Destan

Destan, cûreyekî edebî yê kevin e. Peyva “Dastan an Destan” peyveke Îranî ye. Di Kurdî da hem peyva destan hem jî peyva “Beyt, Qiset” tête bikaranîn. Li hemberî vê peyvê li Rojava “epos” tê bikaranîn. Epos bi ‘eslê xwe Grekî ye û tê me’neya çîrokên menzûm. Epos, ew serboriyên wesifdar û derasayî yên xweda, xwedawend, wekxweda û lehengan e ku bûyerên mezin ên qewimîne û di bîra civakê da bicih bûne[1]. Di destanan da bûyerên dîrokî û civakî yên karîgeriyeke mezin li ser civakê hiştî bi awayekî menzûm têne vegotin. Di jiyana netewan da gelek serhatiyên ku rengvedana wan bi borîna demê ra nehên jibirkirin hene. Ev serhatî dibe ku şerek an qehremaniya şexsekî an jî afeteke li kûrahiya civakê şopa xwe hiştî. Ev serhatî bi rêka destanê ve têne rengînkirin û dewlemendkirin. Jibo ku bi sanahîtir di bîra civakê da bête parastin bi awayê menzûm û rewanbêjî têne vegotin.

Wekî tête zanîn Destan di sê qonaxan derbaz dibin. 1. Derketina Destanê: di vê qonaxê da hinek bûyerên dîrokî û civakî diqewimin û ev bûyer di xeyal û şuûra netewê ya hevpar da teşe digire. Kesên di van bûyeran da cih girtî di xeyala civakê da cihekî girîng digirin. 2. Belavbûn: bi dewlemendkirina bûyer û lehengan ve destan belav dibe û nifş bo nifşî tête veguhastin. 3. Tomarkirin: di vê qonaxê da destan ji aliyê hunermendekî anjî pisporekî tête nivîsîn û tomarkirin.[2]

Destan di nava xwe da wekî destanên xweristî û destanên çêkirî dabeş dibin. Destanên xweristî ji bûyerên kevin yên karîgeriyek mezin li ser bîra civakê hiştî pêk tên. Ev cûre gelêrî ne û danerê wan ne diyar e. Lewra wekî malê gel an netewekê tête hisabkirin. Gilgamişa Sûmeriyan, Kalavelaya Fîniyan an jî Memê Alanê Kurdan numûneyên vê cûrê ne. Destanên çêkirî jî jibo destanên ji aliyê helbestvanekî ve hatine çêkirin tête gotin. Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Bihuşta Wenda ya Milton em dikarin bo vî cûreyî wekî mînak bidin.

Destan bi sê awayan hatine honandin. Hinek menzûm (helbestkî), hinek pexşan hinek jî ji menzûm û pexşana tevlîhev hatine honandin. Di edebiyata Kurdî da destan li dû naveroka xwe dibin sê beş: Destanên mêrxasiyê wekî Destana Kela Dimdim, Şerê Kolana Qumriyê; destanên evînê wekî Memê Alan, Ferx û Sitî, Sînemxan; û destanên ayînî wekî Hespê Reş, Kekemîr, Avdel Ûmeran, Şêxmend, Zembîlfiroş.

 

Ji teza Yaşar Kaplan hatiye wergirtin

 

[1] Pertev, Ramazan, b.n.b., r. 221, 222.

[2] Yetiş, Kazim, “Destan”, Tûrkiye Diyanet Vakf islam Ansiklopedisi, istanbul 1994, r. 9/202.

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply