Derbarê Windows 10’ê De Her Tişt

DERBARÊ WINDOWS 10’Ê DE HER TIŞT

Danasîna pergala xebatê ya nû ya Windows 10’ê bi awayekî fermî pêk hat. Em ê di vê nivîsa xwe de jî behsa taybetî û nexşerêya Windows 10’ê bikin.

1

Her kes li benda Windows 9’ê bû, lêbelê Microsoftê bi surprîzekê danasîna Windows 10’ê kir. Bi vê gava nû Microsoft him xwestiye bêhtir balê bikişîne ser xwe him jî xwestiye cudahiyên di navbera pergala xebatê ya nû û Windows 8’ê derxîne holê. Şîrketê bi Windows 8’ê guhertinên radîkal pêk aniye û bi Windows 10’ê jî him gavekê paş de diavêje him jî ji nû ve guhertinên nû pêk tîne.

MENÛYA DESTPÊKÊ

2

Qesta me ya bipaşavêtina gavê ev nîqaş e; “Menuya Destpêkê-Rûyê Nûjen” e. Hewce nîne, em dîsa nîqaşên ku bi weşandina Windowsê 8’ê destpêkirî bikin. Rûyê Nûjen; gavek şûnde avêtiye, ji ber ku ji serî de jê nedihat hezkirin û ekrana wê bi pergala pelandinê nedihat xebitandin. Bi awayekî din Microsoftê, piştî Vistayê careke din tecrubeya bikaranînê tê bîra wê û fahm dike ku bi zordariyê nikare girseyan biguherîne.

BINGEHA WÊ YA KLASÎK HATIYE NÛKIRIN

Gelo ev kiryarî, bi Windows 10’ê ve çi tiştên nû û guhertinan tîne? Ez nizanim bê hûnê vê yekê çiqasî bi tiştekî nû bihesibînin, lêbelê nûkirina herî mezin menuya destpêkê ye. Em neheqiyê nekin, hatina menuya destpêkê belkî ne tiştekî nû ye, lê di hundirê xwe de gelek tiştên nû dihewîne, heta bi giştî dîsa di dest û berçavan de hatiye derbaskirin.

QUTÎKÊN ZINDÎ LI SER KAR IN

3

Li gor Vîdeoya yekem ya danasînê ya ku ji hêla Microsoftê ve hat weşandin û dîmenên li ser ekranê piştrast dike menuya destpêkê, li benda kesên bikarhêneran e. Menuya Destpêkê ya Rûyê Nûjen bi qutikên zindî ve hatiye nûkirin û hem ji şopên Windows 8’ê û hem jî şopên Windowsa klasîk di xwe de dihewîne û bi vî awayî derdikeve pêşberî bikarhêneran. Qutikên zindî di bin heyama menuya destpêkê ya klasîk de cî digire. Malperên web’ê, sepanên favorî û kes; dikarin lê werin zêdekirin. Qutîkên zindî weke di Windows 8’ê de dihat kirin bi awayekî otomatîk tê nûkirin û agahiyan dide bikarhêneran.

LÊGERÎN DÎSA LI CIHÊ XWE YÊ BERÊ YE

4

Guhertineke din ya di Windows 10’ê de jî rêzika lêgerînê ye û ew jî di menuya destpêkê de cihê xwe digire. Bi vî awayê xwe yê klasîk ve sîstema lêgerînê ya nû, balê dikişîne ser xwe û ev sîstem hem lêgerîna lokal hem jî ya li ser web’ê pêk tîne.

ÊDÎ MECBÛRIYA EKRANA TAM BI DAWÎ DIBE

5

Pêşveçûneke din jî derbarê sepana ekrana tam de ye. Sepanên pergala kiryariyê Windows App Storeyê bi Windows 8’ê re bi awayê ekrana tam dixebitî. Lê bi Windows 10’ê sepana ekranê, li gorî kêfa bikarhêneran dimîne. Bikarhêner ger bixwazin dikarin sepanên Windows App Storeyê him bi awayê ekrana tam û him jî dikarin ji nû ve li gor xwe mezin bikin û bi kar bînin.

MULTÎ-TASKA NÛ JÎ HEYE

6

Microsoft bi Windows 10’ê re dest avêtiye mijara xuyakirina sermaseyêjî. Şîrketê bi kiryara nû ve ekrana Multî-taskê daye ser hev û pergaleke nû weke Mission Controla OS X’ê ava kiriye. Bi vî awayî rûpelên ku li sermaseyê vekirîne, bi hêsanî tên xuyakirin û bi hêsanî dikarin derbasî sepanên din jî bibin. Heta bi saya taybetiya sermaseya rawêjî dikarin gelek sepanan ji dêvla li ser maseyekê bidin xuyakirin, li gor mebesta xwe dikarin gelek sermaseyan bisêwirînin û ji bo karên cuda bi kar bînin.

ZÊDETIR TEMAŞE BIKIN!

7

Taybetiya “snap”ê ya ku ev demeke dirêj e; di pergala Windowsê de cî digire, bi Windows 10’ê ve nûtir bûye. Êdî di heman demê û ekranê de, 4 pace dikare werin temaşekirin. Li ser Windows 10’ê derbarê sepanên li ser ekranê de agahî jî dikarin bê destxistin.

 

Jêder: Kovara Zanko

Derbar Rêvebir

Check Also

Sepana Dîzaynê Ya Canva Kurdîya Kurmancî li nav zimanan zêde kir

Platforma Canva ku sepana sêwirana grafîkê ya serhêl a belaş e ku ji bo sêwirana …

Leave a Reply