Dewsa Stiriyan

Digot Turgut Uyar: “Hûn ji laşê gulan stiriyên wan biqetînin wê dewsa wan stirîian xwîn jê bê.” Hûn ê bêjin qey dewsa wan stiriyan bihareke lê wê li ser riyek ax, li ber deriyê welatekî ciyek xwîn jê bê…

Ez bûm gulek di laşê welatekî de, barbaran her roj sitiriyek min qetandin xwîn ji min hat, miçiqîn gul û kûlîlkên min… Min got çima? Gotin:

–         Stiriyên te di destên barbaran diçikin!

Min got, dest nedin gulên min, gulên min bi dil in; ne ji min diqetin, ne ji stiriyên min. Em evîndar in, ji xwe naêşin, kesekî jî naêşînin…

Li çepikan dan, her roj li lotikan… Gurên har bûn, birçiyên xwîna gulan! Kê ji wan re digot: “Na!” Êriş dikirin…

Digot: “Çavên Elsa” Luîs Aragon. Digot: “ Ewqas kûrbûn çavên te, min xwe daqûlî wan kir da ku vexwim! Min li wir dît rojên bi şewqê dibiriqînin… li wir mirin, bendewarê bêhêviyê, ewqas kûr bû ku min her tişt ji bîr kir… ”

Li bendê bûm; şevek be, rojek be… Di çavên min de ewqas nêzîk bû ku, tu dest bidiyê wê aniha biherike… Ew bû, çima kesekî nedidît? Nediwêrîbû! Ew evîndarê ku şev û rojan li ser stiriyên min dilorand, aniha bi stiriyên jahrî kela xwe vedimirîne, bi jahr û derewîn û xapînok û barbar û dilxwar!..

Digot: “îcar ku te daliqînin?” Pîrayê. “Tu bimrî, ez ê çawa bijim?” Digot: “Na tu yê bijî delala min! Wê wekî dumanek reş belav bibe xeyalêmin li ber bayê…” Lê ji çi ditirsim tu zanî? Ku ew roj bê û tu neyê… Di şevan de bifetise sibehên min… ewçax bila bigirî Elsa, barbar biqetînin stiriyên min ji laşê min, koka min ji axê hilqetînin, Nazim jî daliqînin… Li ber nakevim bila dewsa sitiriyan xwîn jê bê!  

Semra Çelebi

Derbar Çand Name

Check Also

Bêtifaqî û nebûna yekîtî û hevgirtina kurdan di helbestan de

Li dinyayê her netewe û miletek bi çend taybetmendî û sîfetan tê naskirin. Li Rojhilata …

Leave a Reply