Dev Ji Min Biqerin

Ji min bazdin, ez ne cihê jiyînê me. Piştî barana kuştinê, bajar bêdest e. Piştî her bimbebaranê, daxwaza jiyînê dişke. Tenêtî ji dîwarên xerabe der tê. Bi Xwedê rewşa min nebaş xuya dike. Ez ji dêvla we ba ma, ezê ji xwe re li welatekî din geriyaba. Dixwazin hûn ji min dûr bikevin, dixwazin hûn hew ji min hez bikin, dixwazin hêviya ku sîsik şîn bibe nemîne. Ez jî hew bawer dikim ku ez bişkivim. Ez yê kuştinê me, birîndarî xelat e ji bo êşa min. Ku ez behsa bimbeyan dikim jî ez diteqim. Yê we hûn biçin xwe xelas bikin, yê min ez hey çûme…

Dev ji min biqerin, ez ne yê kêf û eşqa mirovan im, ji xwe re koçî devereke bi aşitî bikin. Nakokiya dilê wenî dîrokî, nahedine. Ez kavilê kuştina herdem. Navê min bikin gorîstan û biçin. Bêhna miriya ji min tê. Fatîhakê li min bixwînin û biçin. Min diguvêşin, xwîneke reş û kevnar ji min derdikeve. Ew jî dibe sedema pevçûnê. Ez navenda çanda şerîstanê, hûn peytexta dirûtiyê. Em tevde di destê xwînmijan de tên lîstin. Ez ne bi kêf im, ji xwe direqisim.

Divê ez ne di vê demê de bim. Divê ez ne di vê serdemê de bijim. Ji mirîtiya min hez dikin, ji dîroka minî veşartî… Mûzeya tolên berê, hatiye qulkirin. Dîroka qirêj, bi qirpka min girtiye. Ez hesabê bavûkalan didim. Hew diqede, xwîn ji ber malzaroka şarîstaniyan tê. Di dergûşa herdu çemên kevnar-herik de, pitik bi çîrokên şer dixeniqin. Hewar, di bernameyên nûçeyan de astengkirî. Zarok di nav planên ewleyî de difetisin. Ev çend sal gede mezin nabin. Dixwazin ez cihê şer bim, dixwazin hûn nikaribin bifikirin. Hiş û guman di serê min de nemaye. Ez mûzeyeke zindî, ku li koşeyekê bimbe diteqin, dibe dîrok. Min kirine labaratuwara tewanbariyê. Ez ti carî xweşik xuya nakim. Herkes ji min baz dide. Min di vê gorîstana îdeolojiyan de bihêlin. Wan ji min re bihêlin û biçin.

Derbar Zîwer Îlhan

Check Also

Dil û Dîrok Dişewite

Halê kurdan û kurdistanê xerabmalî ye. Ji lew dil û dîrok dîsa dişewite. Kezeba mirovahiyê …

Leave a Reply