Dewlemendîya Zimanê Kurdî

 

FERHENGOKA PIRSÛSÊ:

-Silav xwînerên hêja hûn jî dizanin ku zimanê Kurdî zimanekî dewlemend e, ji ber vê jî carinan bikaranîna peyvan bi gor hereman tên bikaranîn. Wan peyvên ku min nivîsandî bi taybetî li pirsûsê û bajarên li derdora pirsûsê tê bikaranîn. Û ev peyv hema hema hemû li Kobanê jî bi vî şeklî tên bikaranîn.

 

PEYVÊN KU LI HERÊMA PIRSÛSÊ TÊN BIKARANÎN:

Celb=Ji bo axa şilbûyiyê tê bikaranîn di wateya: “Çamur” a tirkî de ye. Mînak: “Baran bariya erd çelb bû”

Çira= Ji bo peyva: “Çima” tê bikaranîn. Mînak: “Çira tu dereng hatî?” (Çima tu dereng hatî?)

 Çito=Di wateya: “Çawa”ê de tê bikaranîn peyva çawa li pirsûsê nayê bikaranîn.

Çitonî=Di wateya: “Çawa yî” de ye. Li pirsûsê kes nabêje tu çawa yî? Dibêjin: “Tu çitonî?”

 Eyyê= Ji bo peyva: “Dayê” tê bikaranîn.

 Gêrmî= Ji bo peyva: “Girar”ê tê bikaranîn. Mînak1: Gêrmiya rizê (Girara rizê) Mînak2: Gêrmiya savarê (Girara savarê)

Riz= Ji bo peyva: “Pirinç”ê tê bikaranîn

Gurmik= Ji bo peyva: “Mil”ê tê bikaranîn

‘Hiziya= Ji bo peyva: “Hejîn-hejikîn”ê tê bikaranîn. Di wateya: “Sallanmak” a Tirkî de ye.

Ho bûn= Ji bo peyva: “Hînbûn”ê tê bikaranîn

Kulik=Ji bo peyva: “Toz”ê tê bikaranîn. Mînak: Kulik di ser me de hat (Toz di ser me de hat)

Misqere= Ji bo peyva: “Henek-lakirdî”yê  tê bikaranîn. Mînak: Ez misqeran dikim (Ez henekan dikim)

Nehf= Ji bo peyva: “Sûd”ê tê bikaranîn. Di wateya: “Fayda”ya tirkî de ye.

Nola te= Ji bo peyva: “Wek te”yê tê bikaranîn

 Pirûnçek= Ji bo peyva: “Nepirandin-naperûç kirin”ê tê bikaranîn. Di wateya: “Tirmalamak” a Tirkî de ye.

Qerecî= Ji bo peyva: “Mirtiv”ê hatî ye bikaranîn. Di wateya: “Çîngeneya” Tirkî de ye.

Qêxane=Navê xwarinekê ye. Xwarineke bi hêk û rûnê çêdibe. Di wateya: “Omlet” a tirkî de ye. Mînak: Qêxane bd taştê de xweş e.

Qîm kirin= Ji bo peyva: “Têrê kirin”ê de tê bikaranîn. Di tirkî de di wateya: “Yetmek” de ye.

Qise=Ji bo peyva: “çêr, dijûn û sihêf”ê tê bikaranîn. Peyvên ne xweş in. (Lê li gelek bajaran di wateya axaftinê de tê bikaranîn, lê li pirsûsê tu bibêjî: “Qise kirin” gotinên ne xweş tên fêhm kirin)

Qoqî= Ji bo peyva: “Perperok-pînpînîk”ê tê bikaranîn. Mînak: Qoqî  xweşik in. (Perperok xweşik in)

Se’en= Ji bo peyva: “Teyfik”ê tê bikaranîn tirkiya xwe: “Tabak e”

sewa te/Seba te= Ji bo peyva: “Ji bo te” tê bikaranîn. Mînak: Ez sewa te hatim(Ez ji bo te hatim)

Seyd= Ji bo peyva: “Nêçîr”ê tê bikaranîn

Seydvan= Ji bo peyva: “Nêçîrvan”ê tê bikaranîn

Şebab=Ji bo jinên xweşik tê gotin. Mînak: “Ew çi jineke şebab e”

Çelek=Ji bo xortên xweşik tê bikaranîn.

 şe’etandin= Ji bo peyva: “Hilweşandin”ê tê bikaranîn, di wateya: “YIKMAK” a tirkî de ye. Mînak: Xaniyê me şe’etî (Xaniyê me hilweşiya)

şor kirin=Di wateya: “Axaftin, peyivîn û qisekirin”ê de ye. Mînak: Em bi hevre şorê nakin(Em bi hevre naaxivin)

Tevêbûn= Ji bo peyva: “Beşdarîbûn”ê tê bikaranîn

Ûd=Di wateya: “Hêja” yê de tê bikaranîn. Mînak: Ûda tu kesî nema ye: “Hêjayiya tu kesî nema ye”

Xerbilandin= Ji bo peyva: “Ji hiş ve çûn”yê ve tê bikaranîn.  Di wateya: “Bayilmak” a Tirkî de ye.

 

Nîşe: Ev peyv piranî ji bilî navçeya pirsûs û bajarên Kobanê, li tu deran nayê bikaranîn, eger tên bikaranîn jî di wateyeka din de tê bikaranîn. Û dibe ku hinek peyv di eynî wateyê de jî tên bikaranîn, eger tiştekî wisa hebe hûn bi me re parvebikin, emê kêfxweş bibin.

-Ji ber dewlemendiya zimanê Kurdî, çarinan wateya hinek peyvan bi gor herêman tên guhartin. Ev jî tiştekî hêja ye, girîng e û taybet e. Lewre ev dewlemendiyek e.  Pêwîst e ku em li dewlemendiya zimanê xwe xwedî derkevin…

 

Abdurrahman AYDOĞDU

www.candname.com

Derbar Çand Name

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply