Dermanên çavdêriya li ser ducaniyê metirsiya felcê zêdetir dike

Li gorî zanayan dermanên ku jin bikar tînin yên çavdêriya ducanîbûnê dibe sedema felcbûna laşê mirovî.

Li gorî derbirînên bijîşkan felcbûn di nav sedemên mirinê yê zilaman de di rêja 5. De ye, di jinan de di rêja 3. De ye.

Sedema ku di jinan de felc bêhtir derdikeve ewe ku jin ji zilaman temendirêjtirin an ku bêhtir dijîn. Bijîşk dibêjin derveyî hîpertansiyon, kollestrola zêde û cigarê gelik sedemên taybet girêdayî jinan yên metirsî jî hene.

Bisporên vê mijarê derdibirin ku bi taybet di jinên ciwan yên ducanî de li gorî mirovên dîtir metirsiya felcê zêdetire. Bispor dibêjin `Di dema ducaniyê de, bi taybet 3 mehên dawî yên ducaniyê û piştî bûyîna zarok tansiyona zêde ya ku xwe dide der sedemeke serekî ye ya felca asêker û xwînî.

Hate debirîn, beriya ducaniyê jinên xwedî tansiyona bilind divê di bin çavdêriya bijîşkan de kêm hebên serêşê bikar bînin û di xwerinê de giranî bidin tiştên naveroka wan bi kalsiyumê dagirtî.

Ducanên xwedî tansiyona bilind, piştî bûyîna zarok jî divê di bin çavdêriya bijîşk de bikaranîna dermanên xwe bidomînin.

Bijîşk, jinan di warê bikaranîna dermanên bêşgiriya ducaniyê de hişyar dikin.

Bijîşk dibêjin divê jin bê çavdêrî hebên pêşgiriyê bikar neyênin. Bi taybet di kesên bi temen, kesên cigare dikşînin, kesên xwedan tansiyona bilind û kesên xwedî kollestrol de metirsiya felcê zêdetir dibe.

Ji ber vê yekê kesên xwe neçar dibînin û van dermanan bikar tînin divê hey jê hebin û van aliyên neyênî hildin bin çavdêriyê.

Wekî dîtir jî bijîşk dibêjin sedemên felcê asêbûna rayên mêjî bêhtir di jinan de tê dîtin. Di nexweşên ev felc bi wan re hatî dîtin sedî 70 ê jinin.

 

Rewambêj

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply