Derhênerê Kurd di komîteya OSCARê de cih digre

Berpirsên Oscarê, derhênerê Kurd Sehim Omer Xalifeyî ji bo komîteya xelatan hilbijart.

Sehim Omer Xalifeyî ji Rûdawê re got ku Seroka Xelatên Akademiyê (Oscar) Cheryl Boone Isaacs li wî pêşniyar kiriye ku 29ê Hezîranê bibe endamê komîteya xelatan.

Xalefeyî diyar kir ku berpirsên Oscarê ji bo fîlmên wî yên bi navê “Messiyê Bexdayê” û “Nêçîrvanê Xirab” ew pêşniyar kirine û got: “Weke derhênerekî Kurd ev ji bo min cihê şanaziyê ye.”

Fîlma Messiyê Bexdayê li çend festivalên navneteweyî hatiye xelatkirin û fîlm behsa çîroka zarokekî kêmendam yê heyranê Lionel Messî dike.

Sehim Omer Xalifeyî li navçeya Zaxo ya Dihokê jidayîk bûye. Li Beljikayê perwerdeya sînemayê xwendiyê û niha jî li wî welatî dijî.

Rudaw

Derbar Çand Name

Check Also

Zimanê kurdî li Almanyayê li îmtîhana ehlîyetê hat zêdekirin

Kesên ku heta niha li Almanyayê xwediyê ehlîyeta ajotinê nebûne, êdî bi îmtîhanên zimanê kurdî …

Leave a Reply