Derdê Milletê Me

HEJMAR \30\     HAWAR \1941\

DERDÊ MILETÊ ME

( Ez dibêjim ) , ( Nema dikim )

Berî ko ez dest bi meqseda xwe bikim , ez dê çend pirsan ji bo brayên xwe yên ko li Sûriyê rûniştî bikim .

Gelî biran Hawar derket, gaziya miletê kurd. Heya kari be li Kurdistanê derkeve mehvanê we ye . Divê kurdên ko li Sûriyê rûniştî ne Hawarê bijînin ; bi her hawayî alîkariya wê bikin ko kari be gaziya xwe bibe serî.Derdê miletê me çi ye ? Ew çira heya îro usa maye ? Bi min ev her du pirs bo me pir xedar in . ( ez dibêjim ) çi ye ; dema ko yekî ji me , ev pirs got tu dêbêjî qey ayetekê quranê ye ; jê venagere . Mezin û piçûk xwenda û nexwenda giş welê ne . Gelî birano ma ne usa ye ? ev pirsên te ne rast in , welê cênabe .

( Ez dibêjim )xelas bû . Tu ci bikî feyde nîne . Pir caran heye ko ew baweriya xwe tîne ko fikra wî ne rast e , lê carekê ( ez dibêjim ) gotiye bi şûn da venagere . Divêt hêdî hêdî weke miletên din xwe hîn bikin ko weke wan em jî bêjin ( em dibêjin ). Kînga me waya pêk anî karê me bêtir dê bimeşe .

Ew jî çawa dibe? Kînga ko çend heval gihiştin hev li ser fikrekê xeber dan fikra ko li piraniyê de ma wê fikrê qebûl bikin bi dû piraniyê de herin . Heya îro çend civata kurdan çêbûne . Giş ji bo ( ez dibêjim ) ne çûne serî . Gelî şêx û melan , mezin û xwendewarên kurdan ! ev kêmanî di we de jî hene . We ewçend mal û milkê xwe , îstiqbala xwe ji bo xelasa miletê kurd feda kir . Ma hon nikarin dev ji van her du pirsan berdin ? ji we dengek derkeve kurdên nezan jî wê bidin dû we . 

Pirsa din jî ( nema dikim ) e . Ev pir tiştekî ecêb e ; bi yekî re ser fikrekê xeber bidî ; tucaran bê camêrî li te venagerîne . Pir caran dengê xwe nake , meriv dibê qey fikra me qebûl kiriye. Lê ne usa ye . Ji xwe ra riya revê çêkiriye . Qenc hat ; hevalê te ye ; ne hat ne bi te re ye ; ev dîsa ne tişteke.Car heye bi her awayî hevalên hev, bi sondekê mezin jî girêdayiyên hev in û li ser fikrekê jî li hev hatine , lê saeta ko şixul nêz dibe ; divê dest bi karê xwe bikin ; yek ji wan radibe dibêje (nema dikim).

Keko usa nabe, em hevalên, hev bûn me sond xwari bû . Pir meriv hene ji vî rûyî dê bixesirin . îşê miletekî ji bo viya de bi şûn de bikeve . Tu çi bikî feyde nabe . Qîma wî nayê ; dibê ( nema dikim ) . Eviya pir caran hatiye serê me . Ez ji şêx û melan , mezin û zanayên kurdmancan hêvî dikim; bira bixebitin vê adeta nerind ji nav miletî rakin . Weke miletên din em jî xweyiyê pirsa xwe bin . Bira di şêwrekê da rind bifikirin .Heke pirseke wan hebe wê gavê bêjin . Lê kînga ko soz dan serê wan jî here divê pirsa xwe bibin serî . Di mêranî û di camêriyê de weke miletê kurd kêm peyda dibin ;Dinê pê zane ko kurd weke şêr in ; tucaran xwe ji mirinê nadin alî . Lê çi feyde tucaran ji gotina wan bi yek nabe. Em nikarin baweriya xwe bi hev bînin pişta xwe bi hev girêdin. Bo vê jî li bin destê biyaniyan de mane.

Heke em dixwazin bi ser xwe û xweyiyê welatekî bibin divê em van tiştan ji nav xwe rakin . Kurdino destên xwe bidin hev ta ko em kari bin dilxwaza xwe bibin serî .

 

BEDRÎ CEMÎL PAŞA

Amadekar : Keko Osman

keko3osman@gmail.com

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply