Derîyê Dil û Hiş

Derîyên me hene. Me ji tiştên derve diparêzin û sînorekî dixin navbera me û tiştên derveyî hundirê mejî û dilê me. Peyva Derî ji Der tê. Der jî tişta nenas e ji bo me û herdem tiştên nenas bûne tirs û xof ji bo me mirovan. Peyva der qertafa î wergirtîye û peyvek nû li ziman zêde kirîye, ew peyv jî Derî ye. Ew derî niha bûyê kelemek di nav bera me û peşerojê de, di navbera me û paşerojê de, di navbera me û yên din de.

Di demên kevnare de, ji dîroka Hz. Îsa wêdetir, berîya serdema çandinî û niştecihbûnê mirov di nava xwezeya de bêparastî bûn. Xweza di her alîyî de serdest bû û mirov jî nezan. Ji bo nezanîyê mirov nedikarîn xwe ji zehmetî û nexweşîyên xwezayê biparêzin. Bêstar bûn, ne mala wan hebûn û ne jî alavên wan. Bê mal bûn, xweza bi hemû zehmetî û zordestîyê ji temênê wan dixwar. Bê alav bûn xwe nedikarin ji insanên hov û ajalên bi talûka biparastana, ev yek jî emrê wan yên kurt hîn kurttir dikir.

Roj didin pey rojan, heftî didin peyf heftîyan, heyv didin pey heyvan, sal didin pey salan û sedsal didin pey sedsalan. Zanîn û pêşveçûn jîna mirovan bi temamî diguherîne. Li gor teoriyê; ji mirovên Homo Afrîkanus ber bi Homo Habilîs, ji Homo Habîlîs ber bi Homo Erectusan û di heman demê de Homo Neandertal. Piştî wan hemûyan jî mirovên modern (Homo Sapîens) yanî em derketin meydanê. Pêşengên me ji Afrîkaya xopan derketin û li cîhanê belavbûn û piştre li Afrîkayê vegerîyan warê xwe yê herî kevn û mirovên wan deran kirin êsîr û kole. Her çiqasî ji alîyê zanistî û teknolojî em pêşketibin jî ji alîyê hêst û mirovatîyê em li paş man.

Dema wext dibe dema neolîtîkê mirov dev ji jîyana xwe ya koçberîyê berdidin û dest bi çandinîyê dikin. Ji bo erdê xwe, keda xwe û pêşeroja xwe biparêzin nêzî erdê xwe xanîya jî ava dikin. Xanîyê ji kerpîçan; hîn jî ev xanîyên neolitîk li Kurdistanê hene.  Bi saya çandinîyê mirov ji bîrçîbûnê azade dibin û bi saya xanî û alavên nû (Bi saya teknolojîyê) mirov xwe ji xwezayê, ji ajalan û ji dijminên xwe xwe parastin. Bi vê rewşê temênê wan mezin bû. Piştre hejmara xanîyan zêde bûn, gund derketin meydanê; gund mezin bûn û bajar derketin meydanê. Mirov ji bo xwe û milkê xwe ji yên din biparêzin havîrdorê welatê xwe bi bedenên stûr dorpêç kirin. Her çiqasî wext derbas bû mirov ji alîyê zanist û teknolojîyê ve pêşketin. Piştre mirovan famkir ku nikarên problemên navxweyî û problemên derveyî çarese bikin, pêdivîya wan bi hîyararşîyek mezin û xurt hebû, rabûn dewlet ava kirin. Serê pêşî hertişt ji bo başî û qencîyan mirovan bû lê çiqas sal derbas bûn çareserîyên derketin pêş ji wan re bûn girêkên kangrênê û mixabin cihê kangrên lê bi misk û enberan derbas nabe; divê tu wê ji kokê bibirî û biavêjî. Hevqas pêşketin jî ji mirovan re bû zehmetî, bû kangrên û bû şêrpence. Pêşketin ji bona mirovan nebû xilasî, bû zehmetî. Her çiqasî em pêşketin ji alîyê hêst û mirovatîyê em li paş man.

Niha em hemû mirov ketin taxên xwe û tu carî em ji taxên xwe dernakevin û em di hundirê wan de êsîr mane. Taxên sîyasî, taxên zayendî, taxên dînî û hwd. me avakirin. Bi vê sayê me xwe ji yên din da alî û wan wek dijmin dît. Kesên ne alîyê me û ne ji taxa me bû dijê me, ji dijê wêdetir bûn dijminê me. Sedema vê yekê ne ew e û ne jî ev e, sedema vê yekê em bi xwe ne. Ji me re çi hate gotin me rast qebûl kir, me tu carî qet nenirxandin, tu carî em li ser nefikirîn. Me derîyê dil û hişê xwe bi temamî girt. Me xwe ji hêst û mirovatîyê bi temamî şûşt. Bi vê yekê li gor teoriyê em ji mirovatîya xwe û ji mirovên modern (homo sapîens) derbasî Homo Deûs bûn. Homo Deûs pirtûka dîroknas Yuval Hararî ye û wî ev nav li van mirovên modern ango li me kirîye. Ev nav navekî pir îronîke peyva Deûs ango Deyyûs; li gorî min tê wateya mirovên herî pîs ango mirovên ji mirovatîyê bi temamî ketin. Li gorî Yuval Hararî pêşeroja me Homo Deûs e.

Belê bav û papîrên me ango pêşengê me ji berê ve gotine: “Sal bi sal xwezî bi par”. Her çiqas wext û zeman derbas bibe jî timî hiş û dilê me ne di vî wext û zemanî de ye, timî li paşerojê ye. Timî em xwe dispêrin zemanê kevin, timî em xwe dispêrin zaroktîya xwe. Çîrok û dengbêjên me ne ji pêşerojê ji paşeroja me behs dikin. Zanîn û teknolojî timî pêş dikeve lê wêjeya modern û ya kevnare timî behsa tiştên kevnare dike. Em xwe dispêrim stran, çîrok û zemanê kevnare; em birîna xwe bi wan dikewînin û xwe ji bo vî demê em tê de amade dikin. Stran û çîrokên me nebin halê me wê ne ti hal be.

Li mirovatîya xwe û hêstên xwe haydar bin. Derîyê dil û hişê xwe vekin. Ji taxên hûn tê de ne serî hildin û li rewşa cîhanê binêrin. Tixûban, sînoran û derîyan qebûl nekin; belê dizanim bê destûra we ew hatine danîn lê tu carî xwe nekin êsîrê wan.

 

Wext derbas dibe û wekî Xêro Abbas gotî: “Zemаnekî bi fetl û xаpаn /
Xwe dike xwedî le xirаb e.”  Zeman derbas dibe û ev cîhan ji me re namîne. Ev cîhan ji kesî re nemaye; ne ji mîran û ne ji feqîran re. Nebin êsîrê zeman.

 

Wekî Ciwan Haco gotî: “Çi dinyaka pûç û vala / Ax eman, eman eman”. Dinya pûç û vala ye. Ev dinya ne ya me ye û ne jî yan wan e. Ev cîhan ya me teva ye. Lê mixabin pûç û vala ye.

Ji cihê xwe rabin, li straneke xweş guhdarî bikin, ji destên we neyê wêneyekî baş bikşînin, ji destê we neyê resmekî baş xêz bikin, ji destê we neyê pirtûkek baş bixwînin, ji destê we neyê fîlmek an jî şanoyek baş temaşe bikin. Timî tiştên baş bikin, wext kêm e û mirin nêz e. Derîyên dil û hişê xwe vekin û xwe ji hemû sînoran azad bikin û ber bi ezmanan ve baskên xwe li ba bixin.

 

Mela Mihyedîn

Derbar Mihyedîn Nahrîn

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply