Derheqê Googleyê Hertişt

Navê Googlê ji aliyê Milton Sorotta ve hatiye dayîn. Sorotta xwerziyê Edward Kasner e. Edward matematîkzanekî pir jêhatî û navdar e. Wateya navê Googlê ji peyveke matematîkî hatiye çêkirin. Peyva rastîn Googol e. Di matematîkê de piştî yekê bi hatina 100 sifirê reqamek çêdibe, ji bo vê reqamê Googol dibêjin. Milton navê Googolê vediguherîne dike Google.

Şîrket bi armanca organîzekirina zanist û agahiyan tê avakirin. Li cîhanê motora lêgerînê ya herî mezin û yekemîn Google e.

google_cloud_549

Google di sala 1998’ê de ji aliyê Larry Page û Sergey Brin ve tê avakirin. Sermayeya şirketê 25 milyon dolar e. Ofîsa wan a navendî li Kalîforniyayê ye. Di cîhanê de 5000 karker û xebatkarên wan hene. Hevparên sermayeya şirketê Kleiner Perkins Caufield & Byers û Sequoia Capital in. Şîrket ji bo fîrmayên webê yên cur bi cur xizmetên lêgerînê dide.

google-tools-for-seos

Motorên din teknolojiya Meta – Lêgerînê bi kar tînin. Ev teknolojî li ser peyvên kilîd û sereke hatine sererastkirin û çêkirin. Lê teknolojiya Google li ser PageRank e. Ev teknolojî tor û malperê analîz dike, guherbarên wan tesbît dike,saziya rûpelê vedikole, girêdanan şîrove dike, taybetiya rûpelê diyar dike. Li gor van taybetî û hêmanan rêza malperan diyar û eşkere dike.

Ji ber vê motora herî ewle Google e. Bi saya teknolojiya PageRank sextekariya rêzkirina lêgerînan ji holê radibe. Kes nikare bi pereyan malpera xwe têxe rêza yekemîn. Lê di motoron din de hûn dikarin bi pereyan rêza malperê biguherînin û têxin serê lîsteya lêgerînê. Google pereyê ji reklaman qazanc dike. Lewma Google ji bo astengkirina sextekariya rêzkirinan teknolojiya PageRankê çêkiriye û pêş xistiye.

Google-Map-Logo

RÊVEBERIYA GOOGLÊ

 – Dr. Eric E. Schmidt: Rêveber û Gerînendeyê giştî.

Larry Page: Damezrînerê duyemîn – Serek – Beşa hilberînan.

 – Sergey Brin: Damezrînerê duyemîn – Serek – Beşa teknolojiyê

 – Omid Kordestani: Cîgirê serek – Pêşxistina bazirganiyê – Beşa firotinan

 – Wayne Rosing: Cîgirê serekê beşa endazyariyê

 – Cindy McCaffrey: Cîgirê serek – Beşa têkiliyê

 – Joan Braddi: Cîgirê serek – Beşa serwîsên lêgerînan

Tim Armstrong: Cîgirê serek – Beşa reklaman

 – Urs Hölzle: Endamê Googlê

– Craig Silverstein: Rêveberê beşa teknolojiyê

XIZMETÊN GOOGLÊ

1 – Google Adense: Pergala weşandina reklaman e.

2 – Gmail: http: //gmail. google. Com Xizmeta e – postayê yê. Ji bo her bikarhêner(ê) 2 gb qad dide. Hesabê Gmail bêpere ye.

3 – Ajandaya Googlê: http: //www. google. com/calendar/render Ev xizmet agahiyên taybet yên bikarhêneran kom dike. Mesela rojbûna wê/wî hebe jê re peyameke pîrozkirinê dişîne.

4 – Desteka Ofîsê: http: //docs. google. com

Ofîseke înternetî ye. Hemû xizmetên wê bêpere ne.

5 – Desteka nexşe û zimanan: http: //www. google. com/language_toolsEv xizmeteke pirzimanî ye. Bi saya vê xizmetê hûn dikarin zimanekî wergerînin zimanekî din.

6 –  Bi wêneyên peykê desteka nexşeyê: Li jêr lînk û wateyên wan hatine diyarkirin. Hûn dikarin ji wan lînkan bigihîjin van xizmetan.

http: //maps. google. com (Dîmenên peyk û nexşeyan)

http: //moon. google. com (Dîmenên ku ji heyv û esmanê hatine kişandin)

http: //mars. google. com (Dîmenên ku ji Marsê hatine kişandin)

7 – Xizmetên sepanan:  http: //talk. google. com (ji bo Gmaîlê bernameya peyam,deng û dîmenan)

http: //earth. google. com Google Earth: Xizmeta esmanî û peykî ye. Hûn dikarin bi vê bernameyê bajarekî an jî taxekê bibînin. Ev xizmet bi peykê tê dayîn.

http: //pack. google. com/ (Pakêta hemû bernameyên Googlê ye. )

8 – Xizmetên GSM/GPRS: Ev xizmet li ser înternetê ji bo GSP/GPRS’ê tê dayîn.

9 – Xizmeta Qeydkirina Malperan: Heke malperekê we hebe divê hûn bi teqez xwe qeyd bikin vê xizmetê. Heger malpera we neyê qeydkirin mixabin di lêgerîna Googlê de nayê dîtin û kes jî nikare bigihîje malper û xizmeta we.

http: //www. google. com/intl/tr/add_url. html: Hûn dikarin ji vê lînkê malpera xwe qeyd bikin Googlê.

10 – Xizmeta Google Code: Ev xizmeta barkirin û daxistina dosyayan e. Çiqas dosyayên we hene hûn dikarin bi vê xizmetê ji bo daxistin an jî veşartinê bar bikin û bi kar bînin. Pir malperên barkirinê hene weke Rapidshare an jî Hotfile lê hûn jî zanin ew malperan bi tenê ji bo demekê kurt dosyayên barkirî vedişêrin.

Lê hûn dikarin bi Googlê bêyî sînor heta 100 mb’ê dosyayên xwe bar bikin û bi lezeke bilind dosyayan daxin. Dosyayên we tucarî nayên jêbirin û rakirin.

http: //code. google. com/intl/tr – TR/: Hûn dikarin ji vê lînkê bigihîjin vê xizmetê.

Google_Calendar

XIZMETÊN DIN: Lînk û wateyên wan.

http: //google. com/ig: Ji bo têketina înternetê rûpela destpêkê ya şexsî

http: //www. google. com/reader: Xwînera Google Reader/RSS/ATOM’ê

http: //images. google. com: Ji bo wêne,xêz,grafîk û fotoyan motora lêgerînê

http: //video. google. com: Motora lêgerîna vîdeoyan

http: //groups. google. com: Xizmeta koma e – postayan (Google Groups)

http: //blogsearch. google. com: Xizmeta lêgerîna blogan

http: //www. google. com/patents: Xizmeta şemayên hilberînên bipatent

http: //trends. google. com: Motora peyvên ku li ser Googlê herî zehf tên nivîsandin

http: //books. google. com: Motora lêgerîna pirtûkên çapkirî

http: //scholar. google. com: Ji bo agahiyên gotar û pirtûkan motora lêgerînê

http: //catalogs. google. com: Ji bo xwendin û dîtina katalogên weşanxaneyan motora lêgerînê

http: //news. google. com: Nûçeyên Îngilîzî

http: //reader. google. com: Xizmetên xwînerên RSS û ATOM’ê

http: //labs. google. com/sets: Xizmeta legerîna peyvên komî

http: //labs. google. com/: Der barê projeyên Googlê de agahiyan dide

http: //www. froogle. com: Ji bo kirîn û danûstandinan motora lêgerînê

http: //www. google. com/alerts: Ev pergala şopandina nûçeyan e. Ji bo we nûçeyên heyî dibîne.

Google îro li cîhanê ji aliyê bikaranînê ve motora yekemîn e. Ji xeynî vê ji bo rêzkirina malperan motora herî ewle ye. Ji ber ku rêzkirina malperan li Googlê bi destan nayê çêkirin, bi temamî otomatîk tê tesbîtkirin. Bikaranîna motora lêgerîna Googlê pir hêsan e. Herkes dikare bi rehetî bi kar bîne û fêm bike. Ji bo dîtina encamekê ji we re bi hezaran alternatîf dide. Kar û barê we sivik û hêsantir dike.

Nivîskar – Occo Mahabad-

Jêder- http://www.natgeokurd.com/google-ci-ye-2/

Derbar Rêvebir

Check Also

Sepana Dîzaynê Ya Canva Kurdîya Kurmancî li nav zimanan zêde kir

Platforma Canva ku sepana sêwirana grafîkê ya serhêl a belaş e ku ji bo sêwirana …

Leave a Reply