Dersên Kurmancî (17)

Navên Mecazî Yên Mê: (Dewama Dersa 16ê)

23)Navên hemû malzemeyên bûro û ofîsan me ne. Bo mînak; mase, kursî, dolab, dosya, klasor…

24)Navên malzemeyên elektronîk mê ne. Wekî; têlevizyon, têlefon, sarker, firin, amanşo…

25)Peyvên ku paşgirên “-î”, “-dank”, “-xane”, “-atî”, “-geh” û “-istan”ê werdigirin mê ne. Bo nimûne; qencî, xirabî, guldank, xêdank (xwêdank), nexweşxane, balafirxane, mirovatî, xwendegeh, kargeh, gulistan, daristan, Kurdistan…

26)Navên zanistan mê ne. Wekî; dîrok (tarîx, mêjû), felsefe, derûnasî (psîkolojî), kimya, civaknasî (sosyolojî), edebiyat (wêje)…

27)Navên kar û pîşeyan (meslekan) mê ne. Wekî; mamostatî, endazyarî, bijîşkî (nojdarî, dixtorî, pizîşkî), hostatî, paletî, rêncberî… (hemû paşgira “-î”yê werdigirin) Mamostatiya te, dixtoriya wê, paletiya havînê… (gava mirov van pîşeyan bes bo kesekî, wekî nasnav bibêje, ev pîşe dibin du layen (hem nêr û hem mê), çunkû wan karan hem jin û hem jî mêr dikin. Wekî; mamostayê min (mêr e), mamostaya min (jin e), bijîşkê min (mêr), bijîşka min…

28)Navên alavên dêran û werbêjkirinê texer mê ne. Bo mînak; bêr, bêjing, moxil, tirpan, das…

29)Ji bilî “xanî, kûn (kon), axur (hel), pag û şikeft”ê navên ciyên ku mirov an jî heywan tê de dijîn mê ne. Bo nimûne; mal, çayxane, lîs (pîn), jûr (ode), salon, sînema, kolan…

30)Navên amanan (firaqan) yên ku xwarin û vexwarinê têdikinê mê ne. Bo mînak; qoşxane (beroş), aman, îskan, tas, tasik, piyan (şûşe, berdax), pêşxor (amana serwîsê), zerik (satil), mencel…

Navên Mecazî yên Nêr:

1)Ji bilî “hirî, liva, lor, toraq, hêk”ê navên berên heywanan hemû nêr in. Bo mînak; mast, şîr, penîr, hingivîn (hingiv), rûn, sertû (to), nivîşk, dow (dew), goşt…

2)Ji bilî “cîva”yê, navên hemû metalan nêr in. Wekî; sifir, zêr, zîv, pola, asin (hesin)…

3)Ji bilî “yek”ê (1), navên hemû hejmaran nêr in (li hindek deveran, wekî Colemêrgê, hemû mê tên bilêvkirin. Wekî; hefta spêdeyê, duya şevê…) Bo mînak; du, sê, çar, deh, çil, sed, hizar (hezar)…

4)Navên hemû rengan nêr in. Bo mînak; kesk, sor, zer, qehweyî, reş, boz, şîn, gewr…

5)Navên hemû alavên hêranê nêr in. Wekî; aş, conî, destar, mîrkut…

6)Ji bilî “deşt, dol (newal), gewrî (gêdûk,zixur, zîn) û bani”yê navên peyvên cî û waran û navên peyvên coxrafî piranî nêr in. Wekî; welat, war, şûnwar, gund, çiya, gir, bajar… (gundê me, bajarê kevn, warê bab û kalan, çiyayê bilind, girê biçûk, welatê bindest…)

Lê belê, navên bajar, welat, gund û waran mê ne. Bo mînak; Bêgalteya wêrane (Bêgalte navê gundekî ye), Kurdistana şirîn, Duhoka rengîn, Ferata xemgîn…

Bi kurt û kurmancî; peyvên “welat, gund, bajar, cî, war”î peyvên nêr in (welatê min, gundê dûr, bajarê kurdan, warê me, ciyê xweş), lê navên (wekî serenav) welat, gund, bajar, cî û waran mê ne (Îngilîstana Mezin, Ameda dîrokî, Bêgalteya wêrane…). Bes, em naşên (nikarin) vî tiştî ji bo peyva “çiya”yî bibêjin. Hem peyva “çiya” û hem jî navên çiyayan, her du jî nêr in. Bo mînak; Çiyayê Dolamper, Dolamperê xemlîn, Çiyayê Agirî, Agiriyê Mezin…

7)Navên darên hişk (ziwa, ziha) hemû nêr in. Wekî; darê gûzê, darê tûyê, darê xoxê, darê sêvê…

8)Navên endamên mirov yên derve texer nêr in. Wekî; dest, pê, çok, ling, ser, zik, mil, çav, guh, ran (kemax, qalçe)…

Dewama vê dê bê…

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply