Derewên Kemalîstan

-Di derbarê diroka fermi a komara Tirkiye de-

Dîroka komara Tirkiyê li ser esasên îdeolojî û siyaseta fermî a Kemalîst hatiye nivîsîn. Nivîsîna vê dîrokê ji serî heta binî derew e, ango ji direwan pêkhatiye. Nivîskarên pirtûkên dîroka komara Tirkiyê Kemalîstin û ji bo ew pesnê M. Kemal bidin van direwana li pey hev rêz kirine.

Di çerçewa gotareke de nabe ku ez behsa hemû direwên nivîskarên Kemalîst bikim, lê ez ê bi kurtahî behsa hinek direwan bikim. Divê lêkolînvanên kurd li ser van direwan lêkolînên berfireh bikin û pirtûk binivîsin, rastiya direwan pêşkêşê xwendevanan bikin.

Ez ê direwên dîrokzanên Kemalîst wek xal bi xal bi çend xalan rave bikim.

1 – Em ji çûyina M. Kemal a Samsûnê dest pê bikin.

Di dîroka fermî a komara Tirkiyê de tê gotin ku M. Kemal çûye bajarê Samsûnê û li wir dest bi rêxistiniya gel û organîzekirina têkoşîna li hemberê dagirkerên Îngilîs û Fransayê kiriye.

Ev ji binî ve direw e. Padîşahê dewleta Împaratoriya Osmanî zêr û pere daye M. Kemal û wî şiyandiye hêla behrareş ku li wir serhildana Pontûsan têk bibe. Rumên Pontûs ku li herêma bahrareş serîhildane û doza serxwebûna xwe dikin, serhildaneke çekdarî pêk anîne.

 

  1. Kemal diçe Samsûnê û bi alîkariya çeteyên talanker û çeta Topal Osmanê xwînxar li dijê Pontûsan şer dike, wan têk dibe û ew 300 hezar Pontûs qetil dikin. Qetlîama Pontûsan bi destê M. Kemal û Topal Osman tê pêkanîn.

2 – Di navbera tirkan û îngilîs / fransizan de şerekî berbiçav çênebûye û di têkoşîna li dij îngilîz û fransizan de tu fonksiyona M. Kemal tunebûye.

3 – M. Kemal û hemû cure siyasetmedarên tirk tu car nebûne antî-emperyalîst. Vê direwa antî-emperyalîzmê jî çepên tirkan derxist.

4 – Yên ku li dijê Îngilîz û fransizan şer kirin kurdên Rihayê, Meraşê û Antabê bûn. Ji xeynê kurd tu hêzeke tirk li hemberê dagirkeriya îngilîs û fransizan şer nekirine, tênekoşiyane. (Ji bo ku kurd misilman bûn û yên dagirker xirîstiyan bûn, gotin vana gawirin û li dijê wan şer kirin. Bi min nebaş kirin. Xwezî kurd di bin destê îngilîz û fransizan de bûna. Niha ji zûve xilas bûbûn û bûbûn xwedî dewlet. Lê dagirkeriya tirk bû belayê serê kurdan û hêj jî kurdên bakur ji bin dagirkeriya wan xilas nebûne.)

5 – M. Kemal tirk nîn e. Ma tirkekî porzer û çavşîn likur hatiye dîtin. Dîrokvanên tirk ên Kemalîst dibêjin xwedêgiravî navê bavê wî Alî Riza ye, ev jî direw e. Ew ewladê zinya ye. Diya wî Zibeyde misilmaneka bi eslê xwe Arnawid bûye û di qesra paşayeke alman de qewraş bûye. Di navbera wê û paşayê alman de têkiliya cinsî, zayendî pêk hatiye, ango wê zinya kiriye û ev weledê zinya jê çêbûye. Misilmanên Balkanan dibêjin qey misilmanî û tirkbûnî hemantiştin û xwe wek tirk dihesibînin. Boşnak neteweyeke dinin, lê ji bo misilmanin xwe wek tirk dihesibînin. Serokwezîra dewleta komara tirkiyê a berê Tansu Çîler boşnak e, lê ji tirkek pirtir tirkparêz e. Porê wê jî zere û çavên wê şîne û qet naşibe tirkan.

6 – Dîrokzanên Kemalîst dibêjin Siltan Vahdettîn xaîne. Lê, di rastiyê de ew xaîn nebûye M. Kemal pê re xaîntî kiriye. M. Kemal zilamekî direwker, durû û bêbext bûye. Wî bi Vahdettîn re qeleşî kiriye. Herweha ji bo Çerkez Ethem jî dibêjine xaîn. Lêbelê ew jî xaîn nebûye. Çerkez Ethem tirk nîne, çerkez e û zilamekî pêşverû bûye.

7 – M. Kemal bi guhertina alfabeyê di şeveke de hemû gelên anadoluyê û bakurê Kurdistanê kiriye nezan, kor, qerr û lal. Wan ji dîroka wan qût kiriye û ji nûve dîrokeke fermî çêkiriye û li hemberê gelên anadoluyê û kurdên bakur sucê mirovahiyê pêk aniye. Dîrok, çanda wan înkar kiriye û zimanê wan qedexe kiriye.

8 – Tu car di navbera yunan û tirkan de bi navê şerê Înunû çênebûye. Ev ji di dema ku Înunu bûbû ”Millî Şef” ê komara Tirkiyê vê direwê derxistin û gotin Xwedêgiravî di şerê Înunî de tirk di bin fermandariya Îsmet Înunu – Îsmetê qerr- de biserketine, lê direw, tişteke weha tune.

9 – Ji Kemalîstên direwker bigir heta çepên tirkan gotin tiliya îngilîzan di serhildana Şêx Saîdê nemir de hebûye û îngilîzan alîkariya serhildanê kirine. Ev jî ji binîve direw e. Tu eleqeya îngilîzan bi serhildana Şêx Saîd re tunebûye.

10 – Hinek dîrokzanên Kemalîst dibêjin kurdan piştgiriya tirkan kiriye û dagirkeran – îşgalcî îngilîz û fransizan – têk birine û wan kirine der. Ev jî direw e. M. Kemal ji bo kurdan bixapîne, soz û peyman daye ku hinek heqê wan bide, wê jî bi cih neaniye. Dema ew bûye desthilatdar hebûna kurdan înkar kiriye, li hemberê wan dest bi qirkirinê û qetlîaman kiriye. Bi emir û fermana wî hetanî sala 1938 kuştina kurdan hatiye domandin û herî dawî li Dêrsimê qetlîam pêk aniye. Di serhildanên kurdan de, di serhildana Şêx Saîd û Agriyê de, di gêliyê Zîlan de bi hezaran kurd bi fermana M. Kemal hatine şehîdkirin.

  1. Kemal dîktatorekî xedar, nîjadperestekî faşîst û kurdkujekî zalîm bûye. Ew qatîlê kurdan e. Naletî ye.

Min di deh xalan de bi kurtahî behsa direwên Kemalîstan kir. Ez hêvîdarim ku di pêşerojê de lêkolînvanên kurd dê bi berferehî direwên Kemalîstan derxin holê û raxin berçavan.

 

Çavkanî :
Binêrin, gotar û pirtûkên Mevlanzade Rıfat, Rıza Nur, Bediulzeman Saidê Kurdî, Necip Fazıl Kısakürek, Kadir Mısıroğlu, Sevan Nişanyan, Yalçın Küçük, Fikret Başkaya, İdris Küçükömer, Eric Jan Zürcher, Mehmet Altan, Burhan Bozgeyik, Mustafa Müftüoğlu, Cemal Kutay, Emre Aköz, Atilla Yayla, Halil Berktay, Taner Akçam, Cemil Koçak, Mümtazer Türköne, Engin Ardıç, Mustafa Armağan, Abdurrahman Dilipak û
hwd.

Di pirtûkên van nivîskaran de di derbarê mijarên ku min li jor rave kiriye de cure cure dîtin hene. Dîtinên hinekan rastin û yên gelekan jî şaş in. Derbarê Kemalîzmê de dîtinên Mamoste Îsmaîl Beşîkçî gelek rast in.

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

KELA WANÊ

Av li xweza herikî Gul û çîçek pelda. Milet rabûn piyan Erd û çiya hejiyan. …

Leave a Reply