Destan û Merhaleyên Destanan

Destan, bi carekê û ji nişka ve dernakevin holê. Ji bo peydabûna wan a di nav miletekî de demeke dirêj divê. Ev pêvajo, bi awayekî spontane di nav erdnîgarîyeke sînorên wê nedîyar de tê pê. Destan piştî ku ji çend merhaleyan derbas dibin kamil dibin. Hejmarên van merhaleyan bi giştî sisê ne. Ev her sê merhale li gor rêzekê pêk tên. Merhaleya pêşî ya destanan derketina wan a nav sahayê ye. Ev merhaleya pêşî divê di dewra vegotina destanan de be û ji bo avabûna destanê divê bûyereke bingehîn hebe. [1] Destan, ji ber ku jixweber derdikevin holê û berhemên zargotinî ne, gelek caran jêderka wan nayê zanîn. (Herçiqas ne angaşteke xurt be jî hin teorîsyen çespandina jêderka destanan mimkun dibînin. Ev mijar li jorê, di beşa “Folklor û Teorî”yê de, hatiye nîqaşkirin.) Destan, piştî dikevin nava sahayê derbasî merhaleya duyem dibin, anku di nav gel de belav dibin. Ji bo vê belavbûnê hewcedarî zargotina wî miletî ne.[2] Dûvre bêyî ku di bin kontrola tu otorîteyê de bin di nav gel de pêl bi pêl belav dibin û bi vî awayî digihîjin herêmên curbicur. Dikare were gotin ku her herêm xwedîyê rengekî cuda ye. Herçiqas du herêm nêzîkî hev bin, bawerî û zimanên her du herêman yek bin jî bi ferqên biçûk be jî cudatî di navbera du herêmên nêzî hev de çêdibin. Îro carinan tê dîtin ku hin edetên du gundên cîranê hev jî ji hin alîyan ve hevdu nagirin. Îcar mesafeya navbera du herêman çiqas zêde be, bivê nevê, cudatî jî li gor wê mesafeyê zêde dibe. Destan jî wek berhemên din ên folklorîk piştî ku digihîjin herêmên curbicur ên dûr an nêzîk, li gor nirx û toreyên wê herêmê teşeyeke nû digirin û bi vî awayî varyantên wan ên nû peyda dibin.

Destan piştî ku dikevin nav gel, bêserûber belav dibin û varyantên wan ên nû derdikevin holê. Piştre, ji alîyê lêkolînerekî/ê ve tên berhevkirin. Berhevkirina destanan carinan piştî belavbûna destanan bi sedan salan pêk tê. Lêkolîner dikevin nav sahayê, herêm bi herêm digerin û wê destanê derbasî nivîsê dikin. Piştî ku destan tê nivîsandin ji alîyê kesekî ve tê çapkirin û bi vî awayî digihîje ber destê kesên xwende û di lîteratûra cîhanê de cihê xwe digire. Wek mînak, Hecîyê Cindî, Celîlê Celîl, Ordîxanê Celîl hin ji berhevkarên destanên kurdî yên herî navdar in.

 

2.3. Cureyên Destanan

2.3.1. Destan ji Hêla Binyada Xwe ve

2.3.1.1. Destanên Siruştî

Ev destan, destanên dêrîn û kevnar in ku berê ji alîyê dengbêj û çîrokbêjên kurdan ve dihatin vegotin. Anku ji alîyê kesekî ve nayên nivîsîn. Berhemên zarekî ne, lê pêkan e ku paşê ji alîyê kesekî ve werin qeydkirin û derbasî nivîsê bibin. [3] Pêkan e ku berî derbasî nivîsê bibin ji ber ku zarekî ne hêdî hêdî werin jibîrkirin. Ji bo destanên sirûştî, mirov dikare Memê Alan wek mînak nîşan bide, ji ber ku nivîskarekî wê tune ye û di nav gel de ava bûye.

Destan, di nav gel de, di cih û demeke nedîyar de derdikevin holê û hêdî hêdî di nav folklora miletê xwe de cihên xwe digirin. Hin ji wan dikevin nav cografyayên curbicur û tê dîtin ku ji eslê xwe gelekî dûr dikevin. Herçiqas ev berhem wek berhemên xasî miletê xwe werin dîtin jî carinan ji sînorên neteweyî derbas dibin û dibin malê hemû cîhanê. Wek mînak, Leyla û Mecnûna erebî ji sînorên welatê ereban derbas bûye û gihîştiye nav miletên wek kurd, tirk û faris. Bi zimanê van miletan û gelek miletên din ên Asyayî ev destan di nav sahaya wan de hatiye vegotin û di nav folklora wan de cihê xwe girtiye.

3.3.1.2. Destanên Çêkirî

Destanên çêkirî ji alîyê nivîskarekî/ê ve tên nivîsîn û di heqê bûyereke girîng a ku di dîroka miletekî de qewimîye agahîyan didin. [4] Wekî ku dîyar e ev destan xwedîyê nivîskarekî ne, anku kê ew nivîsîne kifş e. Dîroka destanên çêkirî bi qasî destanên siruştî ne kevn e. Di çend sedsalên dawî de hejmarên wan zêde bûne û dîroka nivîsandina wan kifş in, lê yên siruştî ji mêj ve hene. Ji ber ku Memê Alan ne destaneke çêkirî ye, em ê di xebata xwe de bêhtir behsa destanên siruştî û mînakên wan bikin.

Ev nivîs ji Teza Volkan Korkmaz “BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ JI ALÎYÊ BINYAD Û HONAKÊ VE ” hatiye wergirtin

[1] Oğuz, Ekici,  Aça û yên din, h.b., r. 132.

[2] H.r.

[3] H.r.

[4] H.b., r. 281.

Derbar ziman

Check Also

Destnivîseke Şêx Eskerîyê Kurê Şêx Ebdurrehmanê Aqtepî

Sala 2016an, Fuadê Erxenî, pirtûkên erebî, osmanî û kurdî yên Mela Zulkufê Zîlan radestî min …

Leave a Reply