Derziya koronayê û rewşa pandemiyê

Wekî tê zanîn nexweşiya Covîd-19’ê salek li dû xwe hişt û geşedanên baş û erênî jî çêdibin. Her çi qas hê rewşa xetere û nazik berdewam be jî li gel tevdîr û qedexeyan nexweşî hinekî sist bûye. Jixwe xala sereke jî ew e ku bi tevdîr û baldariyan berbelavbûna nexweşiyê kêm bibe. Ez zêde naxwazim li ser tiştên ku pir li ser wan hatine axaftin û tên zanîn bisekinim. Ji ber ku mijara derziya koronayê di rojevê de ye, ez ê li ser vê naverokê hûr bibim.

Di serî de em pênaseya parzayê ( perpûn, derzî, aşî) bikin. Parza ew tişt e ku şîfre û genetîka vîrûs, bakterî yan jî sedemên din ên nexweşiyan tên lawazkirin an jî pûçkirin û bi awayê dilop an jî derziyan didin mirovan. Sîstema laşê mirov jî bi vî awayî wan mîqroban nas dike û nahêle careke din ew mîqrob nexweşiyê di laş de çêbikin. Wekî em dibînin ji bo kontrol û pêşîgirtina nexweşiyan cihekî aşiyan ê pir girîng heye.

Ji bo şewba koronayê jî ev yek derbasdar e û bi derketina aşiyê re jî hêviya sekinandina pandemiyê zêde bûye. Her çi qas bi yek carê re wê pandemî neqede jî bi saya aşiyê wê çerxa berbelavbûna nexweşiyê bê şikênandin. Her ku biçe wê nexweşî têkeve bin kontrolê. Ew ê hejmara pêketiyan û nexweşan jî kêm bibe. Bi kontrolê re hêdî hêdî wê tevdîr bê kêmkirin. Wekî her kesî ez jî bi kelecaneke mezin li benda wê demê me ku em ê ji maskeyan pak bibin û li jiyana xwe ya rojane ya berê vegerin.

Aşiya koronayê wekî du doz tê kirin. Hema hema li her welatî pêşî kedkar û xebatkarên tenduristiyê aşî bûn û dibin. Hêdî hêdî li gora rîska xwe, kesên temenê wan mezin, yextiyarên li cem malbata xwe najîn, kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene, kesên li cihê qerebalix dixebitin û hwd… kesên ji 18 salî mezintir wê tev bên aşîkirin. Ez bixwe jî aşî bûm û min ji xeynî êşek sivik a li cihê ku derzî lêketiye tu gazinc û bandorên neyînî nedît. Ez hêvî dikim zêde bandorên neyînî yên cidî jî neyên dîtin.

Îja em werin ser mijara kirina aşiyê û nêzîkatiyan. Li her welatî li gor pîvanên wan û biryara hevpar a lijneyên wan ên tenduristiyê û rêveberiya wan, dest bi aşîkirinê hatiye kirin. Her çiqas kesên şikdar û li dijî aşiyê hebin jî bi gelemperî beşdariyek xurt û mezin heye ji bo aşîkirinê. Ez bixwe vê şikdariyê jî di cih de dibînin û mirovan fêm dikim. Lewre hewcedariya wan bi agahî û zanînan heye. Heta niha pir kesan pandemiyek wiha mezin nedîtiye û pirs û nezaniya wan hene. Ev jî rewşek gelek asayî û normal e. Divê bi awayekî zanistî û zelal mirov bên hişyarkirin û ronîkirin. Dema ev yek çêdibe jî beşdariya aşîbûnê jî zêdetir dibe. Ez bixwe vê yekê wekî doktorekî ji gel û di nav gel de, pir baş dibînim. Bi hişyarî û danazînan mirov rêya rast dibînin. Ez hêvî dikim têra her kesî aşî bên peydakirin û her kes bikaribe bigihîje aşiyê.

Îja em vê bibêjin ku wekî her derman û tiştan, bandorên neyînî yên aşiyan jî dikare bên dîtin. Mirov ji ber hebek serêşê jî ( êşbir) dikare alerjî derbas bike yan jî dermanekî pir ji rêzê jî dikare li mirov neyê. Ev jî li gor kesan diguhere. Sîstema laşê her kesî ne wekî hev e. Hin kes ji adanên şîr, hin kes ji hêkan, hin kes jî ji goşt alerjî dibin. Loma îxtimala ji derzî û aşiyên koronayê jî mirov bandorên neyînî bibîne heye. Lê ev rêje pir kêm e û li gor lêkolînan neyîniyên tên dîtin jî bi piranî gazincên pir sivik in. Li gor kar û xesarê dema mirov datîne ber hev, kirina aşiyê bi rêjeyek mezin derdikeve pêş. An na wê nexweşî mirovan bide ber xwe û bobelatek mezintir wê bê dîtin. Jixwe me çavdêriya rewşa pandemiyê xweş kir û mixabin me dît ku pir kesan jiyana xwe ji dest da. Ji bo pêşîgirtinê aşî xaleke pir sereke ye.

Dema pandemî nû derket û nexweşî pir berbalav dibû ji bo tedawiyê û ji bo aşiyê çavên me li rê bûn. Heta niha dermanekî ji sedî sed ji bo Covîd-19’ê taybet nehat dîtin lê aşî hat dîtin. Îja li hemberî aşiyê divê em ne zêde şikdar bin. Em zêde teoriyan amade nekin û li tiştên spekulatîf û gotegotan jî guhdar nekin. Hatiye peyitandin ku aşî ji bo kontrola nexweşiyên têger pir û pir girîng e. Îro roj bi saya aşiyên zarokan pir nexweşî eradîke bûne (nema tên dîtin) an jî pir kêm tên dîtin. Di demên pêş de wê xatirê aşiyê bêtir jî bên zanîn, lewre wê dane û belgeyên tekûz bên ber destên me. Ez bi mirovan jî bawer im, ew ê li gor rîska xwe beşdariyek mezin nîşan bidin.

Dr. Eser Çetîn

Nivîs ji malpera xwebun.org ê hatiye standin

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply