Dewrêş û Evdî

Mekanê vê destanê Wêranşara navçeya Rihayê ye. Zor Temir Paşa, serokê eşîra milan e. Li herêma xwe eşîrên din jî tevî eşîra milan dike û konfederasyona milan ava dike. Yek ji van eşîran jî eşîra şerqîyan e. Ev eşîr, eşîreke êzidî ye û Dewrêş jî ji vê eşîrê xortekî êzidî ye.

Dil dikeve keça Zor Temir Paşa, Edûlê. Edûl jî jê hez dike, lê ji ber ku Dewrêş êzidî ye û mala Temir Paşa misilman in, Temir Paşa keça xwe nade Dewrêş. Di ser de fermana eşîra şerqîyan radike, ta ku ev eşîr dev ji cih û warên xwe berdide û koç dike. Piştî vê bûyerê eşîrên şemiran, tirkan û gêsan li eşîra milan dibin yek ku êrîşî wan bikin. Temir Paşa mêrxasekî wek Dewrêş nabîne û planekê çêdike. Dibêje kî bibe serdarê milan û bi van eşîrên dijminan re şer bike, ez ê keça xwe bidim wî.

Dewrêş, xwe diavêje pêş, ew û diwazdeh hevalên xwe bi mêranî şer dikin. Tev tên kuştin, tenê Dewrêş dimîne. Eşîrên dijmin lê dinêrin ku bi duristî nikarin Dewrêş bikujin, hîleyekê lê dikin û Dewrêş dikujin. Lê heta wê demê hêzên dijmin jî bêtaqet dikevin. Konfederasyona milan piştî mirina Dewrêş, ji vê qidûmşikestina neyarên xwe sûd werdigirin û axa xwe rizgar dikin.[1]

Ev nivîs ji Teza Volkan Korkmaz BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ JI ALÎYÊ BINYAD Û HONAKÊ VE ” hatiye wergirtin

[1] Mehmet Şirin Filiz, Xebatek li ser Destana Dewrêşê Evdî, Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkîyeyê, Teza Masterê, Mêrdîn, 2014, rr. 79 – 82.

Derbar ziman

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply