HEJMAR \ 17 \ HAWAR 1933
DERSXANE
Me hemî dil dikir û dixwest ko kovareke me hebit. Dîsan herkesî lê yek bûbû, elfabeya kurdî a nû divêt bête belav kirin û herçî xortên kurd hînî wê bibin.
Bi sed renc û dijwariyê û paş xebatek e şeşmehîn, me destûra kovareke bi navê Hawarê sitand. Hawar di nav me de daket. Bû hawar û gazî. Herçend heye ew çend li welatê kurdan û biyaniyan hate belav kirin.Şabaş û pîrozî, li we û lê, deng û pêjn, hertişt. . . hemî qenc, hemî rind, tev spehî û delal…
Lê tiştek hebû. Diviyabû ko Hawara kurdan bijît û bi ser kevit. Hawar dihate Hawarê. Lê gerek bû ko bihatina hawara Hawarê jî. Jê re pergîvan û gazîvan diviya bûn.
Herkovar û rojname, nemaze kovareke weke ya me bi du tiştan dikarit bijît. Sermiyan û xwendevan. Em ê îro tenê qala xwendevanan bikin. Lê bi vê hincctê me dil heye berê pêşîn hinekî qala nivîsevanan bikin û jê bi kevin qesta xwe a bingehî. Ji xwe nivîsevan ji xwendevanan têne hilbijartin û berekê wan in. Wekî hejmara Hawarê a pêşîn derket, me di dilê xwe de digot ko paş çend hejmaran nivîsar li me welê bibarin ko em ê di bijartinê de ecebmayî bimînin û pişkê bavêjin ser. Lê welê nebû. Hêviya me neçû serî. Ji çend şi’r û bendikan pê ve tiştekî xurt û bi goşt negihaye destê me. Digel hindê me bihna xwe fire dikir û digot,xwendayên me hêj kar nebûne, roja barkirinê ji nişka ve bi ser wan ve girt, hîn xwe pêk ditînin, qelemên xwe wek şûrê ji kalanî ji diwêtên xwe sibe yan dusibe dê bikişînein.
Ji xwe hejmarên pêşîn ji bona hînkirina elfabêya nû û awayê nivîsandinê, bi çend bendên ko bi herdu herfan dihatin nivîsandin,derdiketin. Heta îro jî ew awa dom dikit û carinan jî hin bend bi herdu herfan têne çapkirin.Lê di wî çendî de hin nivîsarên nûgihîştiyan dihatin û digihane me. Bivênevê heqê nûgihîştiyan jî di Hawarê de hebû. Ji xwe Hawar ji me bêtir ya wan bû. Ji ber ko em yên îro û ew yên dawiyê ne. Û ji me re diviyabû ko em wan bigihînin û bi xwedî bikin da ko bikêrî millet û welatê xwe bên. Ji lewra dilê me hebû, em ji wan re, ji nûgihîştiyan re sitûnekê cihê vekin. Herweld me vekiribû.Lê bi zemanî ve me dît ko di Sûriyê de ji van pê ve tu xwendayên welê nînin ko pê da di sitûnên Hawarê de tiştinin bi kêr û bi awakî qenc û rast, bi kurdmanciyeke xwerû, bikarin binivîsînin. Wekî em kurmanciya xwerû dibêjin jî qesta me ne ew e ko tê de pirsên erebî nînbin. Bila hebin, lê divêt awa kurdî û pirs kurdandî bin. Belê me got bila tê de pirsên erebî hebin. Lê ne ew çend û welê bêfesal ko şûna “Ber vê yekê” “Bînaen ‘ela zalîke” bête gotin.
Diyar e ko kurdên welatê jêrîn ji me derketine û bend û şi’rên hêja nivîsandine û dinivîsînin. Ji xwe welê jî diviyabû. Çiku kurdên îraqê di welatê xwe de ne, nêzîngî milyonekê ne, nemaze ji berê ve di bajarê Suelymaniyê de bi kurdî dinivîsînin. Ji û pê ve ev deh sal in di dibistanên xwe de bi kurdî dixwînin. Lê em di Sûriyê de ji aliyekî kêm in, ji aliyê din di nav me de -xelkê cih û derketî – xwenda hindik in. Hebin jî hêj rind hînî nivîsandina kurdmanciyê nebûne.Belê divêt hîn bibin, ji ber ko bi zimanekî nivîsandin ne tenê bi zanîna wî zimanî tête pê, lêbelê divêt mirov bi wî zimanî hînî nivîsandinê bibit.
Belê di encamê de me dît ko nivîsevanên me ên îro ev in û ne hinekî din in. Ber vî deravî de me tavil qerara xwe da û rûpelên Hawarê ji her texlît nivîsaran re vekir. Welê jî gerek bû. Ji aliyekî xelk hînî xwendin û nivîsandinê dibû, ji milê din çend nivîsevan dihatin gehandin. Ji û pê ve Hawar zeviya zimanê kurdiyê ye. Divêt bi vê zeviyê her texlît tov bêne werkirin. Hin hebûn ber destê me de bi xwedî û hînî nivîsandinê dibûn. Bivênevê ev ji ên din derketin. Lê ên mayîn jî hêdî hêdî, bi xwendina Hawarê û bi teshîhên ko me di nivîsarên wan de dikirin awayê nivîsandina xwe bi gelekî edilandine.Seh kirine ko li şûna “Min ji ber xwe got” “Ji ber xwe min got” nayê gotin, di zimanê axaftinê da bihata gotin jî di zimanê nivîsandinê de ne rast e. Dîsan rind kete serê wan ko mirov nikare “Mehîn min” binivîsîne lê gerek e weke tête bi lêv kirin “Mehîna min” binivîsîne û heke mehîn ji yekê bêhtir in, di hin şîwan de, “Mehînê min”bête gotin jî, di zimanê nivîsandine de divêt “Mehînên min” bête nivîsandin. Ji ber ko a pêşîn yekejimar “mufred” a paşîn pirejmar “cem'” e. Belê bi vî awayî Hawar bû dibistana nûgihîştiyan û tê de çend xortên me kêm û zêde hînî nivîsandinê bûn û îro dibin jî. Ji xwe, madam nivîsevanên me ên îro ev in û nivîsevan ji nav xwendevanan têne helbijartin, diviyabû birekî Hawarê bikeve destê wan. Mîna ko ketiye jî. Me jî destûr da. Em ê pêleke xweş li ser vî awayî bisekinin jî. Pê çend xortên me hînî nivîsandinê dibin û Hawar dikeve nav xelkê û rast bi rast dibe kovara wan.Ji xwe ev şi’r û bendikên nûgihîştiyan ne bêkêr in jî. Ev nivîsarên ha ji bona me, ji bona herkesê ko çavên zanîn û zanahiyê lê hene û xasima ji bona nifşa tê gelekî êja û bi fêde ne. Di wan de awayên gotinê welê hene ko ji gund li gund diguhêrin û bi lêgerînê nakevin dest.
Ji xwe biserketin û tekûzbûna zimanekî weke zimanê me bi çend awayê xebatê tête pê. Bi nivîsarên zanayan, bi nivîsarên wan mirovên ko hima xwendin û nivîsandinê dizanin û herwekî bi xwe dibêjin û diaxivin û ji devê xelkê dinivîsin, bê ko tu tiştê wê biguhêrînin diguhêzînin rûpelan.Ji û pê ve tiştekî din jî heye ko hîm û bingehê hemiyan e. Ew jî daba (edebiyata)xelkê ye, stran, çîrok h. p. Di vê babetê de xwendevanên Hawarê qet nexebitîne. Herçendî me ji wan re çend caran got û nivîsand jî. Heye li xwe dananîne mirovekî nezan, dengbêjekî an mitribekî bibin pêşberî xwe û gotinên wî danivîsînin. Belê çêtir dîtine ko ji ber xwe binivîsînin. Lê ne welê ye.
Ev texlît nivîsar ji hertexlîtî bêtir bi kêrî me tên û hêja ne. Ji ber ko tê de ji aliyekî awayê gotinên îro û ji milê din awayê gotin û pirsên çend sed salîn hene ko îro di zimanê axaftinê de nînîn û yekcar winda bûne. Belê destê me de çendyek hebûn. Me ew belav kirine. Lê ew ne bes in. Ev kanî hinde kûr e ko binya wê zû bi zû naye dîtin. Kurdistan ji perçeyên holê têjiye. Bi salan ve bête nivîsandin kuta nabin.
Me li ser meseleya nivîsaran û di dora wê de – ko pê re giredayî ne – hin tişt gotin. Em niho vegerin li ser dersxaneyên xwe, li ser qesta xwe a bingehî. Hejmarên Hawarê bûne hifdeh. Bivênevê çend xwendevanên me hene û çendek xwe bi xwe hînî xwendinê dibin, Lê ev ne bes in. Ji kê bête pirsîn – nemaze ji mirovên xwenda – hûn çi ra van kurdan hînî xwendinê nakin. Cuhaba wan cuhaba kêrhatiyan.
Hema ji we re dibêjin: Ma em çi bikin kanî dibistana kurdan, ev çend dewlemendên me hene bila yek ji wan rabe û ji me re dibistanekê ava bike h. p. . . belê xebera wan e. îro dibistanên me nînin û dewlemendên me jî guh nadin.”Madam heta îro ji nav me ew dewlemendên camêr derneketine ko bi derbekê hezar zêran bidin û ji bona milletê xwe dibistanan û binyanên xêrê çêkin” (ji pêşgotinka nîzamuna ma civata xêrê). Em jî bi derbekê nikarin dibistanan çêkin. Gelo em heta çêbûna dibistanan di hêviyê de bimînin? Heke welê, hingê millet hêj gelek nexwendî û nezan dê bimînit. Gelo jê re tevdîr heye? Belê heye û gelek hêsanî ye. Ew jî vekirina dersaxana ne. Li Beyrûtê qederê dused mal kurdên Omerî û dora Mêrdînê hene. Ji xwe re hemaliyê dikin. Diktor BedirXan herçî xortên wan – tê de hin sih û sê û pênec salî jî hene gehandine hev û dane xwendinê. Paş ko şagirt gihane hejmara bîst û pêncan Diktor Bedir-Xanî ji hukûmetê ruxseta dersxanekê xwest û girt. îro li Beyrûtê bi awakî resmî û ji aliyê hukûmetê naskirî,dersxanekê kurdî heye, tê de ji sihî bêtir kurd dixwînin û mamhosteyê wan Mustefa Ehmed Botî ye.îro ew li ser xwendayên kurdan wezîfe ye, ferz e. Û ferzeke ‘eyn, lê ne kîfaye: Vekirina dersxanan. . . ji ‘Endîwerê heta Cerablusê bivênevê çend xwendayên me hene, bila ji xwe re dersxanan, wek dersxana Beyrûtê vekin û vî milletê bextreş û belengaz ko ji nezaniyê bûye xulamê biyaniyan bixwînin û bigihînin. Heke divêt ji hukûmetê jî ruxseta wan bistînin. Bêşik e ko heger qenc hate xebitîn hin ji wan dersxanan sibe dibin dibistan. Ji ber ko ew ne li Beyrûtê, di erdeke welê de bêne vekirin ko xelkê wê kurdmanc in.
Herwekî Hawar tovê elfabêya nû bi erdê werkir, dersxane jî dibin hîm û tovê dibistanan.
HAWAR
Amadekirin û guhertin ji tîpên Erebî :
Keko Osman