Dersên Kurmancî (14)

DERSA KURDÎ (KURMANCÎ)
-14-

ZAYEND (CINSIYET):

Di kurmancî de gelek mijar hene ku, li gor zayendê xwe durist dikin. Ji ber hindê, divêt mijara zayendê ji serî de baş bête (bê) zanîn.

Yek ji van, mijara ravekê ya dî jî mijara çemandinê (tewangê) ye.
Zayend û hejmara bêjeyan (kelîme, peyv) bi harîkariya (alîkariya) QERTAFÊN VEQETANDEKAN (qertafên îzafekirinê) û QERTAFÊN ÇEMANDINÊ (tewangê) diyar dibin.

RAVEK:

Gava ku herî kêm du bêje têne nik êk (yek, hev) bi harîkariya 3 (sê) qertafan (-ê, -a, -ên) di navbera her du bêjeyan de têkeliyek çêdibe. Ji van bêjeyan ya ewilî tê nasandin (rave dibe), ya duyê jî, ya ewilî dide nasîn (rave dike). Ev jî, bi harîkariya qertafa ku bêjeya ewilî wergirtî pêk tê. Anko ya yekem raveber û ya duyem raveker e. Ev bi xwe hemû jî RAVEK e.

(Raveber; bi tirkî tamlanan, raveker; tamlayan, ravek; tamlama)

Bo nimûne;
Eger em di navbera bêjeya “beran” û bêjeya “reş” de têkeliyekê çêkin, dê qertafa “-ê”yê bînin dûmahîka bêjeya ewilî:

Beran-ê Reş> Beranê Reş
Li vê derê em dibînin ku, pê (bi) qertafa “-ê”yê me peyva “beran”î nasî ku rengê wî “reş” e.

An jî di navbera bêjeya “deşt” û bêjeya “Gever” de, bi qertafa
“-a”yê;

Deşt-a Geverê> Deşta Geverê
em bêjeya yekem (deşt) dinasin ku ev jî bi harîkariya duyem (Gever) bû, lê belê têkelî bi harîkariya qertafa “-a”yê çêbû.

Çend mînakên dî;

Rûbar-ê Pêsanê> Rûbarê Pêsanê,
Kur-ê min> Kurê min,
xalê min, gundê me, marê dirêj, çavê şîn, derê malê…
(Rûbar, kur, xal, gund, mar, çav û der bêjeyên nêr in, loma qertafa
“-ê”yê wergirtine.)

Dol-a Bermêşê> Dola Bermêşê,
Keç-a min> Keça min,
sala çûyî, bihara rengîn, gula sor, pirtûka (kitêba) te, sêva zer, dersa kurdî…
(Dol, keç, sal, bihar, gul, pirtûk, sêv û ders peyvên mê ne, loma qertafa
“-a”yê wergirtine.)

Li mînakên jor, bo yên ewilî qertafa “-ê” bo yên duyem jî qertafa “-a” hatine bikarînan. Ev qertafên ravekê, hejmar (yekhejmar in) û zayenda (nêr, mê) bêjeya yekem nîşa diden (didin).
Qertafa ku bes pirjimariyê jî nîşa dide “-ên” e û di pirjimariyê de zayend nîn e:

-ê: Qertafa veqetandeka nêr, diyarkirî
-a: Qertafa veqetandeka mê, diyarkirî
-ên*: Qertafa veqetandekê ya
pirjimariyê, diyarkirî (mînak; dersên kurdî, çavên reş, dayîkên delal)

Not: Eger di dûmahîka bêjeyê de tîpeke (herfeke) bideng hebe, ji ber ku di kurdî de du tîpên bideng nahên nik êk, tîpa “y” dikeve navbera qertaf û bêjeyê de û dibe “-yê” û “-ya”. Di pirjimariyê de jî dibe “-yên”.

Mînak; Di bêjeyên “çiya” û “xesû”yê de tîpên bideng hene (-a, -û)
Çiya-ê bilind> y tê> Çiyayê bilind (mê$
Xesû-a min> y tê> Xesûya min (nêr)
Çiya-ên bilind> Çiyayên bilind (pirjimar)
*Qertafa veqetandekê ya pirhejmariyê hindek deveran (wekî Bahdînan û Hekarî) “-êd” û “-êt” e.

Mînak: beran-ên reş> beranên reş (beranêt reş, beranêd reş), çiyayên bilind (ciyayêd bilind, ciyayêt bilind) bilind, gulên biharê (gulêd biharê, gulêt biharê), gundên wêrane (gundêt(d) wêrane, xwendevanên zîrek (xwendevanêt(d) zîrek), kurdên bindest (kurdêt(d) bindest.

# Ji ber ku vê gavê ne hewce ne, veqetandekên nediyarkirî (nebinavkirî) jî dê di dersên pêşiyê de bêne nîşadan.

Eger pirsêt we an jî kêmasiyêt min hebin kerem bikin bibêjin. An jî pêşniyareke we hebe…

Dê dewama mijara ZAYENDÊ bê…

Derbar Çand Name

Check Also

Perwerdeya Bi Zimanê Dayîkê Tabiî ye û Fitrî ye

Her tişt ji ser koka xwe şîn dibe. Çaxa ku darek an jî çalîyek di …

Leave a Reply