Di 103 Salîya Komkujîya Ermenîyan de, Nimûneyek ji Pêwemdîyên Ermenîyên Bişêrîyê û Eşîra Rema

Gelekan li dor pewendîyên Kurd û Ermenan nivîsandine, gazin û lome ji Kurdan kirine û Kurd bi tawana kuştina ermenan gunehbar kirine.. Ez bawerim tiştek ji vê yekê heye, ew jî sedemên xwe hene; rewşa Kurdistanê a cîyopolîtîkî, perçebûn û dagirkirina wê, qedexebûna zimanê Kurdî û dawî qedexebûna lêkolînên rast û durist li dor kêşeya gelê Kurd û zimanê Kurdî..

Anku Kurd ne dewlet bûn, ne desthilat bûn, cehalet û nezanîyê Kurd kor kiribûn, misilmantîya şaş kurd ji rê biribûn, Kurd di bin emir û fermanên Osmanîyan de dilivîyan.. Van yekan hişt ku Kurd di gelek waran de paşketî bimînin û gunehkar bibin û gelek tiştên ne baş di derheqî wan de bêne nivîsandin. Derfet nebû ku Kurd bervedêrîyê di ber gelê xwe de bikin, wek ku pêdivîye; li pêmayê bav û bapîrên xwe vegerin, zimanê xwe vejînin, folklorê xwe kom bikin, bi zimanê Kurmancî bigrîn û bikenin.. Erê tevî van yekan Kurdan di gelek deveran de li Ermenî û xaçparêz bixwedî derketine û ew ji kuştin û qirkirinê parastine.. Belê kêm kesan ev yek (parastina ermenan) ji rex Kurdan ve anîye ziman.. Erê bi min xweş e ku ez di vê mijarê de hinek ronahî berdim ser pêwendîyên Kurd û Ermenan; Kurd, êla Rema, mala Hecî Ebdellah (Emînê Perîxanê) û Ermen, mala Bêdrosê Ûsiv..

Di vê pêla dawî de, min bêtir ji berê pewendîyên xwe bi ermenîyên Qamişlo re girêdan û xweş kirin, nexasin ewên ku di nav eşîra Rema û deşta Bişêrîyê de mezin bûne, ewên ku bi kurdîyek sade û resen xeber didin.. Ji wan Ermenîyan ez çav bi Antranîkê Bêdros /1925 û birayê wî Gerabêtê Bêdros /1935 ketim. Ev herdû kurên Bêdrosê Ûsiv in, bi koka xwe ji Ermenîyên Wanê, gundê Caksa ne.

Di fermana Ermenan a sala 1915 an de bavê wan Bêdrosê Ûsiv xwe li Êla Rema, Mala Hecî Ebdellah girtîye, ji mala Hecî Ebdellah, Emînê Perîxanê ew parastîye û Bêdros bûye wek neferkî ji malbata wî.. Bi van gotinên xwarê Antranîkê Bêdrosê Ûsiv yê ermenî destpêkir û got: Em ti carî qencîya eşîra Rema û Mala Emînê Ehmed (Perîxanê) ji bîr nakin, wan bavê min ji qirkirin û kuştina fermana sala 1915 an parast û wek neferekî ji malbata xwe xwedî kirin û wiha em û zarokên wan bi hev re mezin bûn ta ku em binxet bûn.. Li binxetê jî dema ku Emîn axa û di pey re kurên wî; Şikrî û Huseyin ji ber tirkan revyan xwe li mala Hiznîyê Xelîlê Osman, gundê Tilbirêc û gundê Qetranîyê girtin, careke din em û wan di xêr û şerê hev debûn.. Nexasim ku Huseyinê Emîn ta bi mirinê jî her ew dostê wefadar bû bi me re.. Ti carî em wan jibîr nakin.. Niha kî ji mala Emînê Perîxanê li Qamişlo bibin mêvan, mala me ji wan re hotêl û aşxane ye..

Konê REŞ

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply