema bêje, çiqas kovar û rojnameyên ku kurdên Bakur weşandine, kêm-zêde, di hemûyan de kirdkî anku kurdiya zazakî jî cih girtiye.

Bi qasî ku min şiyaye (kariye) tesbît bikim, di van weşanan de kirdkî cih girtiye:

Hawar (1932-1943),

Roja Newê (1963),

Roja Welat (1977),

Tîrêj (1979-1981),

Armanc (1979-1997),

Hêvî (1983-1992),

Rojname (1991),

Nûbihar (1991-),

Nûdem (1992-2001),

Azadî (1992-1993),

Medya Güneşi (1992-1995),

Welat (1992-1994),

Dengê Azadî (1994),

Jiyana Nû (1994-1995),

Ronahî (1995-1996),

Welatê Me (1995),

Azadiya Welat (1996-),

Hêvî (1996-1999),

Nû Roj (1996),

Vate (1997),

Jiyana Rewşen (1997),

Pêşe Roj (1997),

Roja Teze (1999-2000),

Munzur Haber (2003-2006),

Tîroj (2003-),

Kovara W (2004-2006),

Newede Dêrsim (2009-2010),

Rûdaw (2009),

Şewçila (2011-),

Newepel (2011-),

Verroj (2012),  

Rojnameyê Zazakî (2013-2014),

BasNews (2015)…

 

Ji van, Vate, Şewçila, Newepel, Verroj û Rojnameyê Zazakî xwerû bi kirdkî ne.  Yên din, wek ku ji navê wan jî diyar e, piraniya wan bi kurmancî ne, hinek jî  bi tirkî ne.

Ji van weşanan ez dixwazim behsa rojnameya Newepelê bikim.

Newepel, wek rojnameyeke kultûrî ya 15-rojî, di eynî demê de wek rojnameya pêşîn a safî bi kirdkî (zazakî) 15ê adara 2011 li Diyarbekirê dest bi weşanê kir. Heta hejmara 50. pazde rojan carekê, piştî wê hejmarê jî mehê carekê li gor peryoda xwe, tam di dema xwe de derdikeve.

newepel

Newepel, di qebareya tabloîd (28 x 43 cm) û 8-rûpelî ye. Ne rehayî be jî, axlebe rûpela pêşîn bo manşet û nivîsên balkêş, rûpela 2. bo nivîsara edîtorî û xaçepirsê ye. Di hejmarên destpêkê de, li cihê xaçepirsê dersa zimanî û alfabeyê cih digirtin. Rûpela 3. bo nûçeyên kultûrî û ferhengokê ye. Eger nûçeyên giring tine bin, bo nivîsên populer e. Rûpela 4. bo roportajan, roportaj tine bin, nivîsên dirêj yên vekolînê tê de cih digirin. Rûpela 5. jî bo nivîsarên cuda-cuda û helbestan e. Rûpela 6. ya jinan e. Rûpela 7. jî bo berhemên folklorîk e. Û di rûpela 8. de bi piranî nivîsên kurt û navên nebatan cih digirin.

Ji zû ve me niyet kiribû ku li welat, li Diyarbekirê, rojnameyeke safî bi kirdkî biweşînin lê şertên me lê nehatin. Derxistina rojnameya Newepelê destpêkê ne wisa hêsan bû. Çimkî baş an xirab me berî wê ti nimûne tine bûn ku em wek nimûne bibînin loma me her tişt ji sifrê dest pê kir.

Berî Newepelê, bi alîkariya Sidqî Zîlan û Bîlal Zîlan, me di 2009 de malpera www.zazaki.netvekiribû. Berî Zazaki.net, demeke dirêj min di malpera www.netkurd.com de bi kirdkî nûçe amade dikirin loma ji aliyê bikaranîna kirdkî di warê rojnameygeriyê û zimanê nûçeyan de gelek tecrûbeya min çêbû. Ev tecrûbe di prosesa Zazaki.net de hê pêşve çû. Di vê navberê de min kursên kirdkî jî didan. Kursa ku min li Odeya Tebîban ya Diyarbekirê da, li wir, ji berpirsên odeyê Dr. Şemsedîn Koç û Dr. Tulîn Savaş û herwiha hin kursiyeran bo heqê dersê nêzîkî 1000 TL berhev kir û da min. Ev cara pêşîn bû ku ji xebatên zimanî pare diketin destê min. Lê min ew pare nexwar, min hejmara pêşîn ya Newepelê pê weşand. Wê demê me bi navê Ziwan-Kom komeleyek jî ava kir, ji hêla resmiyetê ve me rojname bi navê vê komeleyê derxist.

Proseya derxistina Newepelê pir dijwar borî: destpêkê bi taybetî hin mirovên niyetxirab, hin kesên hesûd, û helbet beşeke endamên tevgerên siyasî xwast xebata me bifetisînin, derketinaNewepelê bidin rawestin. Lê me bi sebr û sebat, bi ezm û qerar weşandina rojnameyê bi istiqrar dewam kir. Wan kes û derdorên ku dixwastin pêşiya Newepelê bigirin, digot “ha filan komele heye, biçin wir kursê bidin, ha bêvan rojname heye, di wê de binivîsin, çima hûn rojnameyeke cuda biweşînin”. Ev derdorên ku xwastin pêşî li xebata Newepelê bigirin, kadroyên ku me di çarçoveya xebata Newepelê de perwerde kirin, îro ji wan kadroyan istifade dikin, bi wan kadroyan xebatên kirdkî dikin.

rosan1

Ne ku tenê beşeke kurdan, dewletê jî midaxeleyî Newepelê kir. Bo nimûne, bi taybetî li Çewligê midaxeleyî belavkirina Newepelê kir. Hewiha li Xarpêtê, Siwêregê û cihên din rojnameya me li postexaneyê bi zanatî hat windakirin, negihand navnîşana aboneyan. Gelek caran me di encama lêpirsînan de rojname li postexaneyan tesbît kir.

Em sexbêriyê dikin û dixwazin ku nivîsên di Newepelê de bên weşandin, her yek di warê xwe de wek belge/dokumanî be. Loma nivîsên ku di Newepelê de diweşin, ji rojevê nakevin: kengî bên xwandin, heman tesîrê dikin. Û ji her kategoriyê mirov dikarin her wext wan bixwînin. Di 82 hejmarên Newepelê de 1776 nivîsên cuda: helbest, çîrokên nûjen, roportaj, berhevokên folklorî yên wek gotinên pêşiyan, îdyom, mamik, lîstik, pêkenîn, çîvanok, stran, metelok û lorik, herwiha nûçe jî tên weşandin.

Herwiha di 82 rûpelên Newepelê de nivîsên 275 kesan weşiyane. Ji van, nivîsên 29 kesan an hatine neqilkirin an jî tercimekirin. 43 jinan û 203 mêran, bi hev re 246 kesan rasterast jiNewepelê re nivîsiye. Ji van 246 kesan jî, ji 200 kesan zêdetir cara pêşîn di Newepelê de dest bi nivîsînê kiriye. Bi sedan kes jî di çarçoveya belavbûna Newepelê de hînî xwandina kirdkî bûne. Anku tiştê ku tevgerên kurdan nakin yan jî nikarin bikin, Newepelê kir. Hedefa Newepelê herdem ew e ku kadroyên zimanî yanî kesên ku bikarin zimanî bi kar bînin, pê binivîsin perwerde bike.Newepel di vê hêlê de tam wek mektebekê wezîfe dibîne. Anku serkeftina herî berçav yaNewepelê, bi vê qaydeyê perwerdekirina nivîskar û xwandevanên kirdkî ye. Beşeke giring ya nivîskarên Newepelê êdî herdem dinivîsin. Ji van nêzîkî deh kesî yek an çend kitêbên wan weşiyane. Gelek kesên ku li zanîngehan lîsansa bilind xwand yan jî niha dixwînin, pêşî tecrûbeya wan di Newepelê de çêbû. Herwiha gelek kesên ku niha di televîzyonên kirdkî de dixebitin yan jî ji televîzyonan re metnan tercime dikin, pêşî di Newepelê de hînî nivîsîna kirdkî bûne.

Beşa rastkirin û redaktekirina nivîsên kirdkî karê herî zehmet e. Nivîsên ku bo rojnameyê tên, ji hêla edîtor û redaktorê rojnameyê Roşan Lezgînî ve bi her awayî têne rastkirin û redakte dibin. Di karê redaktekirinê de, kîjan herf, peyv yan hevok were rastkirin, bi rengê sor yan şîn tê îşaretkirin. Û bo ku nivîskar şiklê rastkirî yê nivîsa xwe bibînin, ew ji wan re tê şandin. Eger ne hemû jî, beşek ji nivîskaran bi vî qaydeyê xeletiyên xwe dibînin, di nivîseka din de piçekî din xwe pêşve dibin.

Zimanê hemû nivîsên ku di Newepelê de tên weşandin, tam li gor eslê zimanî, li gor rîtm, qeyd û sîstema kirdkî pir paqij redakte dibin û paşî tên weşandin. Gava ku em redakte dikin, ji forma peyvan bêhtir em li hemberî qeydên zimanî hestiyar in. Helbet forma standard ya peyvan jî giring e, lê di redaktekirina Newepelê de tiştê eslî, tiştê muhim, tiştê bingehîn hevoksaziya kirdkî ye anku qeydên zimanî ne.

Gelek kes ji zindanan ji me re dinivîsin. Tabî nivîsên wan bi name wek destnivîs tên. Em nivîsên wan di kompûterê de dinivîsin û dikin dijîtal. Destnivîsên gelek kesan nayên xwandin yan jî pir dijwar tên xwandin.

Piştî ku bi qasî hejmarekê dosye amade dibin, ji edîtorên rojnameyê Bîlal Zîlan rûpelên rojnameyê mîzanpaj dike û ji hevalên ku wek lijneya weşanê ne, ji wan re dişîne. Piştî kontrol- û rastkirinê paşî dosye bo çapxaneyê tê şandin. Eger rojname ji çapxaneyê hat, em bi destê xwe bo aboneyan pakêt dikin û didin posteyê.

Hemû karê rojnameyê em bi destê xwe dikin. Mesrefa çapxaneyê û posteyê jî, li destpêkê û di gelek hejmaran de em ji kîsê xwe didin. Beşek ji firotin û aboneyan, beşek jî hin hevalan wek alîkarî dîrekt daye. Bo nimûne, mesrefa hejmara 34. Ehmedê Elon, hejmara 41. Îsmet Uzelî alîkariya me kir. Mesrefa hejmara 42 Xetîce Tepe, ya hejmara 43 Nadîre Güntaş Aldatmaz da. Di hejmara 44. de Dr. Ahmed Yalinkayayî alîkarî kir (aboneyî). Mesrefa hejmara 46 Wedat Sayginî, ya hejmara 59 Îdrîs Yazarî û hevalên xwe, ya hejmara 62 Uzcan Yilmazî da. Di hejmara 69 de seyda Hemîd Hozanî alîkarî kir. Di hejmara 70. de Sercan Kişin û Memed Emîn Kaçanî da. Hejmara 71. endamê komeleya me av. Neymetullah Gunduzî da (aîdat).  Di hejmara 72. de Hacer Petekkaya alîkarî kir. Mesrefa hejmara 73. Necatî Güvenç û Aydin Baturî da. Hejmara 74. Îdrîs Yazarî û hevalên xwe, herwiha Alî Riza Kaya û Ugur Sermiyanî, hejmara 78. Haşîm Güreli da. Di hejmara 79. de Hayrî Bayat, di hejmara 80. de xanimeke kurmanc alîkarî kir. Hejmara 82. Cemsî Kaya û Hesen Xeyrî Biçici, hejmara 83. jî Dr. Muzafer Bahçivanî da.

Herwiha, herçiqas me navê wan hevalan di rojnameyê de nivîsî, hevalên wek Roşan Lezgîn, Av.Sidqî Zîlan, Bîlal Zîlan, mamosta Alî Fuad Doğuç, mamosta Mistefa Ergüven, wek aîdata komeleyê be jî Av. Cîhan Îpek, Av. Neymetulah Gunduz û Henîfî Pîranij, hevalên din jî ku nexwast navê wan were nivîsîn, wan jî ji hêla madî ve kêm-zêde alîkariya madî kir. Ji aliyekî ve şexsen lê ji aliyekî ve jî gelek kesan, abone û bayiyan, herwiha dezgeh, kitêbfiroş û qirtasiyeyanNewepel firot lê ji me re pare neşand.

Ji hêla belavkirinê ve, li Almanyayê Îsmet Bor, li Enqerê Nûredîn Beltekin û Mistefa Şahîn, li Dêrsimê Wisif Pîrbab, li Çewligê Osman Tetîk, Newzat Anuk, Yaşar Baluken, Şahap Laçîn û hevalên din, li Îzmîr û Mêrdînê Mutlu Can, herwiha li Mêrdînê Ednan Oktay û hevalên din, li li Mûşê Xetîb Erdoğmuş, li Diyarbekirê Dr. Deniz Pîrajmanij, Ehmedê Dirihî, Seîd Aydoğmuş,Hesen Kaçan, Henîfî Pîranij, Av. Sidqî Zîlan, Av. Bîlal Zîlan, mamosta Alî Fuad Doğuç û hîn pir hevalên din demek be jî Newepel belav kir.

Belavkirina Newepelê zêdetir bi sîstema abonetiyê dibe. Aboneyên Newepelê di serî de li Almanya, gelek welatên Ewropayê hene, li Rûsya û Awistralya jî hene. Herwiha li Başûrê Kurdistanê jî hene. Li hindirê Tirkiyê jî, li gelek bajaran aboneyên me hene. Wisa li ser hev li Mêrdîn, Çewlig, Mêrsîn, Enqere, Dêrsim, Mûş, Siwêreg, Solaxan û Stembolê tê belavkirin. Lê li beşek ji van deran, eger mirov ji wir veqetîbe, belavkirina rojnameyê jî sekiniye. Herwiha ji destpêkê heta niha, teqrîben ji nêzîkî sî zindanan re jî em Newepel dişînin.

Taybetmendiya Newepelê ew e ku ne aîdî ti fikrekê, îdeolojiyekê yan jî hereketeke siyasî ye. Teşebuseke temamen sivîl û ferdî ye. Polîtîkaya weşana Newepelê kurdîtiyê wek esas digire, weşana xwe li ser zemîna neteweyî dewam dike. Mirov dikare xeta fikrî ya Newepelê wiha bide nasîn: “Kurdîtî” nasnameyeke makro tarîf dike: di nav vê nasnameya makroyî de gelek nasnameyên mîkroyî hene. Em bibêjin ku kurmancî, soranî, kirdkî, hewramî, lurî û yên din her yek di nav “kurdîtiyê” de nasnameyeke mîkroyî ye, ev hemû vêca “nasnameya kurdîtiyê” tînin meydanê. Loma heqê her nasnameya mîkroyî heye ku xwe organîze bike. Eger wiha nebe, mumkin e ku nasnameyeke mîkroyî di nav yekîtiyê de bihele yan jî ji nav nasmaya  makroyî temamen derkeve. Me bi derxistina Newepelê ev fikir mişexes kir: fiilen kir heqîqet û aktîv kir.

Berî ku em Newepelê derxin, hinek kesan, beşek ji niyeta xwe ya xirab beşek jî ji nezaniya xwe tim gazind dikirin ku çima di televizyonên kurmancî de cih nadin zazakî. Me bi tecrûbeyaNewepelê îsbat kir ku eslê problemê ji me dest pê dike. Eger em bi xwe xizmeta kirdkî nekin, kurmanc yan soran nayên ji me re kirdkî pêşve nabin. Û ji xwe piştî ku me di proseya derxistinaNewepelê de kadro perwerde kirin, êdî televizyon û rojnameyên kurdan hîn bêhtir cih didin kirdkî.

Xulase tecrûbeya rojnameya Newepelê bi taybetî di dîroka pêşveçûna kirdkiya nivîskî de tecrûbeyeke orîjînal û serkeftî ye.*

__________

Çavkanî: Nûbihar, Kovara Çandî Hunerî Edebî, Hejmar: 134, Stenbol, Zivistan 2016, r. 71-74

[1] Bi munasebeta weşana hejmara 100. ya kovara Deng, li Diyarbekirê roja 24.01.2016 bi sernavê “Ji Rabirdû Heta Paşerojê Çapemeniya Kurd” konferansek hat organîzekirin, ev metin bi awayê axiftinê di vê konferansê de ji aliyê Roşan Lezgînî ve hatiye pêşkêşkirin.

Nivîsîn: Roşan Lezgîn

Wergerandin ji zazakî: Husein Muhammed

Derbar Çand Name

Check Also

MIROVNASÎ (ANTROPLOJÎ)

Mirovnasî (antropolojî) wekî zanisteke serbixwe Mirovnasî (anthropology) lêkolîneke zanistî ya derbarê mirovî de ye ku …

Leave a Reply