Duşem , Pûşper 24 2019
Destpêk / Forum / Nivîsxane / Di 121 Saliya Rojnamegeriya Kurdî De Kovara Gelawêj

Di 121 Saliya Rojnamegeriya Kurdî De Kovara Gelawêj

Bi helkeftina derbasbûna 121 salan di ser roja rojnamegeria kurdî de ku di roja 22ê nîsana 2019an de destpê dike, bi min xweş e ku her roj ji bo we kovarekê an rojnameyeke kurdên Sûriyê raxînim ber çavan..

Îro bela mijara me kovara Gelawêj be:
Kovara Gelawêj:
Kovareke çandî û torevanî ye. Ev kovar jî di sala1979 an de, di bin şîretên Osman Sebrî de derketiye. Wek ku diyare ev kovar a Partiya Demokratî Kurdî (Alpartî) ye. Ji destpêkê ve serkêşên wê, mele Tahir û Mecîdê Haco bûn, vê paşiyê ketiye nav destên gelek kesan de.. Navê wê ji (Gelawêj) a Kurdên Îraqê, ewa ku rehmetî Ibrahîm Ehmed û hevalên xwe di salên 1944 an de diweşandin, hatiye girtin. Hejmara pêşîn di sala 1979 an de derketiye, hejmara dawîn (34) di sala 2007 de derçûye. Ebada wê li ser pelên A4 bû, ango (20×32) bû.


Gelek hejmarên zozo ji vê kovarê hatine weşandin. Ev kovar jî di destpêkê de li ser pelên A4 bi ronyo dihat kişandin, naverok qels û lawaz bû. Ji sala 1990î û vir de wê jî kirasê xwe guhertiye û hejmarên wê yên dawî d çapxaneyê de hatine çap kirin, bi naverok û wêneyên spehî.. Di sala 1997 an de ew jî wek Gulistan tevî kovara (Bihar)ê bûye… Divê bête gotin ku di nîsana 1991ê de kovareke din bi navê (Gelawêj) ji rex rêkxistineke din ve, hatiye weşandin û çend hejmarên bedew jê çap bûne. Di sala 1993 an de ev Gelawêj tevî kovara (Pirs)ê bûye..

Konê Reş, Qamişlo, 08.04.2019

Derbar Konê Reş

Konê Reş

Dikarê vê jî bixwênê

EDEBIYAT Û GUHERTIN

Edebiyat/wêje bi taybetî jî roman her diçe digehure, xwe nû dike. Teknîk û stîla nivîsîna …

Bersivekê binivîsin

Your email address will not be published. Required fields are marked *