DERSA KURDÎ (KURMANCÎ) YA DUYEMÎN:
ALFABEYA KURDÎ:
3)Cc:
Di tîpên erebî de ciyê tîpa جyê digire.
Mînak: catir, conî, cobir, cindî, conega, cîran (cînar), cot.
4)Çç:
Di erebî de ciyê چyê digire. Tîpa “ç” hem kirpandî (derblêdayî) û hem jî nekirpandî tê bilêvkirin (telafûzkirin).
Mînak:
Kirpandî Nekirpandî
Çil Çar
Çira Çêl (çêlek)
Çem Çend
5)Dd:
Di tîpên erebî de ciyê دyê, di tirkî de jî ciyê “d”yê digire.
Mînak: der, Dêrsim, direng (dereng), das, dayîk, dexil, badan, sîdar.
6)Ee:
Dengdêreke kurt e. Di tîpên erebî de texer (piranî) ciyê هyê digire. Lê belê (belam) bo peyvên ku bi binyata xwe ve erebî ne û ketine di nav zimanê kurdiyê de jî, ciyê tîpa عê digire. Dema ku ciyê عê digire, hindek kes apostrofê (‘) didanin pêşiya “e”yê (hote; ‘e). Bes texer apostrof nahê (nahête) bikaranîn (emelkirin).
Mînak: erzan, erdnîgarî (coxrafya), ewr, Elî, ezbenî, ez, der, ser.
7)Êê:
Di tîpên erebî de ٧ (heft) dikeve ser یyê û wisa;”ێ” tê nîşandan. Di tirkî de nîn e (tune). Di navbera “e” û “i”yê de tê telafûzkirin. Dengdêreke dirêj e.
Mînak: êk (yek), êş, êvar, êl, êriş, mêvan, mêr, gêzer, şêr, Şêxan.
Hûn jî dişên (dikarin) mînakan lê zêde bikin.
Dewama vê sibehî dê bê (bêt)…