Derdê Sado

HEJMAR \ 13 \   HAWAR 1932

DERDÊ SADO

Di wextê şerê mezin de bû. Em bi malîtî di Girê Mîran de bûn. Girê Mîran gundek ji gundên me ye. Tê de heftê heştê mal hebûn. Bavê min li Xarpûtê di hepsa tirko de bû. Hingê ez zaro bûm. Gundekî me ê din jî hebû, jê re digotin Qenter. Qederê deh mal tê de hebûn. Herdu gund nêzîkî hev, hima bi hev ve bûn. Li Qenterê kurikekî keçel û tiredînî hebû. Jê re digotin “Sado”. Em zarokên Girê Mîran hebûn pênce, şêst zarok. Ez bi xwe sereskerê wan bûm. Hemî jî ber destê min bûn. Li Qenterê Sado bi serê xwe bû. Min dixwest ez wî jî bikim ber destê xwe. Lê Sado berberî bi min dikir.

Ez ê hersibe rabuwama min ê zarokên gund hemî bidana hev û biçûma ser Sado.

Min ew safî bikirana. Gava Sado çav li me dikir hima dida kiçkanê xwe û dirêjî me dikir. Yek dido ji me dida ber xwe û dikete pey wan, heta ko ew biwestandina an serên wan bişikandana.

Em ên mayin di cihê xwe de disekinîn û li wan difericîn. Paşê ko Sado aqîliya xwe ji wan dikir dîsan berê xwe dida me. Yek diduyê din jî dida ber xwe û mîna ên pêşîn li wan jî dikir. Yekî bi aqil di nav me de nîn bû ko ji me re bêjî: “Gidyano gava Sado pê yekî ve ket hima ên din hemî dirêjî wî bikin. Lê werin hev bigirin û serê wî biperçiqî- nin”. Mêze eqlê me ev qas nedibirî ko em tevdîreke wulo jê re bînin û jê xelas bibin. Bû nêzîkî salekê halê me û Sado bi vî karî bû. Me kir nekir Sado safî nekir. Ji ber kêmaqiliya me. Me nizanî bû tevdîreke jê re bibînin. Ez niha didim ber çavê xwe û dibînim ko eqlê me kurdan mîna eqlê min û eskerê min e, belê em pênce şêst zaro bûn û me bi Sado nikaribû. Ji ber ko diduwan ji me şerê Sado dikir û pênce û heşt rûdiniştin û li wan difericîn.

Kurd jî dido şer dikin, pênce û şêst rûdinin heta ko herdu safî dibin. Paşê diduwê din radibin. Hingê em zaro bûn kes nîn bû ko şîretekê li me bikî da ko em tevdîra Sado bibînin. Lê kurdino! Malxerabino va ye em ji we re dibêjin heke hûn bi hev re dirêjî Sado bikin hûnê serê wî bikin bin lingên xwe,heke ne Sado her bi we ê bikarî. Ji min bawer bin, ez niha carinan difikirim û diqehirim,ji xwe re dibêjim, mal ava min çiman hingê ev tevdîr ji Sado re nedidît.Lê çi bikim eqlê zarokî bû hew eqlê min dibirî. Kurd jî hêja mîna min û hingê zarok in. Lê paşê ko mezin bibin ew jî mîna min dê poşman bibin û bêjin: Way bavo çawan bû ko berî bîst sih salî me xwe ji Sado rihet nedikir.

Ax ji derdê eqlê biçûk ko tiştek jê ve xuya nakî. Ax ji derdê Sado, vî derdî em kuştin.

 

Cemîlê Haco

Amadekar : Keko Osman

keko3osman@gmail.com

 

 

Derbar Çand Name

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply