Destana Agirî /Ararat

Mîrê… min rabû ji bajarê mîra ji Bedlîsê
Li gor Ayetên Qur’anê, tefsîra vê Hedîsê
Le şêwr û mişêwre kir, ji me ra destanê dinivîse
Go de rabin… bidin destê xwe darê Modoliya û Pênûsê
Berxê bavê mino, wekî şêra em çêkin.. Meclîsê
Îhsan Nûrî Paşa Mîrê bi nav û deng e, ew Reîs e
Roma reş dora wan pêçaye, wek werîs e
Mêrkujên di destê wan de mêra dikujin, di teyîse
Çavên dayîka we birijin, cebilxane û xureka we tune bi telîs e
Feleka xayîn çawa ji we ra lihevnanî!
Le ji bo we Egît û Mêrxasa: Dilê min peritî bû helîse
Ferman e… Mîrêm çima tu nizanî birîna serê me Kurdan e..!
* * *
Van Şêrên… Çiyayê Serhedê zîre kin zehf kubar in
Ne çavê wan li malê dinyayê, ne li Yar in
Canbêzarê di destê wan de ji zêr û zîv in, qevdik dar in
Sîstemê Cengawera dengvedan e, zarezar in
Dengê Modoliyê wan çû erşê ezîm, dayê bê hewar in
Qebûlnakin koletiyê, qenûna Misto Kemal, tobedar in
Van Xweşmêra rakirine Ala Komarê, bendewar in
Ferzende-w Seyîdxan di cengê da zehf dijwar in
Hemî canfîdayê Welat in, nobedar in
Li dij zilma rom û ‘ecema rabûn e bêhedar in
Çavê min birije hinek Cangorî ne, hinek birîndar in
Birînê van xweşmêra kûr in dayê pirr xedar in
Herçiyên Saxmane ew jî li bin Xetê tev Fîrarin
Ferman e… Mîrê min li Geliyê Zîlan agir dibare…!
* * *
Mêrxasên… ez ji we ra pesnê wan didim pirr Navdar in
Seyîdxanê Kerr mêrê bi sed mêra payebilind e, payedar e
Ferzende Begê Reîsê eşîra qehremanê serdar e
‘Ebdulhemîd pehlewanê egîta fermandar e
Şêx Zahir serekê lehenga, çeleng e, pirr kubar e
Ji Şîşxana Xalis Begê Sîpkî-w ‘Elîcan agir dibar e
Biroyê Hesikê Têlî payebilind e, namlîdar e
Reşoyê Silo, kilê çavê Zeyno mêrxasê bîdar e
Remezanê Xerzo wek şêr e, sawa di dilê neyar e
Çima Zivistana me Serhedê dawî lê nayê? Nabe bihar e..!
Çavê dayîka we birje, li pêşiya we ne havîn e, zivistan e rojên sar e!
Mîrê min çima tu nizanî felek xayîne li pişta nayar e..!
* * *
Bira ya ya… eva rastiye ne ku ez didim pesnê mêra
Li qada meydanê şer xweşkirin wekî şêra
Felek xayîn e, çi bikim Yado Axayê Dumilî, Mîrê mi ne pêra!
Van ‘Egîta hemî Çargurçikin, cîgerê wan wekî pola
Dema wez hinek geriyam li dewsa cenga dîlawêra
Ordiya leşkera ji ber wan di reviya wek newêra
Mala felekê bişewite hemî ketin kemîna neyêra
Dayê zalima xwîna Geliyê Zîlan rijandin wek newêla…
Hinek bûn Cangorî, hinek bûn Xazî bi destê neyêra
Wele derd û kulê van Şehîd û Xazî yan; lê lê dayê rebenê
Cergê min peritand, dilê min di hêra:
Bê oy li min… wez birîndarim xwedao..
Le kelekela dilê dayîka we rabûye wek pêlên behra
Dayîka we bûye pepûka biharê lawo wek hirçê dehla
Le lawo dayîka we dimre ji derdê Mêra, ji kul û qehra
Felaka xayîn çima te li me anî qira mêrxas û mêra…?

Gotin û Awaz: Şair-Dengbêj Ebdurehîmê Mûşî
23.02.2011 ~ Almanya

Derbar Rêvebir

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply