Destan, berhemên ku kirinên awarte yên lehengan bi coş, şêweyekî dêlindêz tîne zimên û bi piranî ji gelek beşan pêk tên û helbestî ne. Wekî cureyekî herî kevin ê wêjeyî tê zanîn. Bi bêhtirên zimanên Ewropî, gotina “epos” tê bikaranîn, “epos” bi koka xwe ji zimanê Yewnanî hatîye. Destan, hêmanên mîtolojî, gotegot (efsane), zanista gel (folklor) û dîrokî jî di nav xwe de dihewîne. Destan û çîrokên destanî, teşeyên wêjeyî ne ku ji çerxên herî kevin ve li her aliyê dinê ji bo kevneşopî ji nifşên nû re bête hilanîn, bi hevkarî (kolektif) hatine afirandin.
Cureyên destanan:Destanên siruştî, Destanên çêkirî
Çêbûna destanan: Serdema çêbûna destanê, Serdema belavbûna destanê, Serdema berhevkirina destanê
Ji Wîkîpediya