Dersên Kurmancî (10)

DERSA KURDÎ (KURMANCÎ)
-10-

Berêkdana Çend Tîpan:

Berêkdana “e” û “ê”yê:

Ker-Kêr, Rez-Rêz, Der-Dêr, Ter(şil)-Têr, Şer-Şêr, Zer-Zêr, Hez-Hêz, Helîn(heliyan)-Hêlîn, Meş-Mêş,
Kelîn-Kêlîn(cotkirin)…

Berêkdana “i” û “î”yê:

Birin-Birîn, Kirin-Kirîn, Pir-Pîr, Jin-Jîn, Dil-Dîl(êxsîr), Sir(raz)-Sîr, Firin-Firîn…

Berêkdana “k” û “q”yê:

Kelandin-Qelandin,
Kal(pîr)-Qal(behs),
Ker-Qer(qerz,deyn),
Kel(1.gayê tovî, 2.ji kelînê, 3.hêrsdarî)-Qel(qijik), Kul(birîn)-Qul(kun, simtî),
Karîn(şiyan)-Qarîn(gaziya bideng), Kurt(kin,qut)- Qurt (1.vexwarina yekcarî ya avê an jî ya tiştekî dî. 2.Cure teyreke kelexan)…

Berêkdana “u” û “û”yê:

Kur(law, kurik)-Kûr,
Kuçik-Kûçik,
Du(2)-Dû(pey),
Tu(cînava kesê duyem)-Tû (mêwe)…

Berêkdana “v” û “w”yê:

Li vê derê (li vir, êre, lêre, nêzîkatiyê nîşa dide)- Li wê derê(li wir, êrê, lêrê, dûratiyê nîşa dide),
Ev(bo nêzîkatiyê-Ew (bo dûratiyê),
Hewî-Hêvî, Dev-Dew, Ava(xanî, avahî)-Awa (şekil)…

Dewama vê dê bêt…

Derbar Çand Name

Check Also

Binyada zimanê Kurdî

Di vê dersê de armanca me ev e ku em zimanê Kurdî nas bikin. Yanî zimanê kurdî, ji aliyê binyadê ve dikeve nava kîjan komê û beşê de?

Leave a Reply