Destnimêj

Nimêj, ji riknên îslamê ya duyem e. Ew bê desmêj nayê kirin. Desmêj jî bê av nayê girtin. Eger av ne mimkun be lazim e bi axê teymmum bê girtin

Cureyên avê:

  • Ava tahir (paqij): Ew a ku ew bi xwe paqij e û xeynê xwe jî paqij dike; ew bêdesmêjiyê radike û necasetê jê dibe. Av a ku em pê desmêj bigrin lazim e ku tahir (paqij) be.
  • Ava necis (ava pîs û heram): ew a ku necasetek tevlî bûbe bi egera ku hindik be, yan av pir be lê belê tahma wê, rengê wê û bihna wê bi tevlîbûna necasetekê guherîbe. Bi ava necis desmêj nayê girtin û paqijî jî pê nayê kirin.

Agahdariyeke girîng: Ava pir bi tevlîbûna necasetê necis nabe heyanî ku yek ji her sê salixên wê; rengê wê, tehma wê û bêhna wê xerab nebe. Ava hindik bi tevlîbûna necasetê necis dibe çiqas ku salixên wê neguheribin jî. Av, dema du quleteyn be tê gotin ava pir. Quleyteyn jî teqrîben dused û deh (210) litre ye.

Riknên Destnimêjê şeş in:

  • Niyet e: Cihê niyetê dil e. Eger ku digel ya dil bi devê xwe jî bêje ew rind dibe.

Şeklê niyetê: Ew ê di dilê xwe de bibêje: Min niyet e ez desmêj digrim, yan min niyet e ez bêdesmêjiyê ji ser xwe radikim, yan jî ez farza nimêjê li xwe helal dikim.

  • Şûştina temamê rû ye: Rû, navbera her du guhan û ji muyên serî heyani serê erzeniyê ye.
  • Şûştina herdu destan e: Ji serê tilîyan heyanî enîşkan e.
  • Mesha hinekî ji serî ye.
  • Şûştina herdu lingan digel gwîzekan.
  • Tertîb e (bi gorî rêzê here).

Sunetên Destnimêjê:

  • Dema dest pê bike bibêje: Bisminahirrehmanirrehîm.
  • Beriya dest bi desmêjê bike herdu kefên destê xwe sê caran bişo.
  • Devê xwe miswak bike.
  • Sê caran avê di devê xwe werde.

– Sê caran avê bikişine pozê xwe û baveje.

Agahdarî: Dema avê li devê xwe werde lazim e ku di hûndirê dev de avê biçelqîne, dema avê bibe pozê xwe jî lazim e bi nefesa xwe bikişîne; ne bi dest tenê. Dema fişkir jî lazime bi nefesê fiş bike. Eger avtêwerdana dev û poz ne bivî rengî bin sunet durist nabe.

  • Tevdana riha bitov a gur e.
  • Mesha temamê serî ye.
  • Tevdana navbera tiliyên dest û lingan e.
  • Mesha her du guhan e; derve û hundirê wan.
  • Temamê farz û sunetan sê caran bike.
  • Di şûştina dest û lingan de yê rastê bide pêşiya yê çepê.
  • Cihê tê şûştin bifirkîne.
  • Muwalat e, bênavbir van tevan li pey hev bike.
  • Xurre û tahcîl e. Yanî; Dema ruyê xwe şûşt hinekî ji serî bide ser û dema dest û ling şûştin hineki ji enişk û gwîzekê bide ser.
  • Avê bi usûl xerc bike; ne israf bike ne jî ji usûlê kêmtir avê xerc bike.
  • Dema desmêj digire berê xwe bide qiblê.
  • Di esnayê desmêjgirtinê de xeber nede.
  • Piştî desmêgirtinê eşheda xwe bîne û paşê dua bike.

Şeklê desmêjgirtinê: Dema dest bi destmêjê kir ew ê di qelbê xwe de niyeta desmêjgirtinê bîne, paşê “Bismillahirrehmanirrehîm” bibêje û herdu kefên destê xwe bişo, paşê avê li devê xwe werde û bavêje, avê bikişîne pozê xwe û bavêje, duv re ruyê xwe bişo. fixûbê ru: ji dirêjahî ve, ji cihê şînbûna muyên serî hayanî çenê û ji aliyê ferehî ve, navbera her du guhan e. Piştre herdu destên xwe digel zend û enîşkan bişo, paşê derveyê tevekê serê xwe; ji tixûbê eniyê heyanî pişta situ vemalê. Sipîtayîya di ser guhan re ji serî ye. Ew ê herdû tiliyên xwe yê şehadetê têxe nava guhê xwe û bi herdu tiliyên beranî derveyê guhê xwe mesih bike. Paşê herdu lingên xwe heyanî gwîzekan bişo.

Agahdarî: Rîh (lehye), dema ku sivik û firk be lazim e ku cermê bin were şûştin û dema ku gur û himbiz be ew ê ser ve bişo.

Hüseyin Gündüz-Bingehên Baweriya Îslamê

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply