Dersên Kurmancî (16)

DERSA KURDÎ (KURMANCÎ)
-16-

Me di dersa pêş vê de gotibû, em dê bersiva vê pirsê bidin:

PIRS:
“Ji bilî navên rast, em dê çawan zayenda navên mecazî (rêzimanî) peyda bikin?”

BERSIV:
Zimanzanan ji bo peydakirina zayenda navên mecazî, hindek rê û rêbazên senahî (hêsan, asan) nîşa dane. Ew jî ev in:

Navên Mecazî yên Mê:

1) Ji bilî “ewr, termê merxê (komestêrkek e) û esman”î hemû stêrk û tiştên esmanî mê ne.
Bo mînak; roj, heyv (hevy, mang), stêr, Gelawêj, brûsî (brûsk)…

2) Hemû amûrên (ensteumanên) muzîkê mê ne. Wekî; zirne, kemançe, tembûr, dahol, bilûr, def…

3) Hemû madeyên petrolê mê ne. Wekî; benzîn, mazot, neft, gaz (xaz), rejû (komir)…

4) Ji bilî “çem û rûbar” hemû avên li ser rûyê erdê û yên dibarin mê ne. Bo mînak; derya, gol, kanî, gom, sûlav (şelale), lêmişt (lehî, lêsel), bîr, co (cok), ger, befr(berf), baran, gijlok (gijnok), şilove (şilope)…

5) Hemû makîneyên siwarbûnê mê ne. Wekî; erebe, trên (şîmendifer), otobûs, texsî, keştî (gemî), duçerxe (paskîl, bisiklêt), balafir (firoke, teyare), kelek…

6) Endamên mirov yên cot yên li derve nêr û yên di bedenê mirov de mê ne. Wekî; çav, guh, dest, pê nêr in, guçîlk (gurçik, gurçîle), sîpelk mê ne.

7) Ji bilî “cante (çente), texte (dep) û pel”î hemû alavên çapemenî, nivîs û xwendinê mê ne (“pel”a darê mê ye). Wekî; çîrok, roman, defter (lênûs, lênûsk), salname (teqwîm), pênûs (qelem, xame), kovar (gowar), rojname, hubir (hibir), pirtûk (kitêb), nexşe (xirîte)…

8) Ji bilî “gurz, tîr, kevan, bivir, zirx, şûr û mertal”î hemû çekên (sîlahên) şerî mê ne. Wekî; kêr, mûşek, elxem (mayîn, mîm), rim, tang, tifeng (tiving), rim, xencer…

9) Hemû navên razber (menewî, guzare) mê ne. Wekî; mirovatî, xewn, xeyal, xew, moral (derûnî), qencî, xirabî, tirs, aqil, hez, nexweşî, evîn, dostînî, xiyanet, tecrube, bawerî…

10) Ji bilî “tirî” navên hemû meyweyan (mêweyan, berên daran) mê ne. Bo mînak; sêva sor, xoxa mezin, hinara tirş, hirmiya şirîn, hilûya zer…

11) Mesder (jêder, çawig) hemû mê ne. Wekî; hatin, rabûn, rûniştin, xwestin, gotin…

12) Bes “dan” û “çile” nebe, navên hemû dem û wextan mê ne. Wekî; navên rojan (şemî, yekşem, duşem…), navên mehan (Adar, Nîsan, Gulan…), navên demsalan (havîn, payîz…), danên rojê (spêde, nîvro, îşa, êvar…), seet (deqîqe, saniye(çirke), salîse)…

13) Navên alî û rexan (ji bilî alî, kenar, rex) hemû mê ne. Wekî; dûmahîk (dawî), hêl, nav, paşî, pêşî, rast, çep, jor, jêr, rêz…
(“jêr” û “jor” hindek deveran nêr têne telafûzkirin)

14) Navên rê û şopan (ji bilî sînor, hidûd û tixub) hemû mê ne. Bo mînak; kolan, rêbaz, rê, şop, xaçerê, şeqam, peyarê…

15) Ji bilî peyva “derd”î, nexweşî û tiştên bi nexweşiyê ve girêdayî hemû mê ne. Wekî; ta, êş, bîro (bîrov), jan, jehr, keçelî, kuxik, birîn, kul (kulik), gurîtî, bêntengî (tengenefesî), penceşêr (kanser, şîrpence, şêrpence), xwîn, nexweşî…

16) Ciyên newî (nizm) yên li ser rûyê erdê (ji bilî “gelî”) hemû mê ne. Wekî; deşt, dol (nihal, newal), girav, banî (panav)…

17) Ji bilî peyva “deng”î, navên hemû dengan mê ne. Wekî; guşeguşa avê, hîrehîr hespî, pitepita pîrê, virevira bayî, xişexişa marî, çîveçîva cûcikan (çivîkan), gurmegurma topan, qireqira ewran…

18) Ji bilî peyva “derman”î navên hemû dermanan mê ne. Bo mînak; melhem, derzî, şurûb, heb…

19) Ji bilî peyva “ba”yî navên cûreyên bayan mê ne. Wekî; bahoz, bager, kirêwe (barov), bazuvirînk (babelîsk), sur..

20) Ji bilî bêjeyên “nan” û “goşt”î navên bêjeyên xwarin û vexwarinê mê ne. Wekî; av, doşav (dims), birinc, şoravnîsk, tirşik, kotilk, şorav (şorbe), mirtoxe, dowîn (dohîn, dewîn), doxawe…

21) Navên gul û kulîlkan hemû mê ne. Bo mînak; nesrîn, nêrgiz, gul, çîçek, beybûn, sûsin (sosin), binevşok…

22) Darên şîn (ter) hemû mê ne. Wekî; dara gûzê, dara hirmiyê, dara maziyê, dara spîndarê, dara berûyê, dara sêvê…

 

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply