Di 84 Saliya Kovara Hawarê de(“Niha Bûye 87” -15.05.2019)

(Hawar zarokeke nûza ye, zarowa me ye; zarowa kurdan e. Wek her zaro bi xweytiya dê û bav, bira û pismamên xwe dikare bijît. Her kurd dikare arîkariya Hawarê bike. Tu kes mebêje ko, ez mirovekî reben û nekêrhatî me. Ji min ji diayê pêve tiştek nayê. Belê tu kes vê xeberê mebêje, her kes bi tiştekî, bi awakî dikare bê hawara Hawarê…) Mîr Celadet Alî Bedirxan: (Hawar, hejmara pêşîn, rûpelê pêşîn, 15 ê gulana 1932)

Bi hatina 15 ê heyva gulanê, sala îsal 2016, kovara Hawarê dikeve 84 saliya xwe de ango 84 sal di ser derçûna (HAWAR)ê re derbas dibin. Ev kovara ku yekem car e di dîroka kurdan de, bi tîpên latînî hatiye weşandin û ji hingê ve zimanê kurdî bûye zimanekî xweser..

HAWAR, kovareke panizdeh rojî bû, di warê ziman, ferheng û rewşenbîriya kurdî a têvel de şoreşeke nû bû û dûrî siyasetê bû. Her wiha xwediyê wê Mîr Celadet Bedirxan di rûpelê pêşîn û rêza pêşîn de, armancên Hawarê diyar kirine û dibêje:

(Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e, xwenasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike…Hawara me berî her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin. Lewma ko ziman şerta heyînê a pêşîn e…Hawar jû(ji iro û) pêve bi her tiştê ko kurdanî û kurdîtî pê bendeware, dê mijûl bibe. Tenê siyaset jê dûre, xwe naêxe siyasetê. Hawarê siyaset ji civatên welatî re hiştiye. Bi siyasetê bila ew mijûl bibin. Em jî di warê zanîn, huner û sinetê de dê bixebitin.)

Wek ku hûn tev dizanin xwedî û berpirsiyarê kovara HAWARê Mîr Celadet Bedirxan bû. Cih û warê çapa wê wek ku li ser hatiye nivîsandin: Çapxana Tereqî 1932 Şam / Taxa Kurdan.

Hawar bi du zimanan dihat weşandin; Kurdî û Fransî. Rûpelên kovarê bi tevayî dor 20 rûpelan bûn. Beşê fransî 2-4 rûpel bûn. Beşê kurdî ji hejmara 1- 23 an bi du alfabeyan dihat nivîsandin; Erebî û Latînî. Lê ji hejmara 24 an û pê de, bi tenê bi alfabeya latînî hat nivîsandin. Dema ku mîr Celadet Bedirxan hejmara pêşîn ji Hawarê belav kir, hingê wî alfabeya xwe bi zimanê erebî, tirkî, faris, û fransî diyar û eşkere kir: Bi derketina kovara Hawarê re, welatparêzên kurdan xwe li dor dane hev, nemaze ewên ku ji ber zilm û zora Tirko reviyabûn Binxetê. Hingê piraniya wan li Şamê, di bin rûniştina zorê de bi cî û war bibûn. Bi girsbûn ji axa, beg, şêx û rewşenbîrên kurdan bûn. Tevan xwe li mîr digirtin û rûpelên kovara wî bi berhemên xwe dixemilandin. Gelekan ji wan hîç xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî nekiribûn. Hinek jî hebûn qet neçûbûn dibisatanan, ew di rêka kovara Hawarê de hînî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî latînî bûn..

Di destpêkê de, bi tenê Mîr Celadet û birayê xwe Dr. Kamîran bi nivîsarên xwe, Hawara kurdan dineqişandine, û bi gelek navan, bi tenê Helbestvan Qedrî Can, ji hejmara pêşîn de bi wan re beşdarî kiriye. ango ew nuxuriyê Hawarê ye. Di hejmara dudiwan de, Osman Sebrî xwe berdaye nav kerwanê nivîskarên Hawarê. Di hejmara sisyan de, Hemîd Ferec ji Kurdistana Başûr Hawar piroz kiriye û Dr. Ahmed Nafiz beg Zaza, wek bijîşkê Hawarê, di quncika bijîşkî de nivîsandiye. Lê ji hejmara çaran û pêde, hawar bi helbest û nivîsên van kesan hatiye xemilandin wek: Cegerxwîn, Mustefa Ehmed Botî, Nûreddîn Zaza, Lawê Findî, Hesen Hişyar, Reşîdê Kurd, Ehmed Namî û Qedrî Cemîl Paşa..Hwd Hem jî ji Kurdistana Başûr van nivîskarên bi nav û deng di Hawarê de nivîsandine wek: Fayiq Bêkes, Goran, Tewfîq Wehbî, Şakir Fetah, Hevindê Sorî, Abdulxaliq Esîrî, Pêrût, Lawikê Kurd..hwd. Her wiha rûpelên Hawarê ji wan kesên ku nû xwe fêrî xwendin û nivîsandina kurdî kiribûn vekirî bû… Belê beşê fransîzî, ji bil ku Mîr Celadet û birayê xwe Dr. Kamîran, bi gelek navan di vî beşî de dinivîsandin, van kurdenasên biyanî jî ew beş dixemilandin wek: Pr.G. Michaelian û R. Lescot.

Emê vegerin ser kovara (Hawar)ê, ewa ku me got kovareke 15 rojî bû, belê cihê daxê ye ku ev kovar ji ber rewşa aborî û ciyopolotîkî, tev hejmarên wê li ser hev nehatine çapkirin li gor programê xwedîyê wê, û paşê jî hatîye rawestandin.

57 hejmar ji HAWAR ê, di navbera sala 1932 an û sala 1943 an de, hatine weşandin. Ev kovara bedew û spehî, ji ber rewşa abûrî di sê qunaxan re derbas bûye, ta ku hatiye rawestandin. Di gotara bi navê (sê tarîxên Hawarê) de, hejmara 27 sala1941, mîr Celadet wiha dibêje:

Tarîxa pêşîn, 15 gulana 1932an, di vê tarîxê de, gazî û hawara kurdan ji dil û devê wan ketine nav rêz û xêzikên çend rûpelan û kovarek kurdî anîne pê, ji kurdan re Hawar, hawareke nû, hawara zanîn danzanînê za..

Temenê Hawarê yê aktiv sê sale, lê ji ber rewşa abûrî, ya ku Mîr têre derbas dibû, yazdeh salan pêre dirêj kiriye. Hejmara pêşîn (1) ji vê kovara bedew di 15 ê gulana 1932an de hatiye weşandin, hejmara dawîn ( 57 ) di 15 ê tebaxa 1943 an de hatiye weşandin

Hawar, ji hejmara 1- 23, di roja 25 tîrmeha 1933 de, bi dûv hev de hatiye weşandin, hejmara 24 an di roja 24 ê nîsana 1934 an de derketiye, hejmara 27an di roja 15 nîsana1941 ê de hatiye weşandin, ta ku hejmara dawîn 57di roja15 ê tebaxa 1943 an de hatiye weşandin û êdî nema Hawarê ronahî ditiye.

Ji bo zanînê, hêjaye em bêjin, ku Mîr Celadet Alî Bedirxan kovareke din, di sala 1942 an de, bi navê Ronahî li Şamê çap û belav kirîye, an ku ji berî 72 salan ve. Ew jî xurû bi kurdiya latînî bû. 28 hejmar ji vê kovarê hatine çap û belavkirin, hejmara pêşîn ( 1 ) di yekê nîsana 1942 an de hatiye weşandin, hejmara dawîn ( 28 ), di meha adara 1945 an de, hatîye çap û belavkirin, û êdî Ronahî jî, wek xwişka xwe Hawarê hatiye rawestandin.

Bi vê helkeftina ku heyva gulanê, ji berî 84 salan ve sînga xwe ji kovara Hawarê re vekirîye, û mizgînîya zayîna kovara (HAWAR) ê daye me, em xwe gelkî bextiyar û kamîran dibînin û sed rehmet li giyanê Mîr Celadet û Dr. Kamîran Alî Bedir-Xan û tev neferên malbata wan bibare, buhişt cih û warê wan be.

Konê Reş
Qamişlo, 15/05/2009

* Ev gotar di rojnameya Agirî, hejmara 111 an, 21ê gulana 2009 an de belav bûye

Nişeya 2016an: ji bo rojanekirina gotarê hin jimar hatine rojanekirin ji bîlî ve nivîs nehatiye guhertin. Jimarên ku hatine guhertin ev in: 77 bûye 84, 2009 bûye 2016, 65 bûye 72

Hin nivîsên li ser Hawarê û derdora wê:

Derbar Konê Reş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply