DERSA KURDÎ (KURMANCÎ)-3:
Alfabe:
8) Ff:
Wekî “f”ya tirkî ye. Di tîpên erebî de batî (şûna) vê tîpê ڤ heye.
Mînak: fistiq, Afrîn, fêrbûn, fasulî, balafir (teyare), fîşek, difin, heft, sifre, fîstan, fîl, kef.
9) Gg:
Di tîpên erebî de ciyê گyê digire. Wekî “g”ya tirkî tê xwendin.
Mînak: gundore (gundor), garan, gêsik (gêzik), conega, seg (se), kengir, gasos, gelawêj, gul.
10) Hh:
Ciyê tîpên erebî hem ه û hem jî حyê digire. Di tirkî de jî “h” ye. Bêjeyên ku ح tê de be texer bêjeyên ezmanê (zimanê) erebî ne.
Mînak: havîn, hewar (hewar), heyran, hezar (hizar), hêvî, hişk, hefsar, hinar, hişyar,
11) Ii:
Dengdêreke kurt e. Di tirkî de ciyê tîpa “ı”yê digire. Gava ku mezin tê nivîsîn bê xal e (bê nuqte ye), piçûk be bi xal e.
Mînak: GIRTIN (mezin e û bê xal e),
girtin (piçûk e û bi xal e), mirin, çiya, zincîr, hingivîn, hirç, istêrk, tirşik.
12) Îî:
Dengdêreke dirêj e. Di erebî de ciyê vê tîpê tîpa ی dikeve dû tîpa dengdar (bêdeng) û dibite (dibe) “î”. (Wekî; شیر:şîr, میرۆ:mîro). Ciyê “i”ya tirkî digire, bes ji “i”ya tirkî dirêjtir tête (tê) xwendin.
Mînak: zîrek, îro (evro), tîr, îzgeh (ciyê weşana radyoyê), dîrok (tarîx, mêjo), sîber (sî), nîştiman (welat, war).
Dewama vê, dê sibe bê (bêt)…