DEVOKA AMÛDÊ (ROJAVA)

DEVOK Û DEVERÊ

Cizîrê, Berriya Mêrdînê (Amûdê, Rojavayê Kurdistanê)

NASANDINA DEVERÊ Û DEVOKÊ BI KURTÎ

Devera Amûdê ya navê xwe ji bajarê Amûdê wergirtiye, beşeke sereke ji Berriya Mêrdînê (Deşta Mêrdînê) ye. Li gor çavkaniyên dîrokî ew kevintirîn bajarê vê herêmê ye, hinek wê vedigerînin bêhtirî 350 salî berê. Nav û dengê vê deverê di gellek jêder, xerîteyan, kilam, stran û serpêhatiyan de hatiye ziman.

Ev bajar navê xwe ji girê Amûdê yê ku aniha di sînorê dewleta tirk de ye, wergirtiye. Behsa Çîrok û çîvanokên vî bajarî di gellek jêder û çavkaniyan hatiye kirin. Lê belê xelkên vî bajarî û li gor axaftinên wan xuya dibe ku her hinek ji wan ji devereke cuda hatiye, lê ya herî berbiçav heger em haweyên axaftin û peyvsaziyê binirxînin û bişopînin, em ê pêrgî du Qewmên sereke li Amûdê werin   ”Berrîvanî” anku / malbat an eîşrên berriyê ên bi esilê xwe deştî ne/, û ”Çiyayî” ew bi temamî ji hêla çiyayê Omeriyan dageriyane an jî hin Êlên ku ji ber fermanan firar û muhacir bûne û li Amûdê bicî bûne. û wilo bi salan di nava vî bajarî de devokek hatiye peydakirin mirov dikare jê re bibêje ”Devoka Amûdê”.

Wekî din, Deşta Mêrdînê beşek ji Cezîrê ye û Cezîrê jî ji Deverine cuda cuda pêk tê (ji Dêrka Hemko bigre heta bi Serê Kaniyê û ji sînorê dewleta tirk heta bi bajarê Hesekê/Hisîçayê) û ev herêm bi taybetmendiyên xwe yên civakî û devokî pirr zengîn û rengareng e  Mînak : devera Serê Kaniyê bi devoka xwe girêdayî Wêranşehirê ye, Dirbêsiyê girêdayî Qoser û Qerjdaxê ye, Devera Aşîtiyan jî girêdayî Torê ye. Hewiha jî devera Aliyan, Devera Koçeran … hwd. Ev hemû devokine bi serê xwe ne. Lê devoka Amûdê bi giranî li bajarê Amûdê çêbûye û wekû me anî ziman jî, ji têkelbûna gellek devokên ku bi salan hev alişandine, pêk hatiye.

Heger mirov bi dirêjahî û dûrbûna nêzî 10 km ji rojavayê Amûdê dagere û ji başûrê bajar bigire heta tu bigihê sînorê bajarê Hesekê, herwiha ji hêla rojava û başûrê Qamişlokê de jî, dê bibîne ku bêhtirî  90%  bi devoka  Amûdê diaxivin. Wekû tê zanîn, ku tu ber bi rojhilatê Qamişlo ve biçî, tê raserî Aşîtîyan werî û li hêla  rojavayê Qamişlo jî Xerbî ne û di ser 90% ji xerbîaxêvan bi ”devoka Amûdê” diaxivin. Di vê rapirsînê de min hewil daye hin taybetmediyên devoka vê deverê ji we re diyar bikim

CÎNAV

  • Cînavên kesî yên xwerû:
    • Cînavên yekjmar: Ez/E, ti/tu, ew
      • “E” jî wekî cînavka “Ez”ê tê bikaranîn: E jî = Ez jî. (E’j kuza- E’j ku zanim- Ez ji ku zanim
    •  Cînavên pirhijmar: Win/hun/hûn, em, ew.
  • Cînavên kesî yên çemandî/tewandî:
    • Cînavên yekhijmar: Min/Mi, Te, Wê/Wî
    • Cînavên pirhijmar: We, me, Wa/Wan/Wana/Ewan/Ewana.
    • “Mi” jî wekî cînavka “Min”ê û “Wana/Ewan/Ewana” jî wekî cînavka “Wan”ê tê bikaranîn.
  • Cînavê veger”xwe” her wekî “xwe” tê gotin.
  • Cînavê beramber “hev” (hevdû) ye:
    • Em hev/hevdû/ nas dikin
  • Taybetmendiyên din yên cînavan:
    • Li deverê cînav li gorî hin deverên din bi haweyekî cuda tên tewandin/bikaranîn.
    • Her wekî:
      • Mi te dît = Min tu dîtî.
      • Ez wî/wê dibînim. = Ez wî/wê dibînim.
      • Te do/doh mi dît/ te ez dîtim ? = Te do/doh ez dîtim?
      • Mi ew anîn mal/te ew anîn malê = Min ew anîn malê.
      • Tu/ti wî dibîni ? = Tu Wî dibînî?
      • wî bîn hundir. = Wî bîne hundir.

BERHEVDANA RENGDÊRAN

  • Gelo bo berhevdana forma komparatîv paşgira ”-tir” e:
    • mezintir
  • Li gel “mezintir” “pirr mezin” û ”ecêb mezin” û ”tewrî mezin” jî tê bikaranîn.
  • Gelo bo forma sûperlatîv bi gotina ”ji tevî” tê gotin:
    • ji teva mestir/ji teva mezintir/ ji hema mestir/ji hema mezinter, herî mestir/herî mezintir/ tewrî mestir/tewrî mezintir.

HOKER

  • Hokerên giştî:
    • çawa, çilo,kengî/kînga, çi qas/çi qa/çi qend/çi qende/çend,çima.
    • wilo (bi vî hawî =bi vî rengî/ bi vî şiklî), hew qas/hev qas/ew qas
  • Hokerên demê:
    • Do/doh, îro, sibe/sibê, disib/dusib/disbe/dusbe,şiveqê/şiveqa zû/berdestê sibê/ bi bandana melê ri, îşev, pêr/do na pêr, pitîpêr/pitrî pêr, îsal, par, pêrar/par na pêrar, pitîpêrar.
  • Hinek hokerên din
    • erê/e,berê/belê/beraqe, na, belkî, madam, dêmek/balo, incex.
    • îca/îcar/vê carê(Vê gavê, wê gavê).

-Îca/îcarê: de ka bêj, ez ê îca çi xweliyê li serê xwe kim.

-balo: va li me bû şev, balo em herin ji xwe ri razên.

DAÇEK

  • pêşdaçekên bingehîn:
    • bi, di, ji, li
  • paşdaçekên bingehîn:
    • di, ri, vi

nimûne:

  • av tê di nemayi/ av tê’d nemayi.
  • pere pê ri nemayi/pere pê’r nemayi.
  • em pê vi çûn/em pê’v çûn.
  • Gelo devok cudahiyeke diyar di navbera “li” û ”di … de” de heye:
    • Li malê, li derve, li ser xênî, li ezmana, li odê, li bin text, li tenişt çem.
    • di bêrîka mi di, di destê mi di, di xaniyê me di.
  • Gelo komdaçeka komîtatîv:
    • pê ri/pê’r (”li gel” û ”di gel” nayên bikaranîn)

Nimûne:

Ez pê ri/pê’r cûm Qamişlo.

GIRÊDEK

  • Ev girêdekên bingehîn yên vê devokê ne:
    • ji ber go/ji ber gi/ ji ber wilo/ ji ber vê yekê/ şerrê.
    • Ji loma

HEJMAR

  • Hejmarên sade
    • Yek, dido, sisê, çar, pênc, şeş, heft, heyşt, neh.
    • “Dido” û “sisê” ne tenê di dema hejmartinê de wilo ne, di nav hevokê de jî herdû Form bikar tên “du/di” û “sê”, “dido/didi û sisê”
      • Em du kes bûn, ew sisiye/sisê bûn. Em dido bûn ew sisê bûn.
    • Hejmarên 11-19:
      • Yazde, diwazde, sêzde, çarde, pazde, şazde, hîvde/hivde, hijde/hîjde (wekî “Hesen”) nozde
    • Hejmarên 10, 20, 30 – 90:
      • Deh, bîst, sî/sîh, çil, pêncî, şêst, heftê, heyştê, not (heftê û heyştê wekî navê Hesen tê levizkirin.
      • 1000: hezar (wekî” Hesen”).
    • H-ya di peyvên 7, 8, 70 û 80 wekî navê “Hesen” tên levizkirin.
  • Hejmarên rêzî
    • Di çêkirina hejmarên rêzî de li gel hejmara “yek” paşgira “-ê” û bi hejmarên din re paşgira “-a” tên bikaranîn:
      • Ew ê yekê di nav hevalê xwe de bû.
      • Û pirrê cara ” ewil” li şûna ”yekê” tê bikaranîn.
        • Ew ê çara yi ser sefê.
        • Ew di sefa pênca de yi.

ÇEMANDINA/TEWANDINA NAVDÊRAN

  • Navdêrên nêr tên tewandin. Bo nimûne:

Li gor navên hin malbatan navên mêran dihatin tewandin, wek: ”Qasim” dibe ”Qêsim”, û navên jinan bi temamî bi ”ê” yê tê tewandin, wek ”Sarê, Sêvê, Xezalê”. lê pirraniya navên nêr û yên mê (o) yan (ê) lê tê zêdekirin. Wek: mala Fato/ mala Fatê, Mala Qado/ mala Qadê.

  • Tenê hin kesên temenê wan di ser 70 salî re “xanî” wekî “xênî” ditewînin.
  • Nifşên nû navdêrên mê jî natewînin, bi taybetî eger navên kesan bin:

Nimûne: dibêjin ” Mala Emîna” ne ” Mala Emînayê”.

  • Paşgira nediyariyê ”-ek” e: Wekî:
    • tiştek, sêvek. Û di axavtinê de wisa tê gotin (tişkî bidê, sêvkê bidê).
  • “n” ji raveka pirhejmariyê bi temamî ketiye:
    • sêvê mi : Sê sêvê mi heni.
    • Her wisa li şûna “Wan sêvan bîne” dibêjin “Wa sêva bîn.”
  • Raveka yekhejmariya nediyar ya nêr ”-ekî/ek” û ya mê jî ”a/eke/eka/ka” ye:
    • Hevalek/hevalekî/hevalkî mi hat. (Ew heval mêr e).

Hevala/hevaleke/ mi got (Ew heval jin e.), em ê herin mala/malka xwe.

ÇEMANDINA LÊKERAN

  • Pêşgira berdewamiyê ”di-” ye:
    • Ez dibêjim/ E’dbêm.
      • E’dbêm rastî l’vê dinyayê nemayi.
  • Pêşgira dema bêt (dema were, future) piştî konsonantan “ê” û lî dûv vokalan ”yê ” ye. Lê bi pirranî ”tê” tê bikaranîn:
    • Ez ê bêjim. Tê bêji. Ew ê bêji. Em ê bêjin. Win/Hun/hûn ê bêjin. Ew ê bêjin.
    • Forma “tu yê “nayê bikaranîn, tenê “tê” li dar e.
  • Paşgirên kesî yên lêkeran di demên neborî (dema niha û dema bêt) de:
    • ez dibêjim, tu dibêji, ew dibêji, em dibêjin, win/hun/hûn dibêjin, ew dibêjin.
    • Ez dibêm, ti/tu/ew dibê, em/win/hun/hûn/ew dibên.
  • Gelo dema bêt bi pêşgira ”bi-“ tê bikaranîn:
    • Ez ê sêvkê bi
    • Lê ev “bi” ji ”bibêjim” û formên din yên kesî ketine û tenê wek “ez ê bêjim, tê bêji ” û hwd. maye.
    • Ez zanim ne dizanim, karim ne dikarim.
  • Ev formên raweya subjunktîv (şertanî, bilanî û hwd.):
    • Ez ê çûbama/ ez ê çûbûma/ ez ê biçama . Min ê xwariba/ min ê xwaribana. Min ê xwaribûna. Tenê gotiba/tenê gotibana/ tenê gotibûna.
  • Gelo neyînîkirina raweya fermanî bi pêşgira “ne-” ye:
    • Li ba nivşê nû ”Nek, nebêj”
    • Li ba nivşê kevin ”Meki”, ”neki”.
  • Lêkera ”bûn” wek forma standard tê gotin (wekî hin deverên din ne bi awayê ”bîn” yan ”bün/bwîn” e.)
  • Dijwateya ”heyi, heni” = ”tine, tine ni/tine yi”
  • Dijwateya ”ew kurd i, ew kurd in” bi awayê ”ew ne kurd i, ew ne kurd in” e (ne bi awayê”ew kurd nîne/nine/niye, ew kurd nînin/ninin” e)
  • Lêkerên ”birin, dan/dayîn, kirin” di dema niha de wiha diçemin:
    • Ez ”dibim, didim, dikim” (ne wek hin devokên din bi awayê ”dibem, didem, dikem”).
  • lêkera alîkariyê ”karîn” e (ne wek hin deverên din ”şiyan” yan jî ”şi kirin” e):
    • Ez karim, tu kari, ew kari, em/win/ew karin
  • Lêkera ”çûn” di dema niha de wiha diçeme:
    • Ez dirim. (ne ”ez diçim”)
    • Ez narim. (ne “ez naçim”)
  • lêkera “hatin” di dema niha de wiha diçeme:

Ez têm.

Ez nayêm.

ERGATÎVÎ:

  • Ergatîvî bi forma xwe ya klasîk di vê devokê de carinan nayê bikaranîn. Di demên borî de hem biker (subje) û hem jî berkar (obje) ditewe. Lêker jî bêyî paşgira kesî ye. Bo nimûne:
Dema niha dema borî ya sade

 

Ez te dibînim. Mi te dît.
Tu/ti min dibîni. Te ez dîtim.
Ez we dibînim. Mi we dît.
Tu/ti me dibîni. Te mi dî/Te ez dîtim.
Win/hun/Hûn min dibînin. We mi dî/We ez dîtim.

 

DENGNASÎ

  • Komdengê ”xwe-” her wekî ”xwe” tê gotin (nabe “xe-, xa-, xo-“ û hwd.):
    • xwe, xweş, Xwedê
  • Komdengê ”xwa-” jî dîsa wek ”xwa-” dimîne (nabe bo nimûne ”xa-”):
    • xwarin, pêxwas
  • H-ya peyvên ”heft, heyşt, hîvde, hîjde, hezar, henek” wek H-ya di navê ”Hesen” de tê levizkirin, lê H-ya ”hirç, hejîr” wek ya di peyva ”heval” de ye.
  • Dengê A di peyvên wek ”pan, tal, par” de carinan dibe Eع’ yan Eح
    • Pe’in, te’il, pe’in.
    • Pehin, tehil, pehin.
  • H-ya dawiya navên hejmarên 11-19 nayê gotin:
  • yazde, duwazde/diwazde, sêzde… (ne ”yazdeh, duwazdeh, sêzdeh…)
  • Komdengên ”-iw-” di peyva ”ciwan” de tê parastin lê di peyva ”ciwa(n)mêr” de dibe ciwamêr /camêr, ciwanik/canik.

PEYVNASÎ

  • Hin gotinên ku taybet li devera Amûdê tên bikaranîn : 
  • Weş: tê bi wateya ”rewş” yan ”tevger û hereketa mirov”, wek: weşa wî ne a xêrê yi
  • Dîrok: kilamên ku di şînîyê de tên gotin. Nimûne: li bin kon pîreka mi dîrok avêtin ser miryê xwe.
  • mago/magî: wek ”gidî”, ”hey gêj”, ”malxirab”. Tê texmîn kirin ku ew ji gotina ”Mag/ Mecûs” hatiye û ew di bin bandora bîr û baweriyên misilmantiyê de bi awayê kêmkirina qedrê mirov de tê gotin ango ” ma qey ti wek mecûsa ye”! û herwiha ji xeynî devera Amûdê li devera dirbêsiyê jî tê gotin.
  • serxet, binxet: bin xeta tirênê û ser xeta tirênê ya ku sûrî û tirkyayê ji hev cihê dike.
  • Tavdê: bi wateya ”ihtîmal e, mimkin e, wextî, dibe ku” tê. Nimûne: pez ji çolê bînin, tavdê baran bê.
  • Kuncil, çek: ji cil û bergan re tên gotin. Nimûne: ez çeka/kuncila dişom, ka rab çekê xwe li xwe’k.
  • Soxî ”x” di vir de wek غ a Erebî tê leviz kirin: bi wateya ” ka çare çi ye” , ”ma ka em karin çi bikin” ( timî di dawiya axaftinê de tê bikaranîn ” û soxî”.

REWŞA NIHA YA DEVOKÊ

  • Bi rastî jî, devera Amûdê bi paqIjî û zelaliya kurmanciya xwe tê naskirin. xelkên wê bi temamî bi kurdî diaxivin û bi zimanekî nerm û bedew gotinên xwe leviz dikin. Herwiha jî ew bi cansivikî, dijûnsazî û xeberçêkirinê pirr mişûr in. Lê ji ber nebûna Medreseyên kurdî, pirraniya nivşê berê xwendina xwe bi zimanê erebî kirine û gellek gotin, peyvhûnan, qerf û metelok jî ji zimanê erebî wergirtine. tenê birrek ji rewşenbîran dikarîbûn bifilitin û bi xwe re zargotina deverê jî biflitînin. îjar di van salên dawiyê de (salên kirîza Sûryayê) Medrese û dibistanên kurdî vebûn û derfeta xwendina bi zimanê kurdî jí peydabû û aniha wisa nifşek çêbûye, ku ji bilî kurdî dibe ku bi tu zimanekî din nizanibe.

Binêrin herwiha:
– Şafî Muhammed: 
Devoka Osmanbegiyan (Wan)
– Şehnaz Omerzade: 
Devoka şikakiyan (Ûrmiye)
– Zinarê Melê: Kurmanciya Dihokê
– Rêwan Mihemed: 
Devoka xerbî (Qamişlo)
– Kamîz Şeddadî: Kurmanciya Laçînê (Kurdistana Sor)
– Mihemed Hemkodî: 
Kurmanciya Celikan (Semsûr)
– Battal Battaloğlu: 
Devokeke Dîlokê/Entabê
– Peyam Aghdaşî: Kurmanciya Xorasanê (gundê Kelehnû)
– Îkram Baban: 
Devoka Panosê
– Reben Celikan: Kurmanciya reşiyan (Konya)
– Têngiz Siyabendî: Kurmanciya Ermenistanê
– Sadiq Der Goyî: 
Devoka Goyan
– Oruç Sural: Devoka Xoçvanê (Erdexan)
– Amed Çeko Jiyan: 
Devoka Gurdilan (Xerzan, Sêrt)
– Fatih Aydin: Devoka Semsûrê
– Miradxan Şemzînî: 
Devoka Şemzînan
– Orhan Agirî: 
Kurmanciya herêma Agirî
– Îsmaîl Taha ŞahînDevokan hacan ji eşîra ertoşiyan
– Raman EhmedTaybetmendiyên devoka Kobankî
– Youness Sheikh Nassan:Taybetmendiyên kurmanciya Efrînê
– Husein MuhammedTaybetmendiyên kurmanciya Zaxoyê
 Qasimê XelîlîTaybetmendiyên kurmanciya Torê
– Mehdi JafarzadehKurmanciya Deregezê

 

Ciwan Qado-zimannas.wordpress.com
ciwanqado@hotmail.de

Derbar ziman

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply