Dersên Kurmancî (9)

DERSA KURDÎ (KURMANCÎ)
-9-

Alfabe:

29)Xx

Di alfabeya kurdî ya tîpên erebî de ciyê tîpa “x”yê “خ” heye. Lê belê, ev tîp jî bi du awayan (şeklan) têt bilêvkirin (telafûzkirin). Bi her du awayan jî tîpa “x” di hefka mirov de derdikeve. Yek req, yek jî nerm e. Bo nimûne; gava ku mirov bibêje “axa”, tîpa “x” nerm e, gava ku mirov bibêje “ax” (xak), tîpa “x” req derdikeve. Di tirkî de ev peyv nîn e.

Mînak: xeyal, xemgîn, xew, xewn, xeydok, xê, coxîn, dexil, paxil, xiyar, şêx, xêr, xezal, xecxecok, xemegurî, sîxur, dixtor.

30)Yy:

Tîpa “y” tîpeke nîvdengdêr e. Di erebî de ciyê vê tîpê “ی” heye. Di tirkî de jî her dîsa “y” ye.

Mînak: yek (êk), yar, yekîtî (êketî), beyar, yazdeh, diyar, beybûn, giya, çiya, şeyda, xeyal, jiyan, pîyaz (pîvaz), payîz.

31)Zz:

Tîpa “z” di erebî de bi tîpa “ز” tê nîşandan. Di tirkî de jî şûna vê, “z” heye.

Mînak: zer, zava, kezî, zeytîn, zirav, bizin, rez, pez, zozan, derzî, bazin, xîz, gazî, zinar, nizar, rêz, kêzik, mazî.

PEVDENG (COTDENG, DÎFTONG): “XW”

Ji bilî ev 31 tîpan (herfan), pevdengek (dîftong, cotdeng) jî heye. Ew jî “xw” ye. Pevdeng bi du tîpan pêk tê, wekî dengekî derdikeve. Gava ku tîpa “x” derdikeve, digel vê tîpê devê mirov hindek girover dibe û tîpa “w” jî hêdîka di bin “x”yê de kêmek (pîçek) tê telafûzkirin. Belam li hindek deverên (deverêt) Kurdistanê ev pevdeng di nav hin bêjeyan de ne diyar e. Anko di telafûzê de bes “x” derdikeve. ( bo nimûne li devera Botan dibêjin “xwe”, “xwarin”, xwîn; li Hekariyê dibêjin “xo”, “xarin, xîn).

Pevdeng hem di pêşiya bêjeyan de û hem jî di navbera tîpan de heye.

Mînak: xwarin, xweş, xwezî, Xweda, xwestin (xwastin), vexwarin, xwîşk, xwêdank, daxwaz, xêrxwaz, pêxwarin, xwîner, xweza (sirûşt, tebîet), xwe.

Dewama vê dê bê înşela…

Derbar Çand Name

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply