DERSA KURDÎ (KURMANCÎ)
-6-
Alfabe:
Not: Di derheqê dubarekirina tîpekê de (şedde), divêt em vî tiştî jî bibêjin: Celadet A. Bedirxan dibêje, gava ku du tîpên wekî êk an jî nêzîkî êk (hev) wekî “t” û “t” an jî “d” û “t”), gelêk (pêkre) bên nivîsîn, divêt mirov êkê biêxe (bixe):
Mînak: xurttir>xurtir, bilindtir>bilintir…
Di hin peyvên hevedudanî (lêkdayî) (wekî; biçûkkirin, serokkomar, şerrawestandin, paşşîv, derûnnasî) û payeya hevberkirinê ya rengdêran (pileya berêkdanê ya sifetan, wekî; rind>rind-tir, xurt>xurt-tir, bilind>bilind-tir) de gelek caran du tîpên eynî, dû êk tên. Li gorî rêbaza Celadet A. Bedirxanî divêt ji van tîpan yek (êk) bikeve.
Mînak:
dewlemendtir>dewlementir, kurttir>kurtir, dehhezar>dehezar, paşşîv>paşîv, serokkomar>serokomar
derûnnasî>derûnasî
Lê belê ev rêbaz jî pirsgirêkeke (muşkûle, problem) dî derdixe meydanê. Îhtimaleke mezin heye ku kesê hay ji vê rêbazê nebe, di peyva “paşîv”ê de, dê nezane ka koka peyva ewilî “pa” ye an “paş” e (pa-şîv, paş-îv) û herwiha peyva duyemîn jî bê wate (bê mena) dimîne. Di bêjeya “serok-omar, sero-komar” de jî eynî pirsgirêk derdikeve. Ji bo vê pirsgirêkê jî hindek zimanzanan ev çareserî peyda kirine: Di navbera her du peyvan de tîrê (-) didanên.
Mînak: serok-komar, paş-şîv, derûn-nasî.
Dewama vê dê bêt înşela…