Dersên Kurmancî (8)

DERSA KURDÎ (KURMANCÎ)
-8-

Alfabe:

25)Uu:

Tîpa “u” dengdêreke kurt e. Di bilêvkirinê de gilover (xirûxir) û bilind e. Di tîpên erebî de tîpa “و”yê dikeve paşiya tîpên dî û ciyê tîpa “u”yê digire (wekî; چو:çu, كورد:kurd, گوڵ:gul). Celadet Bedirxan dibêje, ev tîp di navbera “w” û “i”yê de ye.

Wekî “u”ya tirkî nahê xwendin. Gava ku mirov di kurdî de bibêje “kurt” (kin, qut), ev peyv ne wekî “kurt”a (gurg, gur) tirkî derdikeve. “u”ya me hem ji ya tirkî kurtir e hem jî ya tirkî pêşderkî ye û ya kurdî navderkî ye. Anko, “u” ya kurdî di nav devê mirov de bi hereketa di nav devî de xirûxir dibe û tê telafûzkirin, lê gava ku “u”ya tirkî derdikeve her du lêvên mirov li pêşiyê xirûxir dibin. Kesên ku nizanin bi kurdî biaxivin, tîpa “u”yê ji bo wan kesan zehmet e.

Di kurdî de bêjeyên bi vê tîpê dest pê dikin bêjeyên zimanên biyanî ne. Piranî dibe tîpa duyemîn ya bêjeyê û wekî C. Bedirxan jî amaje pê dike dikeve pişt dengdarên (bêdengên) “g”, “h”, “k”, “q”, “x”yê (wekî gul, gund, hur, huner, kund, kul, qul, qure, xurt, xurek…).

Mînak: uryan, umir (temen,jî) Urdun, kurd, kuçik, kur, kul, gund, kund, gurg (gur), gul, durist, kurt, qundik (kulind), Kurdistan, xurt (zîrek, qevî, bihêz), kur (law), quling, gustîl (gustîlk), guh.

26)Ûû:

Di erebî de şûna vê tîpê “وو” heye. Dengdêreke dirêj e, ji ber hindê di alfabeya kurdî ya tîpên erebî de jî diyar e bi 2 “و”yan hatiye nîşandan. Tîpeke paşderkî ye. Xirûxir derdikeve.

Li devera Botan û Serhedê de ev tîp dirêj tê telafûzkirin, bes li devera Hekarî û Bahdînan ev tîp texer wekî “ü” ya tirkî û li heman deveran hindek ciyan jî wekî “î”yê derdikeve.

Bo nimûne; li Botan dibêjin “hebû nebû” li Behdînan û Hekarî dibêjin “hebü nebü” an jî “hebî nebî”. Lê belê dengê “ü”yê di alfabeya me de nehatiye cîbicîkirin û li şûna wê jî tîpa “û” tê nivîsîn.
Her çend em bibêjin ku “û”ya kurdî wekî “u”ya tirkî bê xwendin, divêt baş bê zanîn ku “û”ya kurdî ji “u”ya tirkî dirêjtir e. Anko yek, rasterast ciyê ya dî nagire.

Mînak: Ûris, bûk, kûçik, Kerkûk, dûr, xezûr, hebûn, gûz, nûçe (dengûbas, xeber), şûn, Mûsa, tûrik, zû, nû, cûtin, şûn (cî), kûçik, kûr, hûr, mû, Mûş, dûzele (li devera Şemzînan enstrumaneke muzîkê ya xwemalî), lûle (borî).

27)Vv:

Di tîpên erebî de şûna tîpa “v”yê “ڤ” heye. Her çend di tirkî de ev peyv hebe jî wekî “v”ya tirkî nahê xwendin. Tîpeke didanlêvkî (diranlêvkî) ye. Anko bi harîkariya (alîkariya) didan û lêvan derdikeve. Gava ku tê telafûzkirin, didanên rexê serî (jorî) hêdîka ji lêva rexê binî (jêrî) dikeve. Sadiq Bahaeddînê Amêdî dibêje, di zaravayê kurmancî û dimilkî (zazakî) de ev tîp heye lê di zaravayên soranî û goranî de ev tîp nîn e. Belam ji ber ku hindek bêjeyên kurmancî derbasî soranî bûne, di soranî de jî ev tîp tê bikarînan. Nexwe, “v”ya kurmancî, piranî di soranî de “w” tê nivîsîn (wekî; çav-çaw, viyan-wiyan…). Li devera Hekarî (Gever, Şemzînan, Elk, Qerqelî) jî ciyê tîpa “v”yê tîpa “w” tê bilêvkirin (wekî; av-aw, heval-hewal, evîn-ewîn…). Îhtimaleke mezin e ku ev dever jî di bin tesîra soraniyê de mane. Çunkû ev dever cîranên soranîaxivan in û loma jî gelek bêjeyên soranî û qalibên rêzimana soranî li van deveran hene.
Herwiha ji bo fêrbûna tîpa “v”yê nîşteciyên vê deverê gelek serêşiyê jî dikêşin. Gelek caran kesên xwe fêrî nivîsandina kurdiyê dikin, dibêjin gava ku bêjeyeke ku tîpa “v” an jî “w” tê de be, ez nizanim dê pê kîjanê binivîsim.

Mînak: havîn, zevî, kovar, viyan (vîn, xwestin), veşartin, vala (xalî, betal), heval, hevîr, vêrê (vê derê), volkan (kaniya agirî), hêvî, rovî, vekirî, hingivîn, dever, navçe, dev.

28)Ww:

Di tîpên erebî de ciyê vê tîpê “و” heye. Tîpeke nîvdengdêr e Di tirkî de “w” nîn e. Lêv an jî didan jêk nakevin. Xirûxir têt zarkirin. Ferqa “v” û “w”yê ew e ku, di gotina “v”yê de didanên li rexê serî ji lêva rexê binî dikeve (hêdîka), bes di telafûza “w”yê de didan û lêv jêk nakevin.

Mînak: werîs, war, welat, wergirtin, xew, wane (ders), wate (mena), wêje (edebiyat), wêne (resim, fotraf, fotograf, ekis), Hewlêr, hawar, werger, werziş (spor), werdek, wêran, sêwî, dew (dow, mastav).

Not: Pirsên we hebin an jî kêmasiyên min hebin, fermon bibêjin.

Digel silav û rêzan…

Dewama vê dê bê înşela…

Derbar Çand Name

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply