Dewlemendkirina Hebanok û Ferhenga Kurmanciyê

Dewlemendkirina zimanê me li ser me hemû Kurdan ferz e. Lê belê dewlemendkirina hebanok û ferhengê pêwiste ku li ser masê, bê vekolîn û ji hiş û aqil dûr neyê çêkirin. Meriv wextê bala xwe dide ferheng û hebanoka Kurmanciyê, bikaranîna hinek qertafan de xeletî çêbûne. Ji ber ku bikaranînên zelal û rast çêbin di ferhengan de divê bi rewşek misogerî bêje rast bên diyarkirin û nivîsandin. Bikaranînên cuda û bi taybetî bikaranînên çewt merivan di erênayê de dihêle û meriv ji zimanek paqij û zelal dûr dikeve. Ji bo vekolînek baş li ser ferheng û bêjesaziya Kurmanciyê bê çêkirin pêwiste ku meriv bi sê rê û rewşan bixebite.

 

Rê û rewşa ewil divê meriv di nav zaravaya Kurmancî de xebatê çê bike û bêjeyan di devokên Kurmanciyê de berhev bike. Eger pêwist be meriv kolan bi kolan, gund bi gund û dever bi dever bigere û hebanoka bêjeyan dewlemend bike. Bi vac û taybetmendiya Kurmanciye heta ji meriv bê bêjeyan li ferhengê zêde bike. Her wiha meriv ji devên pîremêr û pîrejinan û bi taybetî ji gundên ku dûrê bazar û bajaran ( yên çiyayî ) bêjeyan berhev bike.

Eger bêje û navlêk bi xebatek wek li jorîn hatiye ziman bidest nekeve pêwiste meriv di nav zaravayên Kurdî yên din de bigere û têkilî û şibandinên hevkar bibîne û her wiha navlêk û bêjeyên nêzikê rêzik û qeydeyên Kurmanciyê bidest bixîne. Lê belê ev destxistin pêwiste ku tu carî ji ruh û xwezayiya Kurmanciyê dur û der nebe !

Bêjeyên ku ji zimanên biyanî derbasê zimanê me bûne û rojane bi hevkare di axaftinê de bikar tên jî, wek rêya sêyemîn meriv dikare di ferhengê de bi cî û diyar bike. Ji ber ku çand û ziman li ser hev bandordar bûne û merivan û netewan bi cînar û hemwelatiyên xwe ve danûstandina hîs û ramanan çê kirine û bi hev re jiyan parve kirine, ji devên hev jî bêje revandine ! Her wiha ji zimanên bandordar gellek bêje derbasê zimanê dinê bûne. Ji ber ku bi sed salan di bin bandora çand, huner û zimanê deshilatdaran de maye wek hemû zimanan di zimanê Kurdî de jî bêjeyên biyanî ( Erebî, Tirkî û Farisî ) gellek in.

 

Hebûna bêjeyên biyanî pîvana feqîrî û dewlemendiya zimanan nîn e. Di dinyayê de tu çand û zimanek saf û paqij tune ye. Hemû zimanan de bêjeyên biyanî he ne. Wek zimanên dinê di Kurdî de jî bêje û navlêkên biyanî he ne. Hebûna bêjeyên biyanî tu caran nabe kêmasiya ziman û çandan. Di zimanê Fransî de, ji ber ku di demek dirêj de kolonyalîst û desthilatdarê welatên Ereban yên Bakurê Afrîqayê bûn, gellek bêjeyên Erebî ; di zimanê van welatan de jî gellek bêjeyên Fransî  tên bikaranîn.  Dîsa bêjeyên Îngîlîzî û yên zimanên dinê di nav zimanê Fransî de he ne. Di zimanê Tirkî de gellek bêje û navlêkên Erebî û Farisî he ne. Ji zimanên Rojava jî bi hezaran bêje derbasê hemû zimanan bûne. Vekolandina min ya ferhenga Tirkî de ( Türkçe Sözlük TDK-1988 ), bi tenê di nav bêjeyên ku bi tîpa « a » yê destpêdikin de ( xenjî navlêkên teknîkî ) 1200-1300 bêje, ji zimanê Fransî  derbasê zimanê Tirkî bûne min bi dest xist.

 

Pêwiste ku meriv bêjeyan bi rewşeke wekxweyî, bi çi saziyê dibe bila bibe, ji zimanên dinê bigire. Lê belê ji ber ku saziya bêjeyan di her zimanî de cuda cuda ye bi misogerî qertaf ji zimanên dinê nayên girtin. Bêjeya bi Tirkî « kaçak » bi Kurmancî « mişext » e. Ji ber ku bêjeya « mişext » di zimanê me de kêm hatiye bikaranîn ji bo « mişext-van » di nav gel de bi şaşî « qaçax-çî » ( bi Tirkî « kaçak-çı » ) hatiye gotin. Em yên ku bi ferheng û hebanoka zimanên xwe re têkildarin divê ji ber sedema ku di Kurmanciyê de ( hihek rêzimanan de hatibe diyarkirin jî ) qertafa « -çî » tune ye, em jî bêjeya « qaçak-çî » bikar neynin. Bêjeyên Tirkî « koru-cu, sav- » di zimanê me de wek « koru-, sav- » hatibe bikaranîn divê em van bêjeyan bi gotineke Kurmancî ( notir-van, doz+ger ) serrast bikin û bikaranînên wiha jî ji gotinê û ji ferhengê rabikin.

 

Hinek bêje bi alîkariya bêje û qertafên zaravayên me yên dinê hatine sazkirin. Ji vana mînakên herî balkêş « derew-ker, şerm-ker, temaşe-ker ( û temaşe-ger ) » e. Di zaravaya Kurmancî de pêveka « -ker » divê wek qertaf neyê qebûlkirin. Di zaravaya Zazakî de « kerd-in » di zaravaya Soranî de « kird-in » ( û di Farisî de « kerd-en » ) di Kurmancî de bi wateya « kir-in » ê tên bikaranîn. Her wiha bêjeya « ker » bi bêjeyên « derew, şerm, temaşe » ve hatine zeliqandin. Xûya ye ku ev bêje li ser masê hatine çêkirin. Divê bêjeyên hanê bi rêzik û qeydeyên çêkirina bêjeyan wek « derew-în û derew+kir, şerm-în û şerm+kir, temaşe-kar û temaşe-van » bên bikaranîn. Bêjeyên « şerm-în û şerm+kir » yên ku şerm dikin  « derew-în û derew+kir » yên ku derewan dikin  « temaşe-kar û temaşe-van » jî yên ku temaşe dikin re tê gotin. Bi rêzik û qeydeyên rêzimana Kurmanciyê gotina rast jî wiha ye!

 

Di vê mijarê de bêjeya « karker » wek rewşek awarte dibe bê qebûlkirin. Ji ber ku ji yên ku « karan » dikin re « kar+kar » hatiye gotin û li guhe merivan wxeş nehatiye ji Soranî ( û ji Farisî- Farisî de « kar-ker û kar-ger » tê gotin ) sûde hatiye vegirtin û bêjeya « kar » ê bi bêjeya « kerd » ê ve hatiye zeliqandin û bêjeyek hevedudanî « kar+kerd » hatiye çêkirin. Her wiha bi demane ev bêjeya di nav gel de wek « kar+ker » hatiye bilêvkirin.

 

Wek mînak meriv dikare van bêjeyan bide : Di zimanan de rewşên avarte bi gelemperî nayên bikaranîn. Her wiha qertafên saziyê bi her bêjeyê ve nayên zeliqandin. Bêjeyên hevedudanî jî rêzik û qeydeyên wan yên taybet he ne. Wek mînak bêjeya « doz+ger » bi bêjeya « doz » û bi bêjeya « ger ( -andin) » ê ve bûye bêjeyek hevedudanî  ( doz+ger ) û bi wateya « yên ku ‘ doz ‘ ê digerîne » hatiye bikaranîn. Lê belê em nikarin bêjeya « temaşe » yê ve bêjejeya ji « ger-andin »  ê hatiye « ger »  ê bi şaşî wek qertafek ( temaşe+ger ) pê ve binivîsînin û wateya « yên ku  ‘ temaşe ’ yê digerînin » bidin vê bêjeyê!

 

Pirsa dawîn meriv dikare bibêje ku di rêzimana Kurmancî de di mijara bikaranîna hinek perçeyên wek qertaf hatine nîşankirin de şaşî û çewtî çêbûne û her wiha ev şaşî û çewtî  di ferhengên Kurmancî de jî derketine holê. Divê bikaranînên van qertafan de meriv hergav rêzdarê rêzik û qeydeyên saziya bêjeyan bimîne û xwezayî û cudayiyên Kurmanciyê biparêze!

 

Kemaloglu Nasir-Çandname

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply