Çarşem , 23 Îlon. 2020

Di 29 Saliya Koçkirina Mihemed Şêxo de, rola wî di parastina ziman û pêşxitina muzîka Kurdî de

Bi vê helkeftê ku di roja 9/3/2018an de (29) sal di ser koçkirina Mihemed Şêxo derbas dibe, bi min xweş e ku ez rola Mihemed Şêxo di parastina ziman û pêşxitina muzîka kurdî de diyar bikim. Bêguman rola Mihemed Şêxo di parastina zimanê kurdî û pêşxitina muzîka kurdî de zor mezin e. Wî jî wek nifşên pêşiya xwe; Aramê Dîkran, Seîd Yûsif û Mehmûd Ezîz zimanê kurdî parast û stran û muzîka kurdî ji kilasîkiyê rizgarkir, pêşde bir, bi awazên nû xemiland û bi guhdaran şêrîn kir.. Erê bi rêka wî jî, stran û muzîka kurdî, derbasî qunaxeke nû bû. Tevî temenê wî yê kurt (41sal), wî karîbû bi rêka muzîka kurdî, peyva kurdî a resen bi guhdaran bide hezkirin, şêraniya zimanê kurdî bi rêka awazên xwe yên nû belav bike û xwe di her çar perçeyên Kurdistanê de bide naskirin..

Ji rexekî din ve, wî karîbû bi rêka stranên xwe, di wî heyamê xerab de, di navbera salên1970-1989’an de, hestê netewî kurdî di nav kurmacîaxêfan de belav bike. Ew salên çetîn û dijwar di jiyana kurdan de. Salên ku gelek bobelatên seyr hatin serê Kurdan, wek anîna ereban nav kurdên Binxetê di sala 1974’an de, Derba Everîn di 12 êlûna 1980’î de, qirkirina Barzaniyan di sala 1983’an de, Enfal û Helebçe di sala1988’an de û wiha ta bi mirna wî di sala 1989’an de.. Ji ber ku ew ji xwe piştrast bû û xwedî nameyeke netewî bû, xwedî helwesteke Kurdistanî bû.. Wî bi mêranî û cegerdarî stranên xwe digotin.. Û bi bawerî û dûrdîtinî gotinên stranên xwe dibijartin û wiha helbestên gelek helbestvanên netewî, ku bi kêf û şahiyên gelê xwe re dikeniyan û bi êş, birîn û derdên gelê xwe re digiryan, kirin stran.. Di baweriya min de ji ber vê yekê û ji ber dengê wî yê henûn û awazên tembûra wî a dilovan, cemawerê kurd jî hezê kir û stranên wî bûn wek dermanê birînê ji birîndarên welat re û her wiha ji evîndaran re jî..

Di sala 1965’an de, dema ku ez di sinifê heftan de bûm, hunermend Mihemed Şêxo jî di eynî dibistana Elerûba de dixwend û her wiha hunermend Aramê Dîkran jî. Hingê destpêka Mihemed Şêxo û lêdana tembûrê bû. Lê Aramê Dîkran hem bi temenê xwe û hem bi hunermendiya xwe jê mezintir bû û di nav xelkên Qamişlo de naskirî bû. Wî ahengên dîlan û şevbuhêrkên xelkên Qamişlo xweş dikir.. Lê Mihemed Şêxo nû dabû ser rê.. Gelek caran Aram û Mihemed Şêxo di hewşa dibistanê de qerfên xwe bi hev dikirin.. Carekê ji bo berçavka Mihemed Şêxo her yekî ji me qutabiyên dibistanê 5 qirûş an 10 qirûş, wek alîkarî ji bo berçavka wî dane hev.. Di sala 1966’an gelek ji hevalên me yên Ermenî di gel malbatên xwe çûn Hayistanê. Di wê salê de Aram jî di nav wan de ji Qamişlo barkir û çû Armenistanê..Yezdanê dilovan herduyan; Mihemed Şêxo û Aramê Dîkran bi dilovaniya xwe şad bike.

Konê Reş,

Qamişlo

08.03.2018

Derbar Konê Reş

Konê Reş

Dikarê vê jî bixwênê

Raweste ezbenî.. te agahdar bikim?!

Carna tu neçar dibî, dergehê mala xwe ji ber bahozê bigire, da ku xewnên te …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.