Dersên Kurmancî (5)

DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) 

Alfabe:

16)Mm:

Di tîpên erebî de ciyê “م”yê digire. Wek “m”ya tirkî têt (tê) xwendin.

Mînak: mêrg, mazî, mêş, mendîl, mişk, merd, mixabin, maker, dem, fermî (resmî), germ, mizgînî.

17)Nn:

Di tîpên erebî de batî vê tîpê “ن” heye. Di tirkî de jî beramberî vê tîpê dîsa “n” ye.

Mînak: nêrgiz, nerm, nan, nêzîk, netewe (milet), nazdar, Nisêbîn, nivistin, nav, nalîn, newal (dol), nû.

18)Oo:

Dengdêreke dirêj e. Di tirkî de jî “o” ye, di tîpên erebî de “ۆ” ye.

Mînak: oqyanûs, ol, once, oxir, sor, hov (wehş), dotmam, sotin, gore, por, derdor, coxîn (bênder), xox.

19)Pp:

Tîpa “p” jî bi du awayan (şeklan) tê telafûzkirin (kirpandî û nekirpandî). Di erebî de batî vê tîpê “پ” tê nivîsîn.

Mînak:
Kirpandî Nekirpandî

par(sala çûyî) par (pişk)
pîvaz por
pêxwas pirtûk
penîr pembeyî
piçûk paqij (pak)

20)Qq:

Di tirkî de nîn e. Di tîpên erebî de ciyê vê tîpê “ق” heye. Di hefka (qirika) mirov de bi awayekî stûr (istûr) derdikeve.

Mînak: qelûn, qemî (belkî), Qelaşk, qeder (çarenûs), Quran, qehreman, qelew, qerebalix, qûşxane, qerax, qut (kurt, kin).

21)Rr:

Tîpa “r” hindek caran istûr, hindek caran jî zirav têt telafûzkirin. Gava ku “r” tîpa ewilî ya peyvê (bêjeyê) be her dem istûr û girover (xirûxir) têt xwendin. Eger di nava tîpan de an li dûmahîka peyvê be jî, bi her du awayan têt xwendin. Di erebî de ciyê vê tîpê “ر” heye û heke istûr jî be hote (wiha) têt nivîsîn: “ڕ”.

Hindek zimanzan ji bo tîpa “r” ya stûr ya navber û dûmahîkê 2 (du) “r”yan dinivîsin (wekî; pirr: gelek, zirrîn: dengê keran, kerr: kesê nabihîze), Ji ber ku di kurdî de şedde (dubarekirina tîpekê, wekî; rr, îî, aa) nîn e, texer (piranî) yek tîp tê nivîsîn. Lê belê bêjeyên ku ji erebiyê ketine nav kurdiyê her çend bê şedde bên nivîsîn (mînak: maşela, Mihemed, sunet, milet…) gelek caran bi şedde jî tên nivîsîn (maşallah, Mihemmed, sunet, millet…). Di vê babetê de hêj rêbazeke hevpar di nav zimannasên kurd de çênebûye. Ez jî li ser fikra nivîsandina şeddeyê (şedeyê) nînim, çunkû di telafûzkirina kurdan de eynî herf, nahê dubarekirin, yek deng serdest e.

Mînak: reş, rast, raçandin, raman, rêz, roj (tîpa “r”yê ya ewilî ye, ji ber hindê di van bêjeyan de stûr tê xwendin), pir (avahiya li ser avê tê çêkirin) (r zirav tê xwendin), pir (gelek) (r stûr tê xwendin), mirin, birin (r zirav e), birîn (r stûr tê xwendin; dukerkirina tiştî), birîn (r zirav tê xwendin; kul, şûna gurzekî, şûna derbeyekê).

Dewama dê bê înşela…

Derbar Çand Name

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply