Pazartesi , Ocak 18 2021

Derî û Dil

Di ‘Derî’ de kirde şa’r bi xwe ye. Lê di bin risteyan de kirdeyek veşartî heye, bi min kirdeya veşartî jî bav e. Şa’r behsa xwe ya heft salî dike, meşek dide destpêkirin bo vegerina zaroktiya xwe, di çavên zarokbûna xwe de nêrînek bi gazîn tîne ser ziman, bi kirdeya veşartî re hesabek, hesretek, hêviyek li ber çavên me radixe. Schopenhaur bo zaroktiyê dibê bihuşta winda î. Tiştê ku min ji nav risteyan de derxist şa’r Yildiz Çakar ne li pey bihuştêye li pey bavê xwe ye!

 

‘Derî’. Deriyê êşe, deriyê dil, deriyê hesretê, deriyê windakirî, deriyê hebûnê, deriyek di nav mayin û çûndinek de, deriyek navbera bihûşt û agir de, deriyê hêviyê û şikestiyê, deriyê xwebûnê, deriyê kul û derd, deriyek bi mij û moran, deriyek li pişt heft derî, bi dilê zarokek deriyek heft salî, destek di nav du derî de, deriyek wate li bin xwe wateyan diafirîne. Heşt sal berê pirtûkek ji Weşanxaneya Avestayê de hat weşandin. Navê pirtûkê ‘Derî’ bû. Ji dil û hişê helbestkar Yildiz Çakar weşiyabû li ser rûpelan; wek bayê sar dicemîdîne, wek şevên me yê bi hêvî û şikestî, wek jinên kurd wêrek û têkoşêr, meşek lixwe zivirandî û kaotîk, car caran dîmenên diltirsiyê, şêwazek lîrîk…

ÎMGEYA ‘DERÎ’ METAFORÊN BÊSERÛBIN BI BÎR DIXE

Di helbestan de çi bi kurdî çi bi tirkî çi bi farisî, çi bi zimanek din be; metafor û îmgeya ‘Derî’ di helbesta modern de her tim hatiye bi kar anîn. Yanî em dikarin bêjin ku hem di hêla dezenformasyonê de hem jî ji aliyê zindîbûna xwe de ti tiştek jê xwe kêm nekiriye û hê jî aktûelbûna xwe diparêze. Jixwe ev îmgeya ‘Derî’ metaforên bêserûbin bi bîr dixe. Vêga em vegerin li ser dîroka helbesta modern, bêşik ewe gellek doneyên îmgeya derî bikevin destên me. Îmgeya derî di destek xav de ewe li hafê bimîne, weka bayê sivik di nava nemir û nejînê de bimîne, lê çaxê bi dilek kûr û kul hat/tê pijandin digîhije wateya xwe. Şa’r Çakar jî di bin imgeya ‘Derî’ de hesretên xwe, poşmaniyên xwe, hêviyên xwe, nêrinên xwe, çûndinên ku bêveger honandiye. Riste di dilê şa’r de dema xwe girtiye, di hiş de gihîştiye, di dawî de jî di bêjinga hestan de hatiye hêjandin.

“Wexta her tiştî, û di bin esmanan de wexta her karî heye; wexta zaînê heye û dema mirinê heye, wexta çandinê heye, û wexta çinandine heye; wexta kuştinê heye, û wexta şîfa kirinê heye; wexta xirakirinê heye û avakirina avahî yê heye, wexta girînê heye, û wexta kenbûnê heye, wexta bi ber xwe ketin heye, û wexta leystikê heye, wexta kevir avêtinê heye, û wexta quraftina keviran heye; wexta hev hembêz kirinê heye, û wexta vekeşandinê heye, wexta ger heye, û wexta windakirin heye; wexta veşartinê heye, û wexta avêtinê heye; wexta qelişandinê heye, û wexta dirûtinê heye; wexta deng birenê heye, û wexta gotinan heye; wexta hezkirinê heye, û wexta nefret kirinê heye, wexta cengê heye, û wexta li hev kirinê/aşîtiyê heye”[1]

Di pirtûka Ahîda kevn de behsa wextbûne, behsa çêbûnê û behsa gihîştandinê dike. Çi dibe bila bibe çaxê tiştek di wexte xwe de bigihîjê bêşik meriv jê tehm digre. Tiştên dereng an jî zû; di wexte xwe de ney jêkirin ya xav e yan jî tehmasarkiye. Helbestên ku em di ‘Derî’ de dixweynin di wextê xwe de ji hest, hiş û ji bîranînan daketine ser rûpelan. Pêşî em ê rêzên ewil bixweynin, emê dorê bidin risteyên şa’r ku ka bi dengek çawa meşa xwe daye destpêkirinê; “Di navbera derî û dilê xwe de mam/Li aliyekî tu/li aliyekî derî/Ne destê min ji derî dibû û ne jî ji destên te.” Bi wan rêzan şaîr Çakar silavek bi coşî dide xwînerên kurmancî. Pirtûk ji neh beşan pêkhatiye: derî 1 derî 2 derî 3 (…) derî 9.

BARÊ XEMGÎNIYÊ LI SER MILÊN XWE BAKIRIYE

Dîmenên dest û rû carna wek hev dibin li ber çav. Şêwaza dest û rû barê xemgîniyê li ser milên xwe barkiriye: meriv di nav her du dimenên de dubendî dimîne. Weka destê şa’r ku di nav derî û dil de maye. Şa’r heta beşa çaran hêviyê diparêze, piştî ku beşa çaremîn bi dawî dibe, li keleka hêviye melankoli jî tê xwendin. Em leqayê ş’îrek dirêj tên, bi dilek sebir rêz hatine weşandin. Ji ş’îran dengê ku tê guhên me, dengê ku dikeve nav bîraninên me, dengê ku di nav hişê me de pirsan diafirîne; bi formek serbest bi risteyên rîtmîk û sentimental(hîsî) deriyan lixwe vedike. Wate li bin wateyan fireh dibe, di ş’îran de tebeqe tebeqe wate li ser hev gihîştiye metnê. Vêga ez ê çend rêzên ku min ji ‘Derî’ hilbijartiye dixwazim li ber çavên we raxim ku meqseda me bigihîje armanca xwe ‘wate li bin wate fireh kiriye’ bi vê bilêvkirine emê tespîta xwe lê keys bikin; “Niha pêlên xwe, êşên xwe diweşînim li der deriyê te/Deriyên ku ji bo careke din li min vebin.”, “Û di her êşekê de qelîştokên bêsînor ava kiribû”, “-Li ber derî me deriyo!/Sîwanek ji wî ji xwe re dixwazim ta ku li xwe nebarim.”, “Niha şikestinên te kom dikim bo rojnivîsek”. Ev rêzên ku me mînak de bi aliyek din vê jî coşiyek bi têr û tehm xwe dimeşine sentaksê.

‘VENEGERE, HEMÛ DERÎ GIRTÎ NE’

Îmgeya sereke bêşik ‘Deri’ye, îmgeyek ne rawestiye, bi hereket e, bi vê hereketbûne xwe li pey xwe çend îmgeyên ku ‘Derî’ xurt dikin bi xwe re ji kaş kiriye, wek; qalîştok, dil, dinya, asê bûn, zarok(bûn)tî, şev, mayîn, çûdin, êş, xapandin, navber, deng, ax, weşandin, heft, şev û roj. Rêzên Çakar, ne kin in, riste dirêj in. Bi vê dirêjiya xwe dîsa jî bi xwedî tercûbeyek; em dibînin ku rêz hatine tewandin, ziman çiqas di nav tengasiyek de hatibe gerandin jî, bi vî îmgeya hereket vê xwîner derî bi deriyan vedike û li pey rêçan meşek dide destpêkirin. Di pirtûkê de tiştek balkêş jî xuya dike, risteyên ku bo deng, ritim û wate tên dubare kirin bi estetîkek; pêşî dibişkifîne paşiyê jî dîsa tê dûritin/avakirin. Di beşa çaremîn de ka em dubarayan bixweynin: “- Hatim xapandin, dil,derî û ez.”, “- Hatim xapandin, dil, derî û ez.”, “hatim xapandin bo evînekê.” Û dubareyên di beşa pencemîn de jî ev in; “Dinya dilê xwe vekir!”, “Dinya deriyê dilê xwe vekir”, “Venegere, hemû derî girtî ne”. Ev rêzên dubare ne bi beredayî hatine nivîsandinê û ne jî bo rûpel tije kirine, di navbera risteyan de hem bo girêkek hem jî bo deng û wate di nav çemek were hewandine. Derî, bi wateya xwe wek derencokek diçe kûrahiya dil, ev derencok we nabe esmanan, berê we dide kûrahiyê.

DENGEK JI HEZAR SALÎ MAYÎ DIKE QARAQAR LI SER JINÊ Û JIYANÊ

Em ê dîsa werin ser Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li ser jinê. Li Rojhilata Navîn de hebûna jinê di bin bandora erkê de; êşek, janek û di bin îşkenceyek dirêj de hebûna xwe û xwebûna xwe bi canê xwe daye qebûl kirin. Mixabin Civaka me civatek patrîyarqal e, bo vî jî dengê jinê dijî neheqiyê çaxê bilind dibe destek bilind dibe, dengek ji hezar salî mayî dike qaraqar li ser jinê û jiyanê. Helbesta Slyvia Plath bi navê ‘Leydî Lazarus’ de bi wan risteyan pergela patrîyarqalê bi zimanek edîp û helbestî teşîr kiriye; “We min afirand, giranbiha/ Ez tiştê we î hêja/ Dihêlim û vedigerim qêrînek.” Ev îfadeyên ku em jî rêzan derdixin, bi çavên mêran jin tenê wek nesneyek tê dîtin, ne wek mirovek. Hê jî ev nêrina nexweş li welatê me didome. Lê îro bi dest û têkoşîna jinên kurd, xwediye ev raman û ev zîhniyeta çewelt hêdî hêdî tê şikandin, tê redkirin û tê rexnekirin. Îro em di qonaxek taybet de derbas dibin, bi pêşengiya ciwanan û bi têkoşîna jinên kurd kêm-zêde me dengê xwe gihîştand dinya alemê re -em ji xwe re kerr û lal bin ji!- bi can û rihên xwe peyama gelên xwe li ser rûpelên azadiyê neqişên kirin û hê jî ev neqîş didome; bi hêrs, bi hêvî, bi xweyn, bi fedakariyek bêhempa têkoşînek didin meşandinê. Hunermendên me jî bi qelemên xwe, stranên xwe, wêneyên xwe, bi çalakiyên xwe, bi tual û rengên xwe bo rizgarbûna welat û azadiya gel, hunerên xwe kirine xizmeta roja me û pêşeroja me. Qelema jinên kurd her ku diçe xurttir dibe. Helbestên ku hatine çapkirin jî belgeya wê ye.

Helbestên ‘Derî’ bi aliyek xwe vê jî depresîf in. Helbestkar di bîrek de hem kolînere hem jî rênas e, bi derziya dilê xwe kolayê, bi ta yê ‘hebûnê’ jî kirasê xwe dirûtiye. Ne bi tirs hatiye vekirin û ne bi endîşe hatiye dirûtin; bi wêrekî hatiye avakirin û em dibînin ku ji gellek tiştan jî xwe xelas kiriye. Ev ‘xelasbûn’ rû bi rû bi şev û roj bixwe re hesab dîtinek; di rêzan de tê xwendin. Çend rêzên ku bi ta û derzî hatiye dirûtin em bixweynin; “bêsînor bû sînorên êşa dilê te/li wir parçeyek ji te digrim/da ku dilê xwe pîne bikim!” Di ‘Derî’ de kirde şa’r bi xwe ye. Lê di bin risteyan de kirdeyek veşartî heye, bi min kirdeya veşartî jî bav e. Li ser şopa helbestan çaxê em hûr dibin li du rêça ş’îran diçin kirdeya veşartî renge xwe dîyar dike. Misal şa’r behsa xwe ya heft salî dike, meşek dide destpêkirin bo vegerina zaroktiya xwe, di çavên zarokbûna xwe de nêrînek bi gazîn tîne ser ziman, bi kirdeya veşartî re hesabek, hesretek, hêviyek li ber çavên me radixe. Schopenhaur bo zaroktiyê dibê bihuşta winda î. Tiştê ku min ji nav risteyan de derxist şa’r Yildiz Çakar ne li pey bihuştêye li pey bavê xwe ye!

Ji Eflatûn û Arîstoteles heta vê gava gengaşiya ‘hebûnê’ hatiye nirxandin, rexnekirin û îzahkirinê. Gelek feylesof li ser ontolojîye fikir û ramanên xwe belav kirine, li pişt xwe hem bi aliye felsefê de hem jî ji aliyê wêjeyê de mîratek bo mirovahî hiştine. Di serî de Albert Camus, Dostoyevskî û Jean Paul Satre hat bîra min, ev nivîskarên modern bi zimanek edîp nivîsandin ‘hebûn’e. Hema hema bêje Satre di hemû kitebên xwe de pirsgirêkên polîtîk û meselya hebûnê di edebiyata xwe de; metnên gelemperî afirand. Di berhemên Dostoyevskî de jî em dibînin ku di bin metnên edebî de alozî û sancoyên ferd bi ser civakê re girêdaye. Îro em vedigerin li ser wêjeya bindestan bêşik em piranî metnên ontolojîk dixweynin. Bi taybetî em li ser wêjeya kurdan mujil dibin: çi helbest, çi çîrok, çi bîranin, çi roman, çi metnên ceribandinê be, ji sedî not li ser hebûna gel, civakê û ferd hatiye afirandin. Nîşana ferd her tim di bin civakê re dimîne: di civakên patrîarkal de pêşî gel, civak û ferd tê rêz kirin, lê civakên ku ji xwe zîhniyeta patrîarkalîzmê xelas kirine ev rez a jorê bi ferd, civat û gel tê rêz kirin/guhirandinê.

EREBÊ ŞEMO HEBÛNÊ NEQIŞ KIRIYE

Di sedsala 17mîn de Ehmedê Xanî bîlhesa di ‘Mem û Zîn’ ê de di bingeha evînê de hebûna ferd, hebûna civatê û pêşaroja gelê xwe aniye ser ziman. Berhema Ehmedê Xanî nivîsiye ontolojîk e. Dîsa me gotibû ku şa’r Cegerxwîn di helbestên xwe de dîdaktîk bû -em li ser gotinê zedê bikin, di bin risteyên dîdaktîzmê de jî em meseleya ‘hebûn’a gel dixweynin. Berhemên Seyda Cegerwîn hem edebî ne hem jî polîtîk in. Di romanên Bextiyar Elî de çaxê em analîza qerekteran dikin tiştê ku herî xuya dike ontîk e, di çîrokên Hesenê Metê de jî ferdên bindest hatine vegotin û pisgirêkên şexs bi hostetî bi civakê re hatiye girêdan. Erebê Şemo romana a ewil bi navê ‘Şivanê Kurmanca’ de jî hebûnê neqiş kiriye. Em lê keys bikin, bi xususî hunermendên bindest li ser hebûnê/ontolojîyê berhemên xwe afirandine. Ev rastiyek li orta rastiyê û ti kes nikare jê bireve û jê dûr bikeve. Ez ê dorê bidim Psîkanalîst Andre Green ku meqseda xwe bi referansê geş bikin; “Tişte ku wêje nişan dide ev e: nivîs, di her alî de nivîsê derbas dike, di nav sancoyên rûhî de zaîna zaroktiyek e; û mesele –nivîs di navbera çi dibêje û çi nabêje de- ew jî ‘ev nay nivîsandinê’ de têgihiştinek nediyarî bi dest dixe.”[2] Wê gavê em dikarin bêjin ku kelûmelên derbîrî bi rêzan ve bivê-nevê berceste/girgînbûn dibe. Meriv nikare ji xwe bireve, tu çavê xwe jî bigrî, pişta xwe ji bizivrînî jê xelas nabî, xelasbûn lê vegerine rû bi rû hesab dîtine.

Şa’r Çakar din av helbestkarên jin de û di nav wêjeya kurmancî de cihek resen daye, bixweser e. Bi temenek gellek ciwan despêkirina helbestnivîsê kiriye, jixwe em di ‘Derî’ de çaxê helbestan dixweynin pirsa ewil ‘çawa’ hatiye honandin e. Bêşik bersiva ev pirsê me dibe ‘hebûn’ê. Di bingeha ontîk de: evînek hem xwazayî hem jî beşerî, bîraninên ku ji hişê şa’r dûr neketine, hêviyên xwe, acîsiyên xwe, dilê ku heta dev bi kul û derd tije bûye, peyv bi peyv hatiye rêz kirin. Em ne qaraqarê ne jî êş û azarên xav dibînin. Heşt meh berê hevpeyîvînek[3] şa’r me xwend. Ev gotûbêj derheqe helbesta şa’r û wêjeya wê de gelek tiştan dide destê me. Tenê bi hevokek ji em gellek tiştan dikarin ji heypeyvînê derxin. Ka em şa’re xwe guhdar bikin çi dibêje ji me re; “Di jiyana min de bavê min jî tê de, min nehişt ku mêrek li ser jiyana min tehakûm bike.” Şa’r di nav şêrek dijwar de xwe dibîne û ev rastî bo hemû jinên ku di nav civaka patrîyarqal de dijî rasteqînek e. Bi wan hevokan em derkevin rê di derheqe helbesta şa’r de gellek doneyan em ê bi dest bixin. ‘Derî’ kitêbek femînîst nîne lê motîfa jinê û giyana/tîna jinê li ser helbestan xuya dike. Em dikarin ji helbestê şa’r xelas bikin yan jî şa’r ji helbestê dûr bixin? Bêguman pirsa vê bersivê subjektîf be, jiyana şa’r û berhemên wê ji hevûdin dûr nakeve, ne tenê ş’îrên wê de di romanên wê de jî jin serekeye, ferd eynika civakê be hunermend ji eynika herdûyan ne?

Helbet, di helbestan de sancoyên ‘hebûn’ê hebin, hermetîk/girtîtî jê kêm nabe, yek ji yekî hilatîye. Hermetîka şa’r jî di risteyan de bi peyvên bijartî, bi motîfên jiyane hatiye honandin. Bo hermetîka şa’r çend rêzên mînak; “Ku niha şermên min li holê man wek bêarek.”, “Milyaketên şevê kincên laşe min ji min dikirin”, “Li deriyek digerim ku li pişt wî malek…” Bi îmgeya sereke ‘dil û derî’ vê hatiye geş kirinê. Hermetîkek ne çawalehato ye, girtîbûnek di şiûrê hatiye derbas kirine. Girtîbûna helbestan, kirdeya veşartî, sembolên ku hatine bikaranîn; xwînêran bêhnteng nake, mijul dike, di meraqê de dihêle. Bêşik helbestên girtîtî/hermetîk di cîda were honandin, xwîner jê dûr naçe. Di helbestên hermetîk de bivê-nevê sembolîzm ji tê de cihê xwe digre. Sembolên ku di derî dane: heft, heft derî, Dîcle û Firat, çivîk, Ganj, jin, Evdalê Zeynikê, Mem û Siyabend. Poetîka şa’r li ser hebûne mezin bûye

Ez ê dîsa nivîsa xwe bi Rainer Maria Rilke (4) vê bi dawî bikim; “Tevahiya tiştan nayê fehm kirin û îfade kirin, digel ku bi me dixwazin eksê vê bidin qebûl kirin. Pirraniya rûdanan nayên îfade kirin, di nav çar dîwarên ku kelîme û gotin bi tu awayî neçûnê de, derbas dibin. Û ji giştikan zehmettir berhemên hunerî ne ku bi awayekî efsunî li kêleka jiyana me ya kurt ebedî dijîn.”

Çayan Okuduci-Gazete Duvar

Çavkanî:

1- Eski Ahit/ Vaiz/ Bab 3/1-9

2- Andre Green/ Nivîs û Mirin/ 2018/ Weşenxaneya Metîsê

3- https://www.gazeteduvar.com.tr/gundem/2020/03/10/yazar-yildiz-cakar-bize-unutturulmus-gercekligimiz-lazim

4- Weşenxeneya Nûbihar, Ji şairekî ciwan re name/wergera ji Almanî: Abdullah İncekan

About ziman

Avatar

Check Also

Qedrîcan û Nazim Hikmet

Qedrîcan li Moskovayê Rastî Nazım Hikmet Tê. Qedrîcan, got: “Min bihîst ku di ciyekî da …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir