Derew û Şehdezorî

 وَالَّذِينَ لَا يَشْهَدُونَ الزُّورَ وَإِذَا مَرُّوا بِاللَّغْوِ مَرُّوا كِرَامًا (72) الفرقان                  

Bawermendên birûmet!

Yek ji wan gunehên ku Xuda Teala qedexekirî derew û şehdezorî ye. Xuda Teala ji bo ku mirovan ji xirabiyan û exlaqê neqenc biparêze, berê wan bide riya qenciyê û di dinya û axretê de jî jiyaneke xweş û aram bide wan  dînê Îslamê rê kiriye. Ji bo vê yekê dînê Îslamê derew û şehdebûna derewîn qedexe kiriye. Derew hem eyb û hem jî guneh e. Şehdebûna derewîn jî guneheke mezin e. Lewre mafê kesê mafdar winda dike, kesê bê maf mafdar dide xuyakirin û edaletê jî dixe şaşiyan. Xuda Teala di Qurana pîroz de wiha dibêje: “Gelî bawermendan! Bi dadweriyê rabin û ji bo Xuda şehdeyiyê bidin çendî ew li dijî we bixwe, li dijî dê û bavên we û xizmên we be jî. Eger ew dewlemend yan xizan be jî vêca Xuda Teala ji bo her duyan pêştir e. Nedin pey bayê dilên xwe û ji edaletê şaş nebin. Heke hûn zimanê xwe li şehdeyiyê xwehr bikin yan jî berê xwe ji şehdeyiyê vegerînin, bi rastî ji ya ku hûn dikin Xuda Teala agahdar e.[1]

Misilmanên birûmet!

Xuda Teala di Qurana pîroz de gava pesnê kesê bawermend dide wiha dibêje: “Ewên ku şehdezûriyê nadin û gava di ber tişteke pûç û bêsûd re derbas dibin bi camêrî derbas dibin.[2] Di ayeteke din de wiha dibêje: “Xwe ji gotina derew biparêzin”[3] Pêxemberê me jî di hedîseke xwe de wiha dibêje: “Ji derewan xwe biparêzin bêguman derew ji îmanê dûr e.[4] Ew kesê ku şehdezûriyê dide ji berî her tiştî zilm û xirabiya herî mezin bi xwe dike. Lewre ji bo ku dinya kesên din ava bike axreta xwe difiroşe di cihê wê de ji xwe re dojehê dikire. Pêxemberê me di vê mijarê de wiha dibêje: “Ez jî mirovek im. Hûn doz û de’wa xwe tînin cem min. Dibe ku yek ji we çêtir karibe xwe vebêje, ez jî li gor gotina we darazê (hikim) dikim. Vêca eger min mafê birayekî we dabe we, bila ew bizanibe ku min parçeyekî ji agir dayiyê.[5] Ew kesên ku şehdezûriyê didin ji ber ku edaletê asteng dikin di civakê de jî weke kesê bêrûmet tên naskirin û gava gotineke rast jî bêjin tu kes ji wan bawer nake. Ji bo vê yekê ev gotina pêşiyan ku gotine: “Kesê derewîn  carek dixwe firavîn” gelek watedar e. Bi tobekirinê jî bi hesanî ji wî gunehê xwe xilas nabe. Lewre ew dikeve mafê mirovan de  encax ew kesê xwedî maf wî helal bike heta ku ji wî gunehê xwe xilas bibe. Ew kesên ku derewan dikin bila baş bizanin ku dûr û nêzîk her dê rojekê wê derewên wan derkevin holê. Pêxemberê me di hedîseke xwe de wiha dibêje: “Ji rastiyê şaş nebin. Lewre rastî mirovan dibe bi bal xêrê ve û xêr jî mirovan dibe bi bal bihiştê ve û ji derewan jî xwe biparêzin. Lewre derew mirovan dibe bi bal xirabiyê ve û xirabî jî mirovan dibe bi bal dojehê ve. Heta ku mirov terka xeberdana bi derewîn neke nayê gotin ku misilmaneke rast û dirust e. Derew dibe sedemê reşbûna qelbê. Ger ku tu werî şewitandin jî ji rastiyê cuda nebe.[6]

Misilmanên birûmet!

Ji bo vê yekê nexwe pêwîst e em xwe ji derew û şehdezûriyê biparêzin, nebin sebeb ku hûn bi şehdezûriyê malê hinekan bi kesên din bidin xwarin û bila em ji bîr nekin ku Xuda Teala alîkarê kesê rast û dirust e. Ez xutbeya xwe bi van ayetên Qurana pîroz diqedînim: “Gelî bawermendan! Xwe ji (xezeba) Xuda Teala biparêzin û gotina rast bibêjin. Xuda Teala dê karên we rast bi rê ve bibe û li gunehên we bibore. Kî bi ya Xuda Teala û pêxemberê wî bike wî serkeftineke mezin bi dest xistiye.[7]

Mele Cewadê Girdarî

[1]  En-Nîsa 135.

[2]  El-Furqan 72.

[3]  El-Hec 30.

[4]  Ehmed . keşfûlxefa c.1 r.375. h.865

[5]  Buxarî şehdebûn 27.

[6]  Buxarî 6094,

[7]  El-Ehzap 70,71.

Derbar ziman

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply